Tolerans,tolerans

Tolerans

A+ A-

Tolerans çi ye, sînorên toleransê çi ne, li gor çi, li gor ki/kê û çima tolerans? Li gor baweriya min, pirsên sereke ku divê bêne bersivandin, ev in.

Rengîniya civakê, cudahiyên ku di nava civakê de ne, dewlemendiyên civakê ne. Lê ew cudahî bi taybet di nav civakên paşvemayî ango paşvehiştî de, dibine sedemên nakokî û pevçûnên mezin. Ji ber çanda toleransa li hember cudahiyan, di nav van civakan de peş neketiye. Eger ev çand hebûya dê ew cudahî li deverek bigihêştana hevûdu û bibûna dewlemendî. Civak, dê ji van cudahiyan îstîfade bikirana. Bi gotineke din; çanda jîyana bi hevûdu re li gel cudahiyan, bi pêş neketiye an gelek li paş maye.

"Eger tu mîna min bî, an bikaribî bibî mîna min, tu dikarî bi min re bijî an na ez ê bi te re şer bikim an têbikoşim an te înkar bikim an jî te nêzî xwe nakim." Ev raman desthilatdar e.

Herweha, çandên "serdest" (ku ew bi xwe jî têne guftûgokirin. Li gor kî/kê, li gor çi serdest, an jêrdestş Lewre ev bi giranî, ji serdestiya sîyasî ango desthilatdarî û zordestiyê tê) ji bo tunekirin an talankirin, eger di hin tiştan de bi ser nekevin, wê demê jî, ji bo berevajî kirin û xwedî lêderketina çandên "jêrdest" têdikoşin. Mîna talankirina çand û hebûna kurd, ji aliyê desthilatdaran ve.

Bi taybet mirovên Rojhilata Navîn, derba yekem nakokiyên xwe bi tundî derdixine pêş û eger tiştên wan ên hevbeş hebin ku bikaribin parve bikin jî, ji ber vê yekê wenda dibin.

Di bin pirsên gelek mezin de, ev mentalîte radizê. Lewra wisa bê tolerans in ku, rê li ber her tiştî tê girtin û atmosfer germ dibe. Ev jî gelek caran dikare bibe sedema gelek bûyer û qewmînên mezin.

Ewropî; nakokiyên wan hebin jî, bi sebr û aram in. Gotina dawî, pêşî nabêjin. Pêşî tiştên ku dê bikaribin li ser, li hev bikin derdixine pêş û di nav demê de ev dibe sedema ku, nakokiyên heyî jî, wenda bibin an çareser bibin. Yek ji sedema pêşketina Ewropayê ya herî mezin jî, ev mentalîtê ye.

Gelek caran û di gelek rewşan de, giraniya mirovan, bi rexneyên tûj û ne li rê, bi çêr an bi awayên hîn dijwartir êrîş dibine ser raman, dîtin û baweriyên cuda bêy ku naverok, armanc û hedefên wan cudahiyan lêbikolin an bizanin. Ji xwe gelek caran pêwîstiyeke bi vî rengî nabînin jî, lewre pîvanên wan bi tenê rastî, bawerî, dîtin û jîyana wan e an bi kurtayî rengên wan e. Bi gotineke din, berjewendî an hestên şexsî, didine peşiya gelek tiştan. Rengînî an cudarengî nikare bê pejirandin, an daqurtandin. Bê guman, ev nayê wateya ku, dema lêkolîn bêne kirin, wê demê mafê mirov û êrîşê jî çê dibe. Lê mirov dikare bi metodên hîn çêtir bersiv bide an bibe bersiv. Divê mirov bizane ku yê hemberî mirov dijminê koka mirov be jî, divê berî her tiştî mirov hewl bide da wî dijminî bi her awayî binase. Lewra wê demê, li hember wî dijminî mirov dikare têkoşînek an şerek rasttir bide.

Kesên ku ji cudahiyan ecisin, her çendi îroj di bin zilm û zorê de bin jî, sibê desthilatdariyek an hêzek bi destên wan bikeve, dê bibine heman zalim û zilmê bikin.

Hz. Îsa, ji kesên ku ew kevir dikirin jî ecis nedibû, lewra ber wan diket û digot "ew nizanin çi dikin!"

Mirov dikare di nav jîyana rojane de jî û gelek caran bi tundî û dijwarî jî, nepejirandina rengên cuda bijî an rast li hîn mînakên bi vî rengî bê. Mîna mînak; eger di nav komek mirov de (ev dikarin, nas, xizim an hevalên hev bin) kesek xwedî taybetiyeke cuda be û ev taybetiya wî/wê hinek derkeve peş, di cî de di çav de diçe û li gor reng û cudahiya wê taybetiya xwe, pişti demekê eger nikaribe bê mehandin, li derî komikê tê hiştin. Ev komik nikare ew daqurtîne an di nav xwe de xwedî bike. Berjewendî, xwedibînî an egoîzma mirovan, astengên bingehîn in li ber toleransê. Lewre cudahiyen ku ji xwe re xetere dibinin, nikarin bipejirînin. Lê eger mirov bikaribûna piçek dûrtir bifikiriya û berjewendiyên xwe jî di nav berjewendiyên gelemperî de bidîtana, wê demê dê bikaribana bibûna xwedî tolerans jî. Bi gotineke din; kesên ku weha difikirin, xwedî tolerans in û pêşketîtir in.

Bê guman ku rola perwerdê di vir de jî pir grîng e. Lewre perwerde, rizgariya ji giyana gundîtiyê ye; şikandina bandorên xerab ên ku sîstema îroyîn dide mirovan û mirov dejenere dike ye. Mîna serfkari, ferdparêzî û xwedbîniyê.

Civaka me, îro di navbera van her du (bêperwerdeyî û bandorên xirab ên sîstemê û desthilatdariyê) bandorên xerab de mane. Loma jî, ji têkiliyên rojane bigire, di sîyaset, îdeolojî û hemû kar û xebatên "ji bo gel" têne kirin de, ev bandor gelek zelal tên dîtin. Ji bandorê bêtir, mixabin ku bûne rengên bingehîn en jîyana civakî. Li ser vê yekê, gelek gotinên me yên bi rûmet ên pêşiyan jî hene ku vê rewşê baş tînin ziman; mîna "giyayê hewşê tal e."an "Karkiro ked kiro ji xelqê re"

Encam: Tolerans, tehamûl, tebat û pejirandina li hember dîtin, raman, bawerî, jîyan û rengên cuda ye. Mirov û hemû tişt bi hev ve giredayî ne û ne ji xwezayê, ne ji gerdûnê an jî ne ji hevûdu ne cuda ne. Tu tişt, bê hevûdu ne tu tişt e. Loma jî, sînorên toleransê berjewendiyên gelemperî ne û li gor berjewendiyên gel, li gor gel û ji bo berjewendiyên gel û xwezayê tolerans.

2005-05-10


Gotinên miftehî :