Taksim 2013,taksim,2013

Taksim 2013

A+ A-

Gotina dawî: "Kurdên li Taksîmê pêşengiya serhildanê kirin, li dijî berjewendiyên xwe yên netewî agir didin bin fitîla teqemeniya li dijî kurdan hatiye amadekirin."
Hinek kurd hene ku dibêjin qey "kemalîst ne li gor aqil, lê li gor dema saetê an jî salnameyê diguherin." Lê ev jî ne rast e. Hikûmet ne di destê kemalîstan de ye, di destê dijberên wan de ye û hikûmet şaşiyên kemalîstan bi kar tîne. Generalên kemalîst di girtîgehan de ne. Ne li ser îqtîdarê ne. Lê ji bo îqtîdarê bi dest bixin jî, fikra xwe ya der barê kurdan de naguherin û timî hikûmetê bi hevkariya kurdan tawanbar dikin.
Heke yek dê ji gotinê fam bike, ev qas bes e. Lê heke fam neke:
Wekî tê zanîn, bi hewildana birêz Ocalan re hikûmet û dewlet li ser planeke aştiyê ye. Li gor hinekan lîstik mîstik e. Lê ew ên ku dibêjin lîstik e, fam nakin ku em dibêjin plan ne ya dewletê ye, ya birêz Ocalan e.
Li gor vê yekê, wekî Misir, Sûrî û hin wekî din, li dijî hikûmeta tirk serhildanek ne li gor berjewendiyên kurdan e. Serhildanek ku kurd nikaribin bi al, ziman û rengên xwe beşdar bibin, ne serhildanek bi rûmet e.
Îro kurd li Stenbol nikarin bi reng, ziman û ala xwe li Taksîmê rawestin. Deqeya ku tiştekî wisa bikin, dê êrîş li wan bên kirin.
Bûyeran ji bo parka Taksîmê dest pê kir, lê kemalîst di malperên xwe de vê serhildanê ji serî ve ji bo têkbirina hikûmetê bi kar tînin û tiştekî pir normal e. Dawiya dawî hewl didin ku veguherînin rengên xwe. Meseleya wan ne park e. Ew dixwazin serhildanek berdewam ava bikin.
Hêza wan têra vê yekê nake. Lê kurdan bi kar tînin. Deqeya ku kuçe ketin destê wan û polîs têk çûn, hûn wê demê werin temaşeyê. Dê ji bo mezinkirina serhildana xwe êrîşî kurdan bikin. Ev kula dilê wan e.
Dema ku dibêjin "hikûmet teslîmî kurdan bûye", têra xwe behsa vê dikin. Motora raperîna wan jî dê ev be. Niha hîn zû ye, li Îzmîr û Stenbol car carinan êrîş kiribin jî, dîsa ji aliyê wan ve hatiye rawestandin, ji ber ku hîn mesele ji mesela parkê derneketiye û nebûye çalakiyeke berdewamî.
Teqîna ku li Şirnexê pêk hat jî, awayê bikaranîna çapemeniya tirk jî nîşaneyên vê yekê ne. Deqeya kuştina leşkerekî bidin pêkanîn, dê ew girseya ku kuçe bi dest xistiye êrîşî kurdan bike. Wê demê peyman meyman li holê namîne. Û dê bi ser bikevin. Kurdan jî dê ev bi destê xwe kiribin û nikarin têxin stuyê tu kesî jî.
Siyasetmedarên kurd çawa vê nabînin? Çi pêşbîniyeke kor bi wan re heye ku vê nabînin?! Ji Amedê çawa didin rê û diçin li kolanên Taksîmê desteka xwe ya qaşo enternasyonalîst di twitter û facebookê de diweşînin? Derdê wan çi ye? Ji hikûmeteka ku bi kurdan re li hev kiriye çi dixwazin? Ev hikûmet têk here dê çi bikin? Ji serhildanek ku pêşengê wê tune ye çi hêvî dikin.
Bala xwe bidinê li kolanên Taksîmê destûrê nadin wêneyên birêz Ocalan. Lê Deniz Geçmiş? Lê Ibrahim Kaypakkaya? Hûn li wan kolanan kîjan rêxistina çepgir a tirk dibînin? Qet! Tenê girseyek bê nasname heye. Gelo kurdên diçin wê qadê, ji wê girseyê hêviya çi dikin?
Tişta wan digihîne hev çi ye?
Ez venaşêrim. Hinek kurdên ku destekê didin vê çalakiyê, bi nasnameya xwe çavên min ditirsînin!
Kurdên mayî jî bi refleksek ezbere dikevin nav van serhildanan. Ew jî ne tawanbar in. Pirsgirêk di pêşengan de ye. 


Gotinên miftehî :