1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Teror û Terorîzm
Teror û Terorîzm,teror,û,terorîzm

Teror û Terorîzm

A+ A-

Piştî 11ê îlona sala 2001î ku her du avahiyên bilind ên li New Yoorkê di encama êrîşên bi balefiran de hilweşiyan, mijara teror û terorîzmê di rojeva cîhanê de rûnişt. Bê guman ku mirov manîpulasyonên dewlet û hêzên mezin nehesibîne û di bin bandora van manîpulasyonan de nemîne, ketina rojeva raya giştî ya cîhanê ya vê mijarê xwedî aliyên gelek grîng ên erênî ye jî. Ez di wê baweriyê de me ku divê kurd ji her kesî bêtir li ser vê mijarê kûr bibin, lêbikolin û nîqaşan bi pêş bixin. Lewra bi sedê salan e û bi taybet jî ev 85 salên dawî ne hemû nirx û rûmetên gelê kurd, tên talankirin, tunekirin, hebûna kurd dibe hêdefa êrîşên terorî. Li gel vê rastiya aşkere jî, ev êrîş ji aliyê welatên rojava ve ku sînorên demokrasiyê li gor berjewendiyên xwe diyar dikin, tê destekkirin. Yên herî niyetbaş jî dibêjin bila kurd bêyî ku derfeta pêşveçûna xwe ya serbixwe bidest bixin, bê îrade û bi lawazî di nav rastiya ku desthilatdarên wan ji wan re hêja dîtine de wenda bibin û “biratî”yeke bi vî rengî diparêzin. Naxwazin bînin ziman, an bibînin, an bibihîzin ku lihevkirin û lihevhatin bi îradeya azad a civakan pêkan e û tenê wisa dikare bibe xwedî wate, an na zilm û zor dikevin dewrê, înkar û tunekirin pêş dikevin û li hember van jî nerazîbûn û berxwedan bi pêş dikevin. Encam; xwîn û êşên giran.

Ji destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê ve, bi mêjiyê “Kurdê herî baş kurdê mirî ye” û “Yên ku li vî welatî dijîn û ne tirk in, yek mafekî wan bi tenê heye ku ew jî bibin kole ji tirkan re û xizmeta tirkan bikin” polîtîka hatin bi pêşxistin û birêvebirin. Hîn di avakirina komarê de, parlamenterên kurd ên ku bi kincên xwe yên netewî beşdarê vekirina meclîsê bûn, hatin bidarvekirin. Dîsa di wan salan de ji bo her peyveke kurdî ku dihat axaftin, bi parê wê demê 50 quriş ceza dihat birîn. Pêşî gotin ‘ev komara kurd û tirkan e’ paşê komkujiyan bi pêş xistin li ser gelê kurd. Li Lozanê, bi îmzeya çend xayinên kurd, her tişt hat serûbinkirin. Salên dirêj drûşmên mîna “Hebûna min ji hebûna tirkan re bibe diyarî, çi şahî ye ji bo kesê bêje ez tirk im” em bi dilê xwe neqêriyan û ev zilm, zordarî, înkar û hewldanên tunekirinê, îro jî bi her awayên ku dikarin li ser me bimeşînin, pêk tînin.

Di şerê 24 salên dawî de bi hezaran gund hatin şewitandin, valakirin, bi dehhezaran kurdên sivîl hatin kuştin, wendakirin, bi milyonan kurd hatin koçberkirin û li metropolên Tirkiyeyê bi rûyê herî qirêj, reben û birçî yê jiyanê re rûberû hatin hiştin. Bi hezaran zarok bê dê û bav mezin bûn, bi hezaran di bin barana gule û bombeyan de çavên xwe li vê jiyanê vekirin û hîn bi dehhezaran bûyer û çîrokên wisa trajîk û erjeng ku ev gel jiya û hîn jî dijî!.. Ji lewre jî, rastiya têgiha Teror û Terorîzmê ez bawer im dê herî çêtir ji aliyê gelê kurd ve bê aşkerekirin, tê aşkerekirin.

Bê guman ku ev hemû êdî pir baş têne zanîn ji aliyê raya giştî ya kurd ve. Lê ji bo bikaribim bikevim mijarê, min xwest bi kurtayî be jî van tiştan bînim ziman.

Di Ansîklopediya Larousse ya Mezin de teror: “Bi armanca hêzekê, desthilatdariyekê bi zor bidine pejirandin,bi rengekî sîstematîk bikaranîna şidetê, qutifandin, toqîn.”, Terorîzm: “Hemû çalakiyên şidetî yên siyasî yên kesan an jî hindikayiyan ên li dijî kesan, mal û milkan û saziyan.”

Li gor mijareya têkoşîna li dijî terorîzmê ya Îngilistanê terorîzm: “Pêkanîna şidetê ya li dijî saziyên siyasî û bi armanca ku beşek ji civakê di nav tirsê de bihêlin, bikaranîna şidetê.”

Li gor Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorîzmê ya Fransayê teror: “Bi armanca xerabkirina pergala heyî ya raya giştî û bi rêya pêkutî û gef û guran, hemû çalakiyên ferdî û komelî.”

Dewleta Tirk jî, bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê, terorê weha terîf dike: “Bi rê û rêbazên pêkutî, şidet, kotek, tirsandin, qutifandin, melisandin, an jî gef û gur, hewldan û daxwazên guherandina hêjahiyên komarê ku di qanûna bingehîn de hatine diyarkirin; guherandina pergala laîk, siyasî, huqûqî, civakî û aborî; xerabkirina sehitiya dewletê; xeterekirina hebûna komar û dewleta tirk; lawazkirin, xerabkirin an jî bidestxistina otorîteya dewleta tirk; tunekirina maf û azadiyên bingehîn û hemû çalakiyên kesekî an kesan ku endamên rêxistinekî ne û bi armanca xerabkirina pergala raya giştî, an jî tendrustiya giştî têdikoşin. “

Li gel ku diyardeya terorîzmê bi rengên cuda hatiye terîfkirin jî, tu terîf vê diyardeyê bi serê xwe bi temamî nikariye rave bike. Rêxistinên ku ji aliyê çînên desthilatdar û dewletên bi taybet bi hêz ve mîna “rêxistinên terorîst” hatine nirxandin û binavkirin, her çiqas ji aliyê binyatî ve xwedî gelek aliyên wekhev in jî, bi taybet ji aliyên armancên xwe ve xwedî cudahiyên grîng in. Hin rêxistin dibêjin ku têkoşîna serxwebûn û rizgariya netewî didin; hin jî dixwazin çînekî, an olekî an jî nîjadekî li ser siyaset, civak, çand û aboriyê bikine desthilatdar û ji bo vê jî bi rê û rêbazên cuda têdikoşin. Di van têkoşînan de hin çalakiyên ku tên kirin ji bo aliyekî dibe lehengî, ji bo aliyê din dibe teror. Ji lewre jî kesê, an kesên ku ji bo aliyekî terorîst in, ji bo aliyê din şervanên azadiyê ne. Ji bo aliyekê leheng in, ji bo aliyê din xayinên welêt in. Ji ber vê yekê jî terîfeke hevbeş ji bo teror û terorîzmê zahmet e.

Çînên desthilatdar, her kes sazî, dezgeh, rêxistin û kiryarî ku ji bo wan û berjewendî û sîstema wan xetere ye, an dikare bibe xetere, mîna teror, terorîst û terorîzm bi nav dikin û terora xwe ya li ser gelan û çînên bindest dimeşînin jî, hewl didin ku bi vî rengî veşêrin. Sîstema xwe li ser manîplasyonan dimeşînin. Manîplasyon, mîna ku di vê mijarê de, di her aliyên jiyanê de û di her demên dîrokê de yek ji stûna bingehîn a sîstema desthilatdariyê bûye û hîn jî wisan e. Ji bo vê jî hemû derfetên madî û manewî bi her awayî û li ser her tiştî û kesî, bi tecrûbeya hezarê salan tên bikaranîn. Ji ber pêşketina teknolojî û medyayê, îroj bêtir bi rêya van ev manîplasyon tên kirin. Bi taybet jî di manîpulekirina mijara teror û terorîzmê de û bi taybet van salên dawîn, desthilatdar pir serkeftî ne.

Ji ber van jî, dema teror û terorîzm tê gotin, di serî de dewlet û hêzên desthilatdar nayên bîra mirovan, kes û organzasyonên ku li hemberî wan xwe birêxistin kirine tên bîra mirovan. Ev nayê wateya ku hin kes û organîzasyon terorê nakin û nikarin mîna terorîst, an kiryarên wan mîna terorîzm bêne binavkirin. Lê bi taybet di dema nêzîk a dîrokê de, di dema Şerê Cîhanê yê Duyem û piştî şer de, piraniya êrîşên ku li dijî sivîlan û kesên bêparastin hatine kirin, bi destên dewletan bûne. Ku mirov baş bala xwe bidê, îroj jî û di demên kevin ên dîrokê de jî ev, her wiha bûye û ev rastî, di rastiya xwe de tu carî jî neguheriye. Ji bo demên piştî Şerê Cîhanê yê Duyem jî, divê mirov Galdioyê hinek bikole.

Gladio: Dendikê rêveberî û veşarî yê NATOyê ye. Navenda wê ya ku cîhanê bi rê ve dibe ye. Berê, mêjiyê hevkariya sîstema împeryalîzmê bû ku ev hevkarî li dijî Yekîtiya Sovyetan, ango sosyalîzmê hatibû pêşxistin. Hemû kar û barên xerab bi rêya wê hatin û tên meşandin lê di heman demê de gerûya biryarên bingehîn e jî. Li dijî Yekîtiya Sovyetan, li dijî tevgerên şoreşger ên li welatên din, li dijî tevgerên antî-împeryalîst, li dijî tevger û kesên herî ji rêzê yên muxalefeta burjivaziyê, kuştin û komployên Galdioyê bi giranî aşkere bûn. Bê guman ku dê dîroka Gladioyê ji aliyê dîrokê ve bê nivîsîn.

NATO bi pêkhatina xwe û fonksiyonên xwe yên binyatî her çiqasî saziyeke qanûnî be jî, tenê rêyên qanûnî bikar neaniye. Rêxistina kontrgerilla ku navê Gladio lê hatiye kirin, di salên 1980yî de, li welatekî ku endamê NATOyê ye, li Îtalyayê derket holê. Di dema şerê sar de, ji kuştina Serokwezîrê Îtalyayê bigire heya kuştina gelek burokrat û rewşenbîran, Gladioyê bi armanca pêkanîna nerehetî, bêhuzîrî û tevlîheviyan, li Îtalyayê gelek çalakiyên bi xwîn li dar xist.

Dema NATO tê gotin, divê ji DYAyê cuda neyê dîtin. NATO, DYA bi xwe ye. Lewra NATO hêz û mazmazka bingehîn a desthilatdariya DYAyê ya li ser cîhanê ye. Di bin vê sîwanê de, bê guman ku gelek dewlet, gelek hêz, gelek têkilî jî hene. Piştî têkçûna sosyalîzma reel Gladio, li dij hêzên cîhanê yên ku dikarin ji desthilatdariya DYAyê re bibine xetere, xwe ji nû ve dîzayn kir û ciyê xwe çê kir. Hemû sîstemên wê yên têkiliyan jî parastî û li ser piyan man.

Vê carê tevgerên şoreşger tevgerên antî-împeryalîst, tevgerên rizgariya neteweyî û her hêza ku dikaribe li hemberî wan serî hilde, ji bo Gladioyê hedef bûn û wan mîna ”terorîzma navneteweyî” binav dikir. Gladio divê ne tenê mîna rêxistineke îstixbarî bê dîtin. Galadîo torek e ku cîhanê bi rê ve dibe. Di nav vê torê de ji hukûmetan bigire heya karsazan, heya rojnamevanekî/e ji rêzê û her kes û organîzasyoneke ku dikare di qadekê de çi piçûk çi mezin rolekê bilîze, hene û ev tor dewletan bi rê ve dibe. Di demên dawî de li Tirkiyeyê beşek Ergenekonê, dîsa ji aliyê xwediyê xwe ve bi zanebûn hat bişkaftin, ev mînakeke baş e ji bo vê torê û rêvebirina dewletan, lê em ê di dawiya vê nivîsê de bêne ser mijara Ergenekonê.

Ji bo mijar hinek din bikaribe zelal bibe, çend mînak ji kiryarên DYAyê (15 salên dawîn ne tê de ne): - Di sala 1898an de Meksîkayê dager kir. - Heman sal ket Kubayê jî. - Di sala 1921î de Nîkaraguayê dager kir. Di bin serokatiya Somoza de rêxistina terorê ya bi navê Muhafizên Netewî damezirand. Sandîno û 300 kesên pê re ku li dijî împeryalîzmê têdikoşiyan, kuşt û serdema terorê ku ji 40 salî bêtir domiya, da destpêkirin. Sabotaj û suîqestan li dar xist. - Di sala 1945an de bombeya atomê avêt du bajarên Japonyayê Hîroşîma û Nagazakiyê û bi derbekê re 250 hezar kesî bi rengekî hovane kuşt. - Di navbera salên 1950 û 1953an de bi sedhezaran welatparêzên koreyî kuşt. - Di sala 1954an de bi hezaran guatemalayî kuşt. - Di sala 1955an de li Endonezya, Laos û Kamboçyayê gelek caran operasyonên CIAyê pêk anîn. - Di navbera salên 1956 û 1959an de li Kubayê di operasyonên bi hevkariya şêwirmendên DYAyî û Batîstayê hatin lidarxistin de 60 hezar kesî kuştin. - Di sala 1961î de li dijî Kubayê operasyona Kendava Berazan bi rê xist. - Di sala 1965an de bi hevkarê xwe Suharto, li Endonezyayê milyonek komunîst û pêşverûyên endonezî da kuştin. - Heman salê paraşûtvanên xwe berî nava Domînîkê da û 10 hezar domînîkî kuşt. - Di sala 1975an de dema ji Vîetnamê hat avêtin, li dû xwe bi milyonan mirî û seqet hiştin. DYAyê 638 hezar ton bombe bi ser gelê Vîetnamê ve barand ku ev hejmar nîvê hejmara bombeyên ku bi giştî di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de bi ser hemû Ewropa û Efrîkayê ve hat barandin e. Tê gotin ku, serê mirovê 5 bombe hatiye avêtin. Bi milyonan mirovî şandin gundên stratejîk, tecawizê bi dehhezaran jinî kirin, bi sedhezaran mirovî seqet hiştin, bi milyonan mirovî ji îşkenceyan derbas kirin. - Di navbera salên 1970 û 1975an de li Kamboçya û Laosê milyonek kes kuştin. - Di sala 1973an de li Şîliyê CIAyê derbeyeke leşkerî kir û 30 hezar kesî kuştin. - Li Arjantînê di encama hevkariya bi generalên faşîst de dîsa 30 hezar kesî wenda kirin. - Di sala 1983an de mudaxeleyê Lubnanê kir. 14 hezar piyadeyên deryayî yên DYAyê tevlî vê operasyonê bûn û bi hezaran lubnaniyên şoreşger û pêşverû kuştin. - Heman salê cara duyem mudaxeleyê Lubnanê kir. Keştiyên şer ên Fîloya 6. a Amerîkayê ku li Deryaya Spî Eşqiyatiyê dikirin, bi rojan bi ser Lubnanê ve bombe barandin. - Dîsa heman salê Grenadayê dager kir û bi sedan welatparêz û kesên pêşverû kuştin. - Di sala 1986an de rêbiriya xwe ya navneteweyî bi mînakeke baş nîşan da û Lîbyayê bombebaran kir, nêzî hezar sivîlî kuştin. Li ser Lîbyayê ambargo pêk anî û ji deryayê ve dor lê girt. - Di sala 1989an de leşker şand Panamayê û 5 hezar Panamayî kuşt. - Di sala 1991î de dagerkirina Îraqê ya Kuweytê ji xwe re kir hincet, hevalbendên xwe yên din ên împeyalîst jî da du xwe û Îraqê dager kir. Îraqa ku encam û rengê wan bû, Sedam ku mirovê wan bû û bi destê wî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê komkujiyên mezin dane kirin, bûbû hedefa wan, lewra Sedam tor bûbû û nedihat zeftê êdî. - Dîsa hevalbendên xwe da dû xwe û hewl da ku Somaliyê dager bike. - Li Latîn Amerîkayê, tu şer, komkujî, pêlêkirinên mafên mirovan ku DYA têkil nebûbe hema bêje nîne.Kontra û dijminên gelan, îşkencekarên ku ji Nîkaraguayê reviyan di bin navê ’Şervanên Azadiyê’ de li Hondurasê bi cî kir, bi çek kir û bi ser gelê Nîkaraguayê ve şand. Li gelek welatên Latîn Amerîkayê jî, di bin navê Muhafizên Netewî de Mangayên Mirinê birêxistin kir, perwerde kir, fînanse kir, bi çek kir û bi ser gel ve şand. - DYA tenê di navbera salên 1946 û 1975an de ji bo bigihêje armancên xwe, 215 carî hêza xwe ya leşkerî bikar aniye. Di navbera heman salan de 19 carî tehdîta bikaranîna çekên nukleerî li mirovahiyê kiriye.

Sedema avakirina NATOyê ew bû ku bi taybet di dema şerê sar de û piştî Şerê Cîhanê yê Duyem li dijî pêşketina îdeolojiya sosyalîzmê û Yekîtiya Sovyetan, Ewropayê biparêzin. Ev rastî tê zanîn. Serkêşiya vê rêxistina ewlekariyê jî bi destekên aborî û siyasî, ji aliyê DYAyê ve dihat kirin. Li hemberî wan jî Peymana Varşovayê hebû ku serkêşiya wê jî Yekîtiya Sovyetan dikir. Cîhan, nêzî 40 salî (1950-1990) di nav pêvajoyeke xetere re derbas bû ku navê Şerê Sar li vê pêvajoyê hatibû kirin. Her du alî jî ji ber bêbaweriya li hemberî hev, li her qadî bi hev re têkoşiyan. Eger hesabeke wê demê bê kirin, têkoşîna ku di qada qanûnî de hat kirin, li ber têkoşîna ku li qadên ne qanûnî hatin kirin, pir piçûk dimîne ku teror ji xwe ev e.

Navê Kontrgerîlla li Îtalyayê Galdio; li Yunanistanê B-8 an jî Postê Pez; li Belçîkayê SDRA-8; li Hollandayê Fermandariya NATOyê; li Almanyaya Rojava Tevgera Gehlen, Stay Behind an jî Sword; li Avusturyayê Schwert; li Fransayê Gula Bayê; li Îspanyayê Koma Rizgarkirinê ya Antî-Teror (GAL); li Îngiltereyê Secret British Network; li Tirkiyeyê Kontrgerîlla. Ev yeke mîna me li jor jî vegotibû, di dema Şerê Sar de, li dijî komunîzmê û tirsa ku dê bibe desthilat ji aliyê NATOyê ve hatin avakirin û ji aliyê NATO û CIAyê ve hatin destekkirin.

Piştî ku talûkeya komunîzmê ji holê rabû, niha êdî li dijî çi piçûk, çi mezin, çi kes, çi sazî û dezgeh û çi jî partiyên ku dikarin bibine talûke ji sîstemê re, têne bikaranîn û li bi taybet hemû welatên endamên NATOyê bi awayekî hebûna xwe didomînin, desthilatdarên veşarî ne. Ango li her welatê ku bi taybet endamên NATOyê ne, ”Dewleta Kûr” heye ku ew jî ev yeke ango organîzasyon bi xwe ne.

Yekeyên NATOyê ku li welatên endam, li gor talîmnameya Şerê Taybet ê NATOyê hatin damezirandin, li Tirkiyeyê jî di sala 1952an de pêşî di bin navê Lijneya Lêkolînê ya Seferberiyê de hat birêxistin kirin, paşê raste rast bi Serfermandariya Giştî ve girêdayî, di bin sîwana Daîreya Şerê Taybet de û mîna milekî wê yê sivîl xebat kir. Salên dirêj, Serokwezîrên Tirkiyeyê bi xwe jî hay ji vê organîzasyonê nebûn, heya ku di sala 1974an de Bulent Ecevît hebûna Daîreya Şerê Taybet ji Serokê Serfermandariya Giştî ya wê demê Semih Sancar hîn dibe.

Demek dirêj, li gel provakasyonên mezin ên vê organîzasyonê yên mîna bûyerên Taksîmê û Komkujiya Mereş, Çorum û Fatsayê, dem bi dem li ser hin nîqaş bibin jî, zêde aşkere nebûn. Piştî di 3ê mijdara sala 1996an de, di qezaya li navçeya Susurlukê qewimî de Kontrgerila (Gladio) aşkere bû. Piştre mijara dewleta kûr û rêxistinên mîna JÎTEM û MÎTê û rêxistinên çeteyan ên di nav de, ket rojeva Tirkiyeyê. Bê guman ku beriya wê jî bi taybet gelek caran ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve mijara dewleta kûr û çeteyan dihat rojevê, li gel kiryarên wan ên qirêj, lê ev di nav raya giştî ya kurd de bi sînor dima û bi zanebûn nedihiştin bikeve rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê. Cîhanê çavên xwe mîna her carî girtibû, lewra binê wan jî ne ziwa bû di vê mijarê de.

Kontrgerilla, bi taybet piştî endametiya Tirkiyeyê ya NATOyê li Tirkiyeyê hêz girt lê tu carî jî hebûna wan ji aliyê saziyên fermî ve nehat pejirandin. Di salên 60î, bi taybet jî 70yî de û piştre jî salên dirêj di manşetên rojnameyan de hebûna kontrgerilla dihat nîqaşkirin. Lewra ji binê her kevirî ev rêxistina çelexwarî derdiket. Koka nûçeyên di manşetên rojnameyan de timî digihîşte kontrgerilla. ”Dewleta Kûr”, ”Bûyera Susurlukê”, ”Hîzbullah”, Nûçeya Flaş: ”Çekên ku Walîtiya Batmanê Kirîne”. Ev hemû digihîştin heman ciyî. Û balkêş e ku ev hemî jî ji aliyê saziyên fermî ve hatine redkirin. Tew serokên partiyên ku dema di muxalefetê de bûn, hukûmetê bi pêkanîna rêyên ne fermî tewanbar dikirin, lê piştî ku bûne hukûmet, wan jî ev rastî înkar û red kirin.

Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgera herî mezin a deşîfrasyonê ye jî. Lewra bi pêşketina têkoşînê re qirêjiya sîstetê jî zêde bû û hat radeyeke wisa ku êdî nema şûr di tûr de biçe û da der. Qirêjiyê nekarî têkoşînê têk bibe, lê têkoşîn bû sedema aşkerebûna qirêjiyê ku sîstem bi xwe vê îtiraf bike heta darizîne. Belê darizîne, lê çi ye û kî ne yên ku îroj di bin navê Ergenekonê de têne darizandin?

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dibêje: ”Operasyoneke wisa ye ku raste rast ji aliyê Amerîkayê ve tê birêvebirin. Şerê hegemonîk a navbera klîkan e û welatên Ewropayê jî piştgiriya vê operasyonê dikin. Her çendî yên ku îroj ji ber doza Ergenekonê hatine girtin xwe mîna dijberên Amerîkayê didine xuyakirin jî, di rastiyê de ew xizmeta Amerîkayê dikin.”

Belê rast e û Komara Tirkiyeyê ku ji avakirina xwe ve û heya niha bi sê gotinan tê birêvebirin: ”Tirs Şidet û Rizîn”, niha aliyên xwe yên riziyayî û bêhndayî paqij dike, lê dest nade aliyê esasî, lewra Ergenekona rastîn sîstem bi xwe ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku vê pêvajoyê da destpêkirin, di rastiyê de mudaxeleyek kir û rê li ber têkçûna temamê sîstemê girt. Ji bo vê diviya hin qurban bidana, Amerîkayê ew qurban bi qanîkirina Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê jî, dan. Bi vî rengî him sîstemê ji bo demekê rizgar kir, him ji hin aliyên riziyayî û bêhndayî paqij kir. Ya din jî, bi Ergenekonê nijadperestan û bi doza girtina AKPê jî, AKPê terbiye kir.

DYA di dawî de dê erka desthilatiyê bidaya hinekan, lê ji bo desthilatiya rastîn di destê xwe de bigire, diviya hemû aliyan terbiye bikirana pêşî, niha wê dike. Sedema ku erka desthilatiyê da AKPê jî, bi polîtîkayên demdirêj ên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Lewra Amerîka dixwaze li Rojhilata Navîn Îslamiyeteke Nerm ava bike. Berê li dijî Yekîtiya Sovyetan di destê wî de hîn radîkaltir û çekdar Usama Bin Ladin û Talîban hebûn, niha jî bi ”dibistan”ên xwe, sîstema xwe ya perwerdehiyê, ”kurs”an û Wargehên Xwendekaran, Fethullah Gulen heye ku AKP jî bi rêya wî tê kontrolkirin. Di vê mijarê de Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê jî hat qanîkirin ku dê AKP hin daxwazên wan pêk bîne, bikeve bin xizmeta wan jî ku bikaribin bêtir terora xwe li ser gelê kurd û Kurdistanê bidine meşandin û polîtîkayên xwe yên li herêmê pêk bînin. Bê guman ku mijar ew qasî hêsan nîne hîn kûrtir û pir tevlîhevtir e. Destê kî di berîka kê de ye zêde diyar nîne û ji xwe mijara vê nivîsê jî ne ew in, tenê ji bo mînak hin tişt hatin nivîsîn.

Di encam de diyar dibe ku ji teror û terorîzma kesan û organîzasyonên serbixwe bêtir ku kiryarên wan pir bi sînor in û kengî bê xwestin dikare bê kontolkirin, teror û terorîzma ku ji aliyê serdestan û desthilatên sîstemê ve tê birêvebirin û pêkanîn e ku divê li ser bê axaftin û bê deşîfrekirin. Lewra sedema vê xwîna ku li hemû cîhanê dirije, yê ku berê jî rijiya ye û yê ku mixabin dê di pêşerojê de jî birije, ew bi xwe ne.

2008-11-08 Mahabad F. ARDA


Gotinên miftehî :