1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Henîfe Hisên
  4. Tu li vê sosretê binêre: Koleyên ku azadiyê naxwazin!
Tu li vê sosretê binêre: Koleyên ku azadiyê naxwazin!,tu,li,vê,sosretê,binêre,koleyên,ku,azadiyê,naxwazin

Tu li vê sosretê binêre: Koleyên ku azadiyê naxwazin!

A+ A-

Li Rojavayê Kurdistanê di nava 4 salên şoreşê de tevgera me ya azadiyê mohra xwe li bin serkeftinên mezin xist. Bi taybet piştî îlankirina Rêveberiya Xweseri ya Demokratîk ku ji hemû pêkhate û nasnameyên Rojava pêk tên, di nava salekê û çend heyvan de bi sekna xwe ya bi wate bû nimune ji bo tevahiya Sûriyeyê re û her wiha dikare bibe model ji tevahiya Rojhilata Navîn re. Ji destpêka avakirina xwe de bi sê zimanî dest pê kir. Niha di dema xwendina sala 2015'an de, li Rojava pergala perwerda bi zimanê dayîkê kete meriyetê. Ji refa 1'ê heta 3'yê wê hemû zarokên Rojava bi zimanê dayîka xwe bixwînin. Ji refa 3'ê heya 6'ê wê li rex zimanê dayika xwe zimanê Erebî û Sûryanî bixwînin. Ji pola 6'ê û pê ve jî bi xwesteka xwe zimanê biyanî ji bo xwe hilbijêrin. Tiştek ji vê demokratîk û rewatir heye gelo? Bê guman nîne, ji ber têgîna ziman rasterast têkiliya wê bi çanda miletekî re heye. 
Ziman kombûna hemû nirxên civakî ên wekî hişmendî, çand, estetîk û exlaq in. Asta pêşketina neteweke bi asta pêşketina zimanê wê ve girêdayî ye. Zarokê ku zimanê dayîka xwe nas neke û ne di ferqa qedexeya li ser zimanê xwe de be. Paşê di dibistanên dagirkeran de dikeve ferqa wê yekê, êdî xwe biçûk dibînê û dikeve nava derûniyeke ku xwe ji wê biçûk dîtînê rizgar bike.  Lewre jî vê yekê bi fêrbûna zimanê dagirkerên xwe bi awayekî herî baş, pêk tîne. Rêber APO viya weke meretona jiyanê ya herî zor bi nav dike. Ji bo wê dibêje ez hemû dayîk û bavan hişyar dikim ku zarokên xwe bi vê meretona derûnî ya bi êş re rû bi rû nehêlin. Wan li ser hestên welatparêzî, ziman û çanda wan a resen mezin bikin.
Mixabin dagirkeran bi sedan salan e ev derfet nedaye ku civakên li herêmê li ser hîmê nasname û çanda xwe bijîn. Vê yekê hiştiye ku civak aşiqê celadên xwe bibin û xwe, bikevin nava pêşbirka çiqasa baş zimanê dagirkeran fêr bibin, ewqas xwe bi wan bidin qebulkirin. Mîna kolên ku bi zincîran hatine girêdan û azadiya xwe naxwezin.
Piştî dema perwerdeya sala 2015'an bi zimanê dayîkê dest pêkir, partiyên li Rojava ku bi salane  civaka Kurd dixapînin û dibêjin em ji bo mafên çandî tekoşînê didin. Îro derketine dibêjin em vê bergala perwerdê qebul nakin. Dibêjin ev pergal nifşekî nezan biafirînê. Dibêjin wê zarokên bixwînin û bawernameya wan wê ji alyê tu dewletan ve rewa neyê dîtin. Wê zarokên me li tu deveran nebin memûr. Tu ji xwe re li vê sosretê binêre! Partiya Yekîtî û ENKS li dijî vê pergala ziman derdikevin û li qadan li dijî vê pergalê xwepêşandanan li dardixin û dibêjin 'Em zimanê dayîkê naxwezin'! Di bin vê de armancên siyasî hene, serê civakê şîlo dikin, sibê heya êvarê dibêjin bila rêjîm hilweşê û BAAS biçe. Lê ev tenê gotine, bê mûçeya ku ji rêjîmê digrin nikarin nefes bistînin. Bi benê navikê ve bi rêjîmê ve girêdayî ne.
Esas ew hîna tirsa ku wê rêjîm vegerê û wan ceza bike, jiyan dikin. Qaşo partiyên siyasî ne lê ji siya pozê xwe wêdetir nikarin tiştekî din bibînin. Bi vê hewl didin ku baweriya civakê li beramberî rêveberiya xweseriya demokratîk kêm bikin. Vê rêveberiyê napejirînin. Li şûna wê BAAS tercîh dikin, zarokên xwe dişînin dibistanên rêjîmê. Ji ber pêşeroja xwe di welatê xwe yê azad de nabînin. Ev sosretek mezin e. Lê belê gelê me biryara xwe daye, êdî ji wan partiyên kartonî baştir pêşeroja xwe dibîne. Bi pergala xwe bi bawer e û bi fedekariyeke mezin li rêveberiya xwe xwedî derdikeve. Tirên dimeşe ew jî bila ji xwe re bi çavên ga li pey tirênan binêrin. Serkeftin a gelê me yê azadîxwaz e.