Tenefus,Tenefus

Tenefus

A+ A-

Biryara neqilkirina dînan derketibû, hemû li balefirê siwar kirin û balefir bi hewa ket. Qederek bi şûnde pîlot nihêrî ku deng û xirecirk pir ji hundir tê. Teyare kir otomatîkê û çû cem dînan. Pîlot dît ku yek rûniştiye û yên din her yek bi tiştekî dixebite û barebara wan e. Ji yê rûniştî pirsî:
- Tu çima rûniştiyî?
Got: ”Ez mamoste me, min ew derxistine tenefusê”
Pîlot got “Ku zengil lê ket wan bibe dersxanê û dersa wan bide” û çû ciyê xwe.

Demek dirêj derbas bû, tu deng û his nehat. Bi şik û meraq, pîlot dîsa çû li rewşa dînan binihêre. Derî vekir û nihêrî ku mamoste dîsa rûniştiye û deriyê balefirê jî vekiriye. Tu kesek din tune di nav balefirê de. Pîlot pirsî: “Ka şagirtên te?”
Mamoste got: “Ders qediya min ew şandin mala wan”.

Gotinên miftehî :