Tevliheviya ferhengan,tevliheviya,ferhengan

Tevliheviya ferhengan

A+ A-

Ferhengsazî karekî pir xetere ye. Her cara ku di xebatên teknîkî de mirov li tevliheviyekê rast tê, mirov careke din wê ked û xebata ferhengsaz ji bîr dike û dibêje “ma îcar bû?”

Heke hûn bi zimanê teknîkî re ne têkildar bin, hûn dê pirsgirêkê fam nekin. Lê heke hûn bi zimanê teknîkî re têkildar bin, hûn dê bizanin ku dema tîpek diguhere çi tişt pê re diguherin. Belkî di gelek warên din de jî mirov dikare mînakên bi vî rengî bide, lê heke zimanê teknîkî be, hingê têkûziya zimên bi awayekî din xwe nîşan dide.

Di ferhenga mezin (Kurdî-Tirkî / Amadekar Zana Farqînî) de hin tevliheviyên wisa bala mirov dikişîne ku sergêjiyek mezin bi mirov re çêdibe. Zimanê teknîkî encax li ser hîmê standart xwe ava dike. Heke standart tune be, zimanê teknîkî bi derketina xwe re standardîzasyona xwe jî dike. Hêzeke wisa pê re ye ku di tu warên din de nîn e. Zindî ye, bi nexweşiyên xwe re şer dike, her roj mezintir dibe û wekî her zindiyekî ber bi bêqusûriyê ve diçe.

Li gor min tu par û keda Farqînî di vê sergêjiyê de nîn e, an jî gelekî hindik e. Lê heke pêşketinek çêbibe keda wî ji %100 e. Wî di herdu ferhengan de jî hemû bêjeyên ku dizane li ber çavên me raxistiye. Hin dema ku mirov li bêjeyekê digere, mirov dibîne ku tevliheviyek mezin di zimanê me de heye.

Mînak: Qetandin
Ta tê qetandin, kablo tê qetandin, benîşt ji benîşt tê qetandin, qumaş tê qetandin… Di tirkî de “koparmak” tê gotin. Di ferhenga navborî de jî wisa ye.

Mînak: Veqetandin
Dema du kes bi hev re şer dikin, mirov wan ji hev vediqetîne. Dema ker dev yekî bike mirov kerê jê vediqetîne. Wekî “hela vê kerê jê veqetîne…”Ev jî bi tirkî “ayırmak” e û di ferhengê de jî wisa hatiye nivîsîn.

Heta vir pirsgirêk nîn e, lê kekê Farqînî di ferhengê de ji bo herduyan jî “koparma” bi kar aniye. Yanî digel wateyên din ev wate jî dayê.

Mînak: Raqetandin
Min ev bêje nebihîstibû. Lê dema min çîrokên fabl ên Jîr Dilovan de dît, wekî min zêrek dîtibe, min got ev “ayrıştırmak” e. Kesên ku fizîk xwendine baş dizanin ku ev gotin ji bo fizîka kurdî zêr e. Gaz ji hev nayên veqetandin, ji hev tên raqetandin.

Min bi lez û bez ferhenga navborî vekir. Mixabin ku di wir de ji bo raqetandinê jî dîsa “koparmak” hatiye bikaranîn. Bi vî rengî kekê Farqînî ji bo 3 tiştên ji hev cuda heman tişt bi kar aniye. Lê tevlihevî bi evqasî jî naqede: Di ferhenga navborî de rewş wiha ye.

Qetandin: Dûrxistina tiştekî ji tiştekî din. Dabeşkirina cihekî… Ji-hev-bi-dûr-xistin. Hilbijartin. Xirakirina peyman û lihevkirina navbera du an jî bêhtir kesan… Tahsîs-kirin… Tirsandin… Heyecangirtin. Çirandın… Kevinkirin… Veqetandin…

Ev wateyên jorîn hemû ji bo gotina “qetandin” hatine bikaranîn. Di wateya “veqetandin” û “raqetandin” de jî wisa ye...

Tevlihevî bi evqasî jî naqede. Li ser qada înternetê jî gelek ferhengên elektronîk peyda bûn. Tevliheviya di ferhengên nivîskî de xwe li ser wan ferhengan jî nîşan dide.


Gotinên miftehî :