Telqîn,telqîn

Telqîn

A+ A-

TELQÎNDi welatê me (Kurdistan)ê da, Melayên me dema kesek ji civakê dimre û diçe ser dilovanîya Xuda! liser tirba mirî, bi dengê bilind bi mirîra di axivin û jêra dibêjin:ya xemoyê kurê xezalê wê du ferîşte (Melaîket)werne serte û ji tera bibêjin:Rebê te kêye? Dînê te çîye? Pêximberê te kêye?. Ji wanra bêje Rebê min, Xuda ye, Dînê min îslame,Pêximberê min Muhemmede.

Çi dema em naveroka van hersê rêzên hanên ku Mela bi mirî'ra di peyîve, bidene ber nirxandin û pîvana bi zanista Olî û fikrî ra,emê bibînin ku ev axivtina Mela'ya bi Mirî ra neraste û beşek ji mêtingerîya olî ye û ji binva ne raste.Lewra gotina Melaya bilêvkirina navê dîya mirî, xirabîyek pir mezine bi mirî ra têkirinê.Ji helwesta Mela ya ku navê bavê mirî nabêje û navê dîya wî  dibêje
ramana xirabîya bi rûmeta mirî ra derdikeve meydanê.

Yanî Mela
dibêje:dibe ku mirî ji bavê xweyê ku herkes dinase nebe û ji yekê dinbe.Bi rastî di tu din û ramanî da, ev xirabîya bi mirî û diya wî ra tê kirinê nayê qebulkirinê.Yanî Mele nisbeta zinayê dide bal dîya mirîva
 û navê bavê wî nabêje.

Dîsa xeberdana Mela ya bi mirîra û gotina wîya ku ji mirîra dibêje: wê du  Ferîşteyên(Melîketên bi navê Munkîr û Nekîr)bêne serte û ji tera bibêjin:Rebê te kîye?Dînê te çîye? Û Pêximberê te kî ye? Tu ji wanra bibêje: Rebê min Ellahe Dînê min îslame û Pêximberê min Muhemmed e.



Van gotinên ku Mele ji mirîra dibêje:tu giza wan (Eleqeya wan) bi dîn(Ol)û zanînê va tuneye. Lewra gava Merik An Jinik mirîne, teftera emelê wan hatîye girtinê û ew îdî nikarin dı qera xwe da bibêjin: Xuda
yê me heye an tuneye.Lewra bi laşên xwe yên bê can dibin axê da hatine veşartinê û nikarin bersiva tu kesî bidin û bibêjin:erê an na.

Xuda di derbarê kesên mirî da, ji Pêximberê xwe(Mumemmed)ra di Qur'ana pîroz sûretê Rüm ayeta 52 yan da dibêje:Muhemmad; tu nikarî dengê xwe bi mirîyan bidî sehkirinê.Yanî ew mirîne û tu nikarî bi wanra bi
axivî.Çawa ew nikarin dengê te sehkin! wisajî pirsa Xudayê te kîye jî jiwan nayê sualkirinê.Jiber ku di jîyana xweda  gotine Xuyê me heye an negotine.

Di Qebrê da ne dikarin bêjin yeye nejî bibêjin tuneye ,jiber ku mirîyê bê rih û canin.Hemjî yekê ku liser dînê ne musulmantî yê û bê zanîna gela ji bawerîya wî,piştê mirinê dikare bizvire ser dnê îslamê?na
 nikare nikare lewra toba piştê mirinê jixwe qebûlnabe.
 
Telqîn bêjekî erebîye û di lîteratora ferhenga ereban da,bi wateya miovek ji hinekanra şîret û gotnên
di nav pêwîstîya mijarê da bibêje ye.Di binaxkirina mirîda, ger yek ji zanayên olî ji koma li ser tirbê ra gotinên îslamî û însanî bibêje: navê wê axivtina li ser tirbê ji saxanra ne ku ji mirîyan ra dibe Telqî
n.
Dubare em dikarin ji heval û hogiranra bibêjin Telqîn jibo saxan ne jibo mirîyane.Tu kes jime nikare bibe xudanê hêza hizretî (ÎSA)û bi mirîyara bi axive.Axivtina mirîyan bi hizretî (ÎSA)ra ji mûcîzeyê
Pêximberîya wîye. Lê Mele nikare xwe bi gehîne wê dereceyê heta ku bi mirîra bi axive.

Bi kurtayî paşverûyan û mêtingeran Telqîna liser mirîyan jiber xwe afirandine û gel dixapînin. Her wisa serê xwe pêra dihejînin û nabêjin: ev tevgra meya xeberdana bi mirîra neraste û pir fedîye.



Celalettin YÖYLER
Kê dixaze derbarê nivîsa me da dîtinên xwe dîyarke,bira bi Meyla mera têkildarbe
e.mail: [email protected].
Nîşe:xwendevanên rêzdar; nivîsa mina ku hûnê di berçavan ra derbaskin hinek cuda nivîsa di navbara min û nivîskarên din da heye. Tikaya min jiweye ku hûn bi çavê ku ez rast nanivîsim nebînin.Lewra di hinek bêjeyan da ez dij nivîsên niviskaran dinivîsim. Wek hevdengîya (X.W.) nivîskarên me di her derî da hevdang dibînin.Lê ez wisa nabînim û dibêjim: Xarin û nabêjim Xwarin. Dîsa dibêjim: da nabêjim:
de. Wek: divir da ne divir de.
Serkevtin û silav 30/1/2012


Gotinên miftehî :