1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. M. Çiya Mazî
  4. Tiştê ku bi lez bê kirin, yekîtiya hêzên Kurdan e
Tiştê ku bi lez bê kirin, yekîtiya hêzên Kurdan e,tiştê,ku,bi,lez,bê,kirin,yekîtiya,hêzên,kurdan,e

Tiştê ku bi lez bê kirin, yekîtiya hêzên Kurdan e

A+ A-

Erê… Me fêm kir ku medya kurdî carinan bi propaganda nûçeyan didin. Lê ev jî ji reha hişê her kurdî ye ku derdikeve ser rûyê erdê. Dibêjin “agahiyên rast nayên”. Yahu hûnê agahiyê çi bibihîzin? Dibêjin agahiyên tên ne rast in û alozî heye û propaganda ne.

Ev jî hatiye fêmkirin.

Lê belê diyar e ku DAIŞ çi dixwaze û çi dike. Ne hewce ye ku em bahsa vahşetiyên wan bikin; dikujin, talan dikin, dagir dikin, agir bi axa kurdan dixin û xera dikin, dibirin, diçinin, serjê dikin. Ma ne bes e. Ma ev hewceye ku hinek dîsa ji me re bibêjin?

Ya girîng çi ye? Kurd niha çi dikin? Ya hirîng ev e.

Rastî jî xuya ye û ev e û herkes êdî piştrast in ku bi deh hezaran Kurdên Êzdî ji Şengalê derketine û li serê çiyan tî birçî ne. Mexmûr di metirsiyê deye, Daiş hatiye nêzî Hewlêrê, li Kobanê û rojavayê Kurdistanê hê jî metirsî heye. Hê em kîjan agahiyan dixwazin?

Û erê me fêm kir ku misilmantî ne wisa ye. Lê ka we çi kir ji bo van “ne misilmanan” hûn çi dikin ey musilmanino? Ji xwe ev ne Misilmantî û filan û bêvan e, ev talana Erebên radîkal û dijminê îman û hebûna kurdan e. Tiliya tirkiyeyê û gelek welatên din tê heye. Wê demê misilmantî û dîn li aliyekî bihêlin û xwe bifikirin.

Divê kurd hemû faaliyetên xwe yî siyasi yên asayî bihêlin, nakokiyên nava xwe taloq bikin û vê êrişa Daîşê têxin pêş û li ser bifikirin. Ji ber ku qezencên kurdan ji holê rabin kes nikare nîqaş jî bikin. A ha kerem kin serxwebûna Kurdistanê ev e, ma çi ye? Ku hêz bibin yek û axa xwe biparêzin, ma ev çi ye? Ev ne serxwebûn e? Ez bibêjim ku bi rastî û ji dil ez serxwebûna Kurdistana demokratîk dixwazim. Lê heke bi rastî ez ji bo kurd, kurdî û Kurdistanê tiştekî nekim ev peyva min ne hêjayî pênc qurişan e jî, vala ye. Ji ber ku herkes dê bibêje û bisekine û li bendî hinekan be ku Kurdistanekê ji bo wan ava bikin.

Tiştê baş “Fermandariyek Hevpar” e ku êdî tê bilêvkirin ji bo hêzên parastinê. Tiştê acîl ji Kongreya Netewî, ji hilbijartin û referandûman, ji kongre, konferans, mitîngan girîngtir Fermandariyek hevpar û parastina bi hevre sînorên Başûr û Rojavayê Kurdistanê yê aliyê başûr (aliyê Ereban) e. Hewldan û piştgiriyên ji bo yekîtiya hêzên kurdan gellekî girîng û di cîh de ne, divê her kes û rêxistin alîkariya vê fikrê bikin, yan na berpirsiyariyek dîrokî û barê giran dê wan biheciqîne.

Divê Kurd hesabê hertiştî û her bûyerê bikin. Li her deverê Kurdistanê heta li Bakur jî dibe ku bûyerên wisa çêbibin. Herkes hesabên bûyerên pir mezin bikin. Ne hewceye ku mirov xetiman daxînin û bi qurretî edebiyatê bikin û nirxandin û analîzên pêşerojê bikin û peyvên qelew bikin. Pir bi hêsanî xuyaye û rewş diyar e û ev e û acîliyeta yekîtiya hêzên kurdan heye, bi kurtî.