TEVGERÊN SIVÎL,tevgerên,sivîl

TEVGERÊN SIVÎL

A+ A-

Filozofê Germanî Dîlthey dibêje ku “armanca îlmên manewî ew e ku rastiya dîrokê û heqîqeta civakê bi hev re sererast bikin û derbixin derve. Ji bo îlmên maddî dibê îzah bi peyvên hevpar û vekirî bê kirin û ji bo yên manewî an însanî îzah nayên kirin lê ew jî bi teswîrê derfeta mane dibîne.” Ger em vê hevokê bi awayek din şîrove bikin em dikarin ewha bêjin; ji bo ilme maddî îzah, ji bo yên manewî teswîr pêwist e. Yanî em dikarin hestên mirovahî teswîr bikin lê îzaheke wan ya hevpar gelek zor e. Dema behsa ilme madî bê kirin şerte ku wateya wan, ya zanistî derkeve holê. Zanistî bi armanca îzahê dikeve xizmeta mirovahiyê. Wateya zanistê “zelalkirina tiştên şolî” ye. Ev armanca zanistê ye. Yanî zanebûna ew tiştên ku nayên zanîn an kêm tên zanîn bi zanistiyê vedibin û tên aşkere kirin. Ger di mijarekî de qet zanebûna mirov tune be, dibê yekem ew tişt bê navlêkirin. Navekî li ew tişt bê dayîn. Dû re ew nav bê terîf kirin, ew tiştên yên têkiliyên wan bi hev re hebin bên komkirin û têkiliyên wan derkevin. Li pey vana sebeb û armanca wê tarîfa ku lê hatiye kirin vekirî be û texmînên pêşerojê bên kirin. Lê şertekî zanistiyê jî kontrol kirina ew navlê ye ku di cih de tê bikaranîn an na?

Li gor civaknasiyê zanîn bi çend xala derdikeve nav civakê. Hinek tişt hene ku qet civak bi wan nahise. Ew zanînên ku civat bi wan nahise û qet bi wan agahdar nabe, ew zanistiya teknolojîk û rêveberiya dewletan e. Ev zanistî di navbera rêveberê dewletan û hinek zanistên zanîngehan yên zanebûnên xwe bi pera difroşin de ne. Van zanînên dernakevin derve. Ger bi awayekî derkevin jî, ew dibe sebeba kuştina yên ku wan aşkere dikin. Hinek zanîn dîsa ji van lîjneyan, lê di bin kontrola wan de derdikevin. Ew zanînên ji bo armanca ku civakê li gor daxwaz û xwestekên xwe amade bikin, ew in. Pirtûkê dersên mekteban, fîlm, rêzefîlm, bernameyê nîqaşan an agahdariyên televîzyon û radyoyan û hwd… Van tiştên ku li van dera tên nirxandin bi armanca amadekirina civakê ye…

Ew tiştên ku jiyana civakî pê mijûl e çi ne, dibê em wan baş bi nav bikin. Ger em wan baş bi nav bikin, hemû çalakî û kirinên civakî jî ewê rast cihê xwe bigirin. “Navlê” kirina rast di hemû jiyana me de grîng e. Navlê kirin, bi gotina bijîşkî “teşxîs” e. Ger teşxîs rast be, derfeta tedawiya rast jî heye. Ger teşxîs ne rast be, ewê nexweşîn jî zêde bibe.

Bêguman di nav dîrokê de her civak li gor şeklê jiyana xwe nava li tiştan kiriye. Di jiyana nûjen de bi belavkirin û tevlîhevbûna çandan re peyv jî her wisa di nav civakan de belav bûne. Lê gelek caran em pirî peyvan di cih de bikar naynîn. Ev jî wateya peyvan diguherîne an ji armanca wan dûr dixîne. Heya ku hinek ronakbîr û rewşenbîr ramanên xwe li gor van peyvan didamezirînin û nirxandinên wan jî di bin peyvên çewt de derdikevin. Dema peyv çewt bin, derfeta ku ramanake rast ji wan peyvan derkeve tune ye. Mirov teswîra hest û ramanên xwe û îzaha tiştan bi peyvan dixemilîne. Dema ew peyv di cihê xwe yên rast de neyên bikaranîn, îmkana ku îzah an teswîreke rast, an şîroveyeke tetmînkar çê bibe nîne. Dema ku em navekî li tiştekî bikin, dibê ew nav li ew tişt bê. Ew tişt di kirasê wê peyvê de bi cî bibe. Piştî ku ew kiras lê hat û pê ket, em dikarin bêjin ku ew tişt êdî “navlê” an peyv e.

Di jiyana rojane de em gelek caran peyvên ku gelek ji wateya xwe dûr in bikar tînin. Ew jî di hişê mirovan de hêmayiyên vajî çê dikin. Yek ji vana jî biwêja “civakên sivîl” in.

Civaka sivîl, saziyên civaka sivîl, tevgerên civaka sivîl, hereketên civaka sivîl, komeleyên civaka sivîl, civaka medenî, civaka şarezar û hwd… Em çi nav lê deynin bila be bi rastî em dixwazin behsa hêzeke ku bandor li ser jiyana me dike bikin. An em dixwazin behsa hinek kesên ku dixwazin di jiyanê de denge xwe bi hevre derxin; ya herî kinik em behsa hinek kesên ku bi armancekî gihîştine hev û ji bo pêkanîna armanca xwe bi hevre dixebitin bikin. Dibe ku em behsa yên li hemberî wan jî bikin.

Li hinek welatên ku xwedî dewlet û zanîngeh û akdamîsyenin bixwe vê mijarê hêj wateya xwe ya rast nedîtiye. Hêj li ser wateya civaka sivîl ramaneke hevpar derneketiye qada zanistiyê. Ew jî di xebatên ziman, sosyolojiyê û siyasetê de asê maye. Min bi zimanê Tirkî pirtûkekî li ser vê mijarê nivisand û qediya bû. Berî ku ez bişînim çapxanê, min bi çavê xwendevanan lê mêze kir û min ne şand. Gelek sedem hebûn ku min wisa kir.

Lê sebebê herî mezin zimanê pirtûkê bû. Niha ji nû ve û ji serî de li ser mijarê dixebitim.

Rastî ew e û ezê sererast bêjim ku ji min re di vê mijarê de nivisandina Tirkî ji ya Kurdî hêsantir e. Sebebê wî jî, hemû çavkanî û zanînê min yên li ser vê mijarê bi Tirkî an Îngîlîzî ne. Lê di Tirkî de jî van pirsgirêkan hene. Îca madem di Tirkî de jî vê mijarê hewceyê xebata ye, emê xebata xweya pêşî li ser zimanê xwe bikin.

Bawerim di van demên nêzîk de li Bakurê Kurdistanê dibe ku vê xebatê qet neye xwendin jî. Li Başûr, Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê xetabên li ser vê mijarê ne ketin destê min. Dibe ku ev xebat jî quncikekî bigire. Bi vê hêviyê vê navberê pir dirêj nekim û werim ser mijara me.

Civakên sivîl, medenî, bajarî, şarmend an şarezar peyva ku di serî de tê gotin civak e. Wisa be pêşî dibê em zanibin civak çi ye û em ê yeko yeko li ser biwêjan herin.

Tu zanîn, bawerî an zanist însan bi serê xwe tenê nenirxandiye û ne dîtiye. Hema di her demê dîrokê de însan di nav civakê de xuya ye. Peyva însan bixwe bi çavên diyalogê û bi nêrîna çavekî din şîrove dibe. Însan, unsiyetê bi bîr tîne û ew jî rewşa aîdiyata civakê bi xwe re tîne. Yanî dema em dibêjin însan, em behsa têkiliyek dikin. Têkiliyeke di navbera mirovan de.

Ramanbîr û felsefevanên wek Rousseau, Montesquieu û Locke jî li ser vê mijarê gelek şîroveyan kirine. Dawiya dawî zêdeyî hinek çîrokan di destê me de tu danêreke ku mirovekî bi serê xwe bijî nîşan bide tune. Heta gelek felsefevanan vê pirsa bêbersîv pirsiye ; “gelo ev însanên ku neyarê koka hev in ka çima di hemû deman de bi civakî jiyane?” Zanistî vê rewşê bi du bersîvan şîrove dike.

1- Zarokên însan dereng mezin dibin û ev jî jiyaneke hevpar (civakî) mecbûrî dike,

2- Xwe parastina li hemberî jiyana dijwar…

Çi be bila be van bersîvan ji mirov re rast tên û ev bi xwe nîşan dide ger ne ji vê yekê bûna ewê çanda mirovahiyê jî weke mîratê ne gihîştina nifşên din.

Ji ber însan hebûneke civakiye, têkiliyên di navbera wan de jî tiştekî xwezayî û mecbûrî ye. Bir her awayî aşkere dibe ku van têkiliyan di navbera xwe de hinek saziyên xwezayî ava dikin. Di hemû civakên dinyayê de şekl û rewşa wan ji hev cuda bin jî saziya “malbat” ê heye. Tu civak bê malbat najîn.

Yek saziyek jî saziya “aboriyê” ye. Însan ji bo jiyana xwe bidomîne, hewceyê hinek tiştên biyolojîk, fîzyolojîk her wisa ewlehiyê ne. Ji bo van ihtiyacan pêk bên şert e ku mirov ji aliyekî ve bigîjin van tiştan. Ji nav civakên hinek herin nêçîrê, hinek jî goşt dipêjin û hinek firaqa bişon. Piştî cotkariyê ger hinek mirov karê çandinî bikin, yên din jî bi awayekî hewceyiyên van kesan bikar tînin. Van têkiliyan di navbera qewm û êlan de ji hev biqetin jî di bine saziya aboriyê de kom dibin.

Her wisa saziya siyasetê an polîtîkayê jî yek ji van saziya ye. Hemû têkilî, şekl û awayê tevgerbûnê di bin siyasetê de dicivin. Siyaset peyveke bi zimanê Erebî ye û bi wateya xwe di jiyana mirovahiyê de teşbîh bikar tîne. Polîtîka jî her wisa dîsa bi hunera teşbîhê derketiye qadê. Siyaset ji “seyisi”yê tê. Ew kare ku seyîs dikin navê wî karî di Erebî de siyaset e. Poltîtîka ji “politê” hatiye guhertin. Di wateya bi terbiye, nazik û kibar de ye. Li welatên Rojhelat de bi piranî siyaset him bi wateya xwe û hem ji bi kirinê xwe tê bikaranîn. Welatê şerqê hemwelatiyên xwe weke mihtacê terbiye kirinê dibînin. Peyva polîtê jî, di wateya bajarvaniyê de ji peyva “polîsê” dirêj bû ye. Yanî bajarvanî an pêşketî, medenî. Medenî jî ji peyva medîne derketiye. Medîne jî bi Erebî di maneya “bajar” de ye. Dema em di cihê polîtîkayê de peyva siyasetê bikar tînin, di mêjiyê wateya karê îdarekerina civakê de em civakê wek hespan qebûl dikin.

Ji bo peyva civakên sîvîl ger em peyva civakên medenî bikar bînin, gelo ew civakên medenî li hember kî civiyane û çi dikin? Gelo gundî çi ne?

Mesela cotkar di nav hev de saziyek çê bikin û mafê xwe bixwazin ewê navê wê saziyê çawa be? An şivan û her wisa bêrîvan… Dîsa qey polîtîkakar li hember bajariya tenê polîtîka dikin. Li gor agahiyên min li Başûrê Kurdistanê ji bo hemû sazî û tevgerên sivîl peyva “civakên medenî” tê bikaranîn û ev terîf cihê xwe yê rast nabîne.

Rojekê min radyo guhdarî dikir. Guhdarvanek radyoyê di telefonê de diaxivî. Qezayek trafikê çê bûbû. Otobêza şaredariyê li teqsiyekî qelibû bû.

Guhdarvan vê rewşê di telefonê de ewha şîrove kir. “Otobêza belediyeye li teqsiya sivîl qelibiye.” Ev gotina ku ji jiyana rojane û masûm xuya dike, ji bingeha wateya wê ya civakî tê. Dide xuyakirin ku fermiyetê (resmî) li dijberê sivîl bikar tîne. Jixwe di civaka Tirkiyê de sivîltî li hemberî resmiyetê tê bikaranîn. Bawerim ev nêrîn ji baweriya pîrozbahiya dewletê tê. Li gor hinek civaknasan civaka Tirk ku ji şivanî û koçberiyê hatine, saziya dewletê pîroz dihesibînin. Ev nêrîneke rast e û bingeha xwe ji jiyana dîrokî distîne. Mehmet Şevkî Alî Sevunduk vê rewşê ewha dinirxîne. Welatê Tirka yê herî kevn Asyaya navîn e. Li Asyaya Navîn ji ber ku erd û berê cotkariyê tunebûn, jiyan bi koçberî û şivaniyê di domand. Li welatê wan ji ber xatirê ku erdê cot tunebû mulkiyeta şexsî jî tunebû. Van şivanan xwe berî deşta Mezopotamya û Anatoliyê dan û êrîşê gelên cotkar kirin. Gelên cotkar ji bo xwe ji wan biparêzên van şivanên êrîşkar (barbar) ji bo ewlehiya xwe kirin leşker û bac an mûçe (meaş) dan wan. Ev rewş rengê xwe dide hemû jiyana Tirka ya gelemperî. Lê ew jî wan nade sekinandin û êrîş didomin. Bi van êrîşan re Dewletên weke Selçûkî û Osmanî derdikevin jiyana siyastê. Êdî jiyana şivan û cotkara li hev qelibiye û mulkiyeta erdê jî ji destê cotkaran derdikeve. Serokê şivana (başbux) û sipahî derdikevin.

Timar û zemaet dibe para sipahiyan. Xas ji bo mîrza, wezîr û began û hasê humayun jî dibe para padîşah. Lê timar û xas bi mulkiyetê dîsa yê padîşah in. Ajotin û rakirina wan xwediyê wan ên berê dikin.

Bi ser van de bandora îslamiyetê û mentiqê umetî, di bin berjewendî û siyaseta Qesra Osmanî destûr nade ku ji nav civakê wateyeke madî derkeve. Destûra ya manewî an şexsî jî tune. Ji ber ku Padîşah çi bike ew wekîlê Xwedê ye, civak hemû umet in û tabi’ê xelîfe ne. Peyva Ummetê di îslamiyetê de wate dibine. Carek her mislimanekî ku li paşiya mele (îmam) niyeta xwe ya nimêjê dibêje, dibe tabiê wî. Ev him cemaate him jî tebaetê bi xwe re ava dike. Umm, Umm ji peyva “dayîk”ê peyda bûbe jî bi vê wateya xwe ya paqij nemaye. Tabi’ bi xwe peyva “tebaa” kiriye nav ferhengê. Di vir de feyde heye ku em behsa ayetekî ji Quranê jî bikin ku dibêje, “Itaetê Xwedê, Resûlê Xwedê û ew Serokên ku ji we ne bikin…” (Nîsa, 59). Di bin şertê zordariyê de kî dikaribû ji wan serokan re bêje wele hun ne ji me ne? Yên ku digotin jî dihatin sotin an çermê wan di hat grotin. Civaka Tirk di bin van şertan de Tirkiyê ava kirin. Piştî Xilafetê jî mentiqê dewlet û gelemperiyê ewha domand. Qedera gelên din, bi darê zorê be jî bi wan re hat ava kirin.

Li Tirkiyê peyva sivîl yekemin dijberiya “eskerî” an “dewletê” tîne hişê mirovan. Lewra tevgerên sivîl dereng derketine holê û wateya wê jî çewt tê şîrovekirin. Dema li hember sivîl, peyva esker bê hişê civaka Tirk, ew dem jê hinek rewşên din derdikevn. Yek jê wek tê zanîn ku li Tirkiyê kirina eskeriyê mecbûrî ye. Mirovekî hêj nû xwe nas bike, di bihara temenê xwe de (20 salî) diçe eskeriyê û hemû tiştên ku pê biçûk bibe û kesayeta wî bişkê dibîne. Lêdan, sixêf û hemû kiryarên ku li hember esker baweriya însên (civak) dişkênin tên dîtinê. Ew rewş bandora xwe li hemû jiyana wan kesan dike. Îca gelo em dikarin bêjin ku peyva sivîl ji bo civakên Tirkiyê rast e an na? Dema em peyva sivîl bikar bînin, dibê em li hember wê peyva eskerî an dewletê baş binirxînin.

Li Tirkiyê

89.394 Komele -Ji van hemû komeleyan 18 heb tenê bê destûr alîkarî bidin hev)* 56.500 komele piştî sala 2000 ava bûne. Ji vana zêdeyî 15 hezarî komeleyên meslekî ne. Gelek ji vana di pratika xwe de betal in.

Weqf : 4.500

Sendîqa :96 (Yên karkerên ku di karê ne girêdayî dewletê de dixebitin)

Sendîqa : 54

Ode : 4.749

Kooperatîf : 58.090

Wek tê dîtin 156.883 saziyên sivîl li Tirkiyê hatine avakirin. (TÜSEV, 2006:52) Van danêran 9 sal berê hatine berhevkirin. Li gor lêkolînekî di sala 2005a de li Îngîlîzîstanê 160.000 komele hene.

Xuyaye ku ji aliyê îstatîskê ve bi taybetî piştî sala 2000 gelek pêşketin heye. Yek sebebê zêdebûna van komeleyan handêr û teşvik kirina Yekîtiya Ewrûpayê ye. Bi rastî ev him ji aliyê erênî him jî ji aliyê neyînî ve grîng e.

Dema em li îstatîskan û pratikan dinêrin em baş dibînin ku van sazî û tevgeran li hember dewletê an eskeriyê ne çalakin. Bi taybet hinek ode û komeleyên meslekî gelek caran di cî de û bi armanca sazîbûna xwe derdikevin meydanê. Lê van mînakan gelek kêm in. Di pratîkê xwe de “sîvîltî an sîvîlbûnê” nîşan nadin. Herwisa gelek weqif, komele, ode û saziyên dewletê û yên eskeriyê jî hene. Ger weqfa çand û lêkolînê hebe, weqfa Mehmetçîk j heye. Weqf û komeleyên eskerî jî hene. Gelo emê hemûyan çawa di tûrikekî de bicivînin? Ger bi armanca xwe ji bo dijberiya siyaset û kirinên dewletê bixebitin ew dem em dikarin bêjin civakên sivîl. Hezkiroxên filan gundî ji bo çi komele ava dikin, dibê baş bê bi nav kirin. Ez ne li hemberî avakirina komele û saziyan im. Ez dixwazim bi sedhezaran vebin, ew tiştekî cuda ye. Armanca min em rastiya peyvê bibînin.

Hinek peyv hene ji hinek zimanan dikevin nav zimanên din. Peyvên zanistî bi piranî bi nêzî orîjîniya xwe dikevin nav hemû peyvan. Gelek peyvên din jî hene. Mesela peyva “morg”ê, bi orîjîna xwe ketiye gelek zimanan. Peyveke bi Fransî ye û ji navê avahiya (apartman) ku yekem mirî tê de sekinandine tê. Her wisa peyva apartmanê bi xwe jî Îtalî ye. Wateya wê xaniyê ku ji hev qetiyane ye. Van peyvan bi awayekî êdî hema hema di hemû zimanan de cî girtine. Lê belê firqa navbera hinek peyvan hene. Di hinek zimanan de apartman tê wateya xaniyê bi tenê. Dema li her welatî em ji avahiyên bilind re bêjin apartman, dibe hinek bi me bikeninin jî. Peyva telefûnê ji Yûnanî tê. Tele: dûr, fûn; deng. Yanî denge dûr. Ewrûpayiyan bi vê mentiqê peyva sivîl bikar anîne.

Sîvîl ji peyva civis tê. Ev peyv Latînî ye û di wateya “hemwelatî, hevniştîmanî” weke “societe civilie” ketiye Fransî yê. Fîlozofên Yûnaniyan yên wek Arîsto û Platon peyva sivîl û dewletê bi hev re bikar anine. Lê di wateya îroyîn de yekem Rousseau behsa vê peyvê kiribe jî, bi giranî Hegel li ser sekiniye. Hegel civaka siyasî û ya sivîl bi sînoran ji hev qetandiye. Hemû kar û xebatên ku dewlet dike civaka siyasî, yên din hemû civaka sîvîl didamezirîne. Dawiyê Gramscî jî li ser vê mijarê sekiniyê. Habermans vê peyvê gihandiye “qada gelemperî”. Ku bi Tirkî jê re dibêjin “kamûsal alan.” Peyva kamûyê bixwe peyveke nivcû ye. Kêmasiya wê ji ramanê Habermans nayê lê ji nerînû famkirina wê ya di zimanê Tirkî de tê. Li Tirkiyê wek min li jorê jî got kamû û dewlet bi hemwateyê tên fêmkirin. Ji dijberê peyva Kamûyê re, “taybet” tê gotin. Herwisa di jiyana civaka Tirkiyê de taybet çi ye? Dewlet gelek deman zagona derdixe û bê destûr dikeve heta nava mala mirovan. Ka gelo taybetmendiya civakê çi wate digire? Li Ewrûpayê piştî ku dewletên feodal belav dibin û civak ber bi bajara ve diçin, saziya dewletên navendî jî derdikevin li meydanê peyda dibin. Dema feodalîteyê dewletên navendî û bi hêz tune ne. Wê demê di nav gel de dem bi dem hinek serhildan û raperîn derketibin jî herêmî mane û hatine fetisandin. Haya gel ji hev tune ye û her kes bi xwe heyrî ye.

Piştî ku li bajara burjûvaziyek nû peyda dibe û fabrîqe û sanayî pêşketin, bajara jî bi xwe re mezin kirin. Vê rewşê dewletin navendî jî çar kirin (afirandin). Dema dewlet navendî be, ji bo dewletê esker û her wisa xizmetkarên din lazim dibin. Ji bo van xizmetan jî pere. Ji bo pere jî dewlet mecbur e ku here ber deriyê dewlemendan. Her tişt ji wê der dest pê dike. Dewlemend ji bo ku pere bidin dewletê, hinek mafên însanî û azadî dixwazin. Rêveberiya xwe bi destê xwe dikin. Mînakek ji vana şaredarî an îdareya bajarên ku lê dijîn dixwazin ew bi xwe bikin. Van mafan distînin jî. De lê binêrin di ser de 200 sal derbas dibe û hêj li Tirkiyê belediye li hemberî sivîltiyê tê dîtin. Lewma min li jor ew mînaka otobêza belediyê da.

Ger hun bixwazin li ser vê mijarê pirtûka Charles Tilly ya bi navê “hereketên civakî, yên nû” bixwînin.

Dema yekî Ewrûpî bêje sivîl em dizanin ku ew vê peyvê li hemberî politikê bikar tîne. Dema polîtîk tê gotin qesda dewletê tê kirin. Lê ev ji bo

Tirkiyê û Kurdistanê jî rast e gelo?

Filizof û ramanbîrên weke Ruosu, Hegel, Marx, Lock hwd… di civaka me de jî hebûna dibe ku me vê peyvê jî weke peyva telefûnê di wateya wê de bigotina. Lê ji bo vê peyvê mixabin em nikarin bêjin ku peyveke rast e.

Peyv dema di cihê xwe de neyên gotin, di mêjî de jî xelet tên fêm kirin. Herwisa di jiyanê de li ser xeletiya xwe derdikevin pratîkê. Mijara me jî yek ji van mînakan e. Li Ewrûpayê şertê saziyên sivîl bi zagona hatine nîşankirin. Xalak ji wateya saziyên civaka sîvîl eve ku; a - “dibê azad bin. Ji tu partî û dewletan emr û talîmatan negirin û nekevin bin bandora wan. b - Ji bo ku dikaribin xwe temsîl bikin gere hemû derfetên wan hebin. c- şert e ku gringiya şêwirmendiyê derbixin û pispor bin. d- Gere hemû kirin û fealiyetên wan zelal bin û tiştên bi dizî nekin....” Xal herweha didomin.

Saziyên sîvîl yên Tirkiyê ku li ser navê alîkariya însanî ji DAÎŞê re çek û teçhîzatên leşkeri dikişandin hatin bîraa we, ne wisa? Saziyeke bi navê alîkariya însanî, bi MITa Tirkiyê re ji DAÎŞê re li hember şerê Rojava bi TIR û qamyonan çekan kişand. Ev bûyer êdî ne tiştek veşartî ye. Ger ev sazî, ji civakên sîvîl bê hîsab gelo saziyên aştîxwaz ewê ji çi bên hesibandin? Li Tirkiyê ji aliye aştiyê ve saziya herî pêşî, “Cemiyeta Aştîxwazan” e. Ev Sazî di sala 1950 î de ji aliyê çend entellektuelên sosyalist tê avakirin. Temenê wê heft roj e. Ji aliye dewletê ve tê girtin û endamên wê tên girtin.

Van mînakan ji bo qiyasa firqa pratîkê didim.

Çend roj berê li navçeya Antalyayê Serîkê bûyerek çê bû. Saziya Alperena êrîşê avahiya HDPê kir û zirarê da avahiyê. Qeymeqam û serokê partiya êrîşkar ya partiya Alperana tiştekî balkêş şîrove kirin. Gotin ku -we çima li ser saziya xwe “teşkilat” nenivisiye û peyva “orgut” ê nivisiye? De îca li vê ecêbê binêrin. Teşkilat peyvek e Erebi ye û Orgut bi Tirkî ye. Peyva “Orgut” ê ji aliyê civakî ve “ girêdana bi hev re” digire û zêdetir di cih de ye.

Lê belê dema peyv di armanca îdeolojiyan de bên bikaranîn dikevin xizmeta wan jî.

Ewrûpayiyan ji xwe re peyvekî dîtine. Li ser bingeha wê ya rast damezirandine. Lê ji bo welatê şerqê an li gor nêrîna min civakên umetî, ev peyv di cî kî rast da nayê gotin. Ramanbîrên Tirk gelek li ser peyvan leystine. Lê lîsê tu peyvekî di hêlîna wê de bi keys nekirine. Yek ji vana Ziya Gokalp e.

Pir xebitiye ku peyvan li gor bingeha Tirkî biafirîne lê zêdeyî çend peyvan tu yeka ku di jiyana rojane de bê axavtin tune ye. Uygarlik carina di şûna medeniyetê de tê gotin. Ew jî peyva “uygarlik” ji Uygur’ê aniye û di wateya xwe de cihê medeniyetê nagire. Her wisa Namik Kemal peyva watan kiriye şûna peyva niştîman. Peyva wetan çiqas bi zimanê Erebî be jî, ji hembajariyê gihandiye hemdewletiyê.

Neteweyên Yekbûyî, hema bêje hemû saziyên ku ne girêdayî hikûmeta ne wek civaka sîvîl dibîne. Armanca min ne ew e ku bi serê xwe peyvekî bibinim û navekî li vê rewşê deynim. Êdî de bila zimanzan, civaknas, çalakvan û lêkolîner serê xwe deynin ser hev û li ser van tiştan bi hizirînin. Pirtûka min ya li ser vê mijarê ewê zêdetir li ser pirsgirêk û rêdîtina çareserkirina sazî û tevgerên civakî be. Ez peyva “tevgerên civakî” bikar tînim. Her civaka ku bigîje hev dibe ku ne bi tevger be. Dîsa her civaka ku bi armancekî tenê bigîje hev û çalakiyeke hevpar bike, ne saziyek e jî. Lê belê di mînaka Platforma ku bi navê “ji Şer Re Na” hatibû damezirandinê bi sed hezaran kesan li hember şerê Iraqê gihand hev. Li Dinê gelek mînakên ewha hene lê di dîroka Tirkiyê de ev tiştekî nûjen bû. Dîsa peyva hereketê jî peyvek ji peyvên modern e. Lê ew jî mirovan bi yek armancê digîne hev û dîsa sazîbûnê tîne bîra mirov. Ji peyva hereketê bi xwe bêhna îdeolojiyê dîfûre…

Çavkanî

Charles Tilly; Yeni Toplumsal Hareketler

Ankara Unv. SBF Dergisi; Kamusal Alan ve Toplumsal Hareketler

Jurgen Habermans; Kamusalligin Toplumsal Donuşumu; Tanil Bora, Mithat Sancar

Hegel; Sivil Toplum Devlet ve Yurttaşlik

Murat Belge, Seminer notlari – Bilgi Unv. Sivil Toplum Kuruluşlari Egitim ve Araştirma Birimi

Ozgurluk Dunyasi Dergisi, Gramcî, Marx’ta Sivil Toplum Kavrami

Norbeto Bobbio; Gramsci ve Sivil Toplum Kavram Sivil Toplum ve Devlet: Avrupa’da Yeni Yaklaşimlar

Peter Drucker; Managing the Nonprofit Organization: Practies and Principles.

Anadolu Unv. Yeni Toplumsal hareketler ders kitabi


Gotinên miftehî :