Te Zo, Te Fer?,te,zo,te,fer

Te Zo, Te Fer?

A+ A-

Bi Xwedê ez bûm. Ez ê niha ji we re bêjim. Xalif nîn e. Heke gotineke derew derbas bû bila Xwedê min kor bike.
Em ji gundê xwe (…) dihatin Qoserê. Hew me dît ku 3-4 kesên dest bi keleşkof, rê girtine. Me fam kir. Her roj wisa bû karê me. Em rawestandin.
Mêrik got:
- Hûn ji ku ve tên diherin ku?
Min jî got:
- Em ji gundê (…) tên em ê biçin Qoserê.

Li orta qula çavên min nihêrî û got:
- Te zo, an te fer?

Law ez bûm… Ez nemam haa. Ev çi bû ji bo Xwedê?! Te dî belkî hinek ji we niha nizanin. Bi zarokatî me 2 heb behîv dixist destê xwe û digot “Te zo, an te fer?” Heke te bigota “zo” û tê derxista ku cot e, behîv dibûn ên te. Lê heke te bigota “fer” û tê dernexista, te diviya 2 behîv bidana mirov. Yanî diviya te her carê tê derxista ku di destê mirov de behîvên ku hene cot in, an fer in.
Îca vî mirovî ji min re digot; “te zo, an te fer?” Ma em zarok in laaw? Em mezin bûûûn. Min wa li dora xwe nihêrî, tu rê nîn e. Min got:
- Keko yanî çi?
Wî di derb de bersiva min da û got:
- Tu ji kîjan partiyê yî?
Min got:
- Bi her sê navê Xwedê ez ne ji tu partiyan im. Ez ker kurê kerê me.
Hema min dît got:
- Jixwe ez jî dizanim. Ji ber vê ji te re dibêjim “te zo, an te fer?”

Lolo lawo, niha ez ê çawa bizanim zo kîjan partî ye, fer kîjan partî ye. Heke ez bizanibim jî, ez ji ku dizanim ku viyê rê biriye ji kîjan partiyê ye. Li ser pira selatê elah û ekber. Ez li çavên wî dinihêrim û ew li çavên min dinihêre.
Heta me xwe ji nav lepan derxist bavê me çû mîratê.
Ji gundekî Dêrika Çiyayê Mazî mirovekî ji civata xwe re digot.


Gotinên miftehî :