1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Tirkiye ber bi tevliheviyê ve diçe
Tirkiye ber bi tevliheviyê ve diçe,tirkiye,ber,bi,tevliheviyê,ve,diçe

Tirkiye ber bi tevliheviyê ve diçe

A+ A-

Kin û kurt...Dê Tirkiye tevî hev bibe. Û têkiliya vê bi kurdan re tune.Bi kurtasî, yên ku dîroka tirkan dizanin, dê bizanin ku wan deh dewlet ava kirine û neh ji wan dewletan xira kirine.Tirk di warê şerê navxweyî û xirakirina navxweyî de hem jîr in, hem jêhatî ne.Dîsa dê wisa bikin...Ne ku çîroka "Geziyê" dest pê kir û ez wisa dinivîsim... Ne ku KCK'ê daxuyaniya rawestandina vekişîna gerîlayan daye û ez wisa difikirim.Tevliheviya hindurîn a tirkan, pirsgirêkek navxweyî ye, têra xwe dîrokî ye, kûr e û berfireh e. Ji ber ku kemalîstan bi qasî 90 salî ye nehiştibû aliyê din xurt bibe, tevliheviyeke navxweyî jî dernediket. Lê di dema AKP'ê de aliyê din, ev deh sal in, têra xwe derfeta xurtbûn û belavbûnê dît.Tirkiye...Dema ez dibêjim Tirkiye, ez tenê qesta bajarên tirkan dikim...Dê tevliheviyek dest pê bike... Û wekî fe'la qereçiyan bêjim: "dê 10 salan neqede".
Kemalîst xwediyê mejiyekî 90 salî ne. Kî, ez jî, henekê xwe bi mejiyê wan ê naguhere bikin jî, girseyek girîng in û kûr in. Aliyê din, ê ku me got "kemalîstan nehişt ku mezin û xurt bibin", yanî "oldarên tirk" jî van deh salan xurt bûn. Besî wan e.
Karaktera "oldaran" tiştekî balkêş e. Wekî hewa esirandî ye, di cihê xwe de namîne û diteqe. Oldar, wekî karakter, ne ji bo rawestinê ne, ji bo belavbûnê ne.
Çawa ku tu ol bi şoreşên hindurîn ve belav nebûne. Çawa ku îslam bi şûr hatiye nav faris, kurd, tirk û hemû cîranên ereban. Wisa, olê din jî wisa belav bûne. Oldar, jiyana xwe û hebûna xwe di riya belavkirina ola xwe de terxan dikin.
Îcar dema wan hat... Niha bi xwe bawer in...Û niha kemalîst jî bi xwe bawer in û naxwazin dereng bimînin...Û niha li cîhanê jî yên dixwazin ji vê rewşê sûdê wergirin hene. Wekî Rojavaya Cîhanê... Êdî dixwazin hefsarê AKP'ê bişidînin. Cemaeta Gulen jî dê hinekî xizmeta vê yekê bike.Û Tirkiye, yanî bajarên tirkan ber bi tevliheviyeke navxweyî ve dihere.
Ê?Îcar kurd divê çi bikin?Ya rast ew ne karê min e. Li gor min, heta hinek şaşiyek berbiçav nekin, ez fikra xwe nabêjim. Ji ber ku yên wekî min naxwazin bandorê li ser hilbijartina riyan bikin û berpirsiyariyeke vê jiyanê di stu xwe de bihêlin.
Tenê ez dizanim dema tevliheviya Tirkiyeyê dest pê kiriye û her roja ku diçe dê kûrtir bibe.Hew divê dubare bêjim ku têkiliya vê zanînê bi "geziyê" re tune û ne şîroveyek li ser bingeha wê ye.
Û kin û kurt...Dê AKP di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de gavan bavêje.Yên ku dibêjin qey dê dema duyemîn a pêvajoyê nemeşe, an wisa hêvî dikin, xwe dixapînin.AKP ji bo di vê pêvajoya nû de nekeve, dê xwe bi vê vebijêrkê bigire û dê li keştiya rast siwar bê.Belkî bi vî rengî têk neçe.Belkî...