Teyrên Berate,teyrên,berate

Teyrên Berate

A+ A-

Tu gilî, gazin û hêviyan ji dijmin nakim, ew karê xwe dikin, ji bo armanc, berjewendî û hebûna xwe dikin. Lewra li ser bingehek azad şînbûn, vejîn û hebûna gelê kurd dê bibe tunebûna wan, ev xewnereşka wan a herî mezin e. Ya rastî ez tu gilî, gazin û hêviyan ji teyrên berateyan jî nakim, lewra ew jî karê xwe dikin, rola xwe dilîzin. Egîdî ji her kesekî nayê, hinek dikin, hinek jî hewl didin li ser ked û kira kiranan bi erzanî rûnên. Jiyana belaş felsefeya wan e. Mirov vê di hemû livên jiyana wan de dibîne. Lê ew kurmên darê ne, loma jî divê bêne naskirin.

Fermo bila biaxivin yên BDP, CHP û MHPê dikirine nava kirasek û BDPê bi hevkariya van herdu partiyên tirk ên faşîst ve tewanbar dikirin û li ser navê ’kurdayetiya herî resen û dilsoz’ AKPê mîna hêviyekê pêşkêşî gelê kurd dikirin. Dîsa ’vebûn’a AKPê mîna çareseriya herî baş, deriyê herî bi xêr nîşan didan û lidijderketina vê jî mîna xiyaneta li dijî berjewendî û azadiya gelê kurd nîşan didan. Fermo biaxivin, biparêzin ka hûn dê êdî çi biparêzin. Bi derew û sextekariyên AKPê re rûyê we yê rastî jî derket holê. We xwe li bêhna kebaban girtibû, lê tiştek din derket. We hesab nekir ku eger ew kebab bin jî dê dîsa hestî û dergevanî para we be, bi îhtimala herî baş ew jî. Lê kî dikare bêje ku hûn bi wan jî ne razî ne ku?

Yên di hemû jiyana xwe de bê ked jiyane, ji bo berjewendiyên gelê xwe, ji bo êşên gelê xwe yek saetekê ji xewa xwe ya şîrîn fedakariyê nekirine, bûne ’dilsoz û welatparêz’ên herî mezin û zirna li destê AKPê. Fermo biaxivin!

Yên di bin navê welatparêziyê de çûne Başûr û li wir ji xwe re cî û war ava kirine, di bin siya parazvanan de di qesran de dijîn, silavdayinek, lihevrasthatineke Fethullah Gulenê faşîst jî mîna paye û serbilindiyekê didane nîşan, ka biaxivin niha!..

Yên piştî ’sirgûnî’ya 35 salan vegeriyan ’welatê xwe’ û ji aliyê dewletê ve hatin pêşwazîkirin bi rêz û parastinî, ka biaxivin, we çi firot? Dîrok kengî û di nav kîjan gelî de nivîsiye ku dijminan belaş qedrek an tiştek dane mirovan? An we bi kîjan keda xwe ev qedir bi dest xist? De ka biaxivin, niha bêjin hûn dê çi bêjin? Bila ji bilî dijminayetiya li dijî Tevgera Azadiyê û Serokayetiya wê, du gotinên we, ji dijminan re û ji van komkujiyên wan ên siyasî re jî hebe, de ka bêjin!.. Dema di demança mirov de 14 fişek hebe û mirov şarjorê di birayê xwe de vala bike, yek fişekek bi tenê jî ji dijminê xwe re veneqetîne, navê mirov dibe çi gelo? Ka bêjin, niha biaxivin!..

Kesên di malperên xwe de hemû nûçeyên manîpulatîf ên li ser maseyên MÎTê dihatine amadekirin û ji rojnameyan re dihatine serwîskirin, werdigerandine kurdî û diweşandin, di bin navê ’rexne’ û ’kurdayetî’yê de dibûne û hîn jî dibine def û zirneya li destê AKPê, Fethullah Gulen û sîstema kedxwar û faşîst, fermo binivîsin. Li şûna ’danasîn’a KCKê ji dijminan re, danasîna rûyê gemar ê AKPê û hemû dijminên din binivîsin eger dil û mêjiyên we têre dike!.. Fermo binivîsin li ser van komkujiyên siyasî yên AKPê û sîstema faşîst, roj roja xîretê ye, gelo hûn têre dikin?!..

Fermo ji we re hin îstatîstîk:

- Di 7 mehên dawî de 4 hezar û 547 kes hatin desteserkirin, ji van 838 kesî kirin girtîgehê.

- Di demên hukûmetên AKPê de 129 zarokên kurd hatin kuştin û berpirsên yek ji van kuştinan jî tu hesabî neda.

- Bi tenê heftiya derbasbûyî zêde ji 60 kesî hatin desteserkirin, ji van 48 kes parêzer in.

- Kesên di operasyonên di bin navê ”KCK” de hatine girtin ev 2 sal û nîv in hîn parastina xwe jî nekarîne bikin, ew derfet nedane wan.

- Di van 6 salên dawîn de 4 hezar û 190 jin hatin kuştin. Di nav van de 16 şervanên jin ên HPGê jî hene ku li Geliyê Teyarê bi kîmyasalê hatine şehîdkirin.

- Di demên hukûmeta AKPê de şideta li dijî jinan ji sedî 1400 zêde bûye.

- Bi van girtinên dawîn re 400 jin bi tenê ji ber kar û xebatên siyasî dikin, hatine girtin.

- Herî zêde di dema hukûmetên AKPê de li dijî şervanên HPGê kîmyasal hatiye bikaranîn û AKPê generalê ku bi van wahşet û hovîtiyên xwe hatiye nasîn Nejdet Ozel kir Sererkanê giştî yê hêzên leşkrî yên tirk.

- Di sala 2005an de hejmara kesên ku bi bihaneya sûcê terorê kiriye hatine girtin 273 ye. Ev hejmar di sala 2010î de derket ser 12897î.

- Li hemû cîhanê hejmara kesên ji ber sedemên terorê girtî ne 35117 ye, lê bi tenê li Tirkiyeyê ev hejmar 12897 e.

Hin gotinên AKPê û Mêjiyê wî yê gemar û faşîst Fethullah Gulen:

- Tayîp Erdogan: Kesekî bêguneh nehatiye girtin. (mîna ku dadger û dozger ew e)

- Tayîp Erdogan: Em wan digirin davêjine zîndanê, ew dîsa jî kongreya xwe li dar dixin, divê em ji nû ve çi pêwîst be pêk bînin.”

- Tayîp Erdogan: Jin be jî, zarok be jî, çi pêwîst be dê bê kirin. (Hema piştî vê gotina Erdogan bi dehan zarok û ciwan hatin kuştin û bi sedan hatin girtin)

- Tayîp Erdogan: Heya havînê li ber xwe bidin. (Ji bo mexdûrên erdheja Wanê ku di bin berfê de ji serman û birçînan ji bo nemirin li ber xwe didin.)

- Hukûmet ji bo Şerzan Kurt: Çi karê wî li wir hebû? Li wir nebûna dê jiyabûna.

- Fethullah Gulen: Bila koka wan ji holê rabe, agir bi mala wan bikeve, hewar û fîxan ji nav malên wan kêm nebe. (Ji bo kurdan dibêje)

- Fethullah Gulen: 5 hezar kes bin jî, 50 hezar kes bin jî dive bêne kuştin. Pêwîst bike divê koka wan bê ziwakirin. (dîsa ji bo kurdan û şervanên wan dibêje)

- Fethullah Gulen: Polîs, mamoste, karmendên tendrustiyê, dozger bila biçin û bikevine nav spîglorîk û sorgilorîkên wan! Bila ew dorpêç bikin, bikin nav çemberê, serû bin bikin. (Dîsa gelê kurd mîna armanc û hedef nîşan dide.)

Kerem bikin ‘welatparêzên dilsoz’ parêzerên AKPê û ‘vebûn’a AKPê; hûn dê çi bêjin? Lê hûn çi jî bêjin dê ne ev gel û ne jî dîrok we efû bike. Hûn wisa dizanin ku dema heyam ne li gor dilê we biguhere jî, hûn dê bi çend çivan car din li gor rengê heyamê reng bidine xwe, lewra mirovên demê ne hûn. Lê na! Bi wan mêjiyên xwe yên piçûk ku kakilê gûzê tijî nake hûn dîsa hesabên şaş dikin. Ne ew dijminên ku hûn di destê wan de bûne zirne dê hestiyek jî bavêje ber we û ne jî dê ev gel van kiryarên we ji bîr bike. Hemin dê hinek hebin bi bîra gel bînin.

Gotina dawîn: Hûn teyrên berate; li benda têkçûna vê têkoşîna bêhempa nemînin, hûn dê ji birçîna bimirin. Lewra li ser xwîna Egîdan her tim Egîd şîn dibin û dibine hêviya li nav dil û mêjiyên gelê xwe û tirs û xofa li dilê beratan.

Mahabad Felat Arda [email protected]


Gotinên miftehî :