TUYAP û Kurdî,TUYAP,û,Kurdî

TUYAP û Kurdî

A+ A-

Li Amedê TUYAP fuara pirtûkan li dar xist, şeş roj dewam kir…

Li Amedê li TUYAP'ê her tişt bi tirkî bû, alfabe bi tirkî bû, ziman bi tirkî bû, bang û bangewazî bi tirkî bû, reng û deng bi tirkî bû...

Sedem....

Sedem "hesasiyetên demê" bûn...

Qeda li we û li hesasiyetên we bikeve...

Ma qey qet hesasiyetên kurdan tune ne...

Ma qey qet...

"Kurmê darê ji darê nebe zewala darê tune ye..."

"Rî dibe bost lê dilnexwaz her nabin dost..."

* * *

Ev meseleya TUYAP'ê ne meseleyeke ku çewtî kiribin, yan jî ji bîr ve kiribin û hwd. Ev mesele bi zanîn û bi bername hatiye kirin.

Berpirsê Fuarê di rastiya xwe de Xwediyê Fuarê berê ku fuar bernameyê çap bike û belav bike gotiye "teqez ez naxwazim tîpên di derveyê alfabeya tirkî de bên bikaranîn" ku mexsed kurdî ye. Biryar biryara lijneya rêveber ya TUYAP’ê bû.

Xebatkar û rêvebirên ku vî karî li Amedê bi rê ve dibin vê sansor û oto sansorê pêk tînin û naxwazin xira bikin.

Gelek tiştên ku ji aliyê kurdan ve nebaş û ji aliyê kurdî ve şermeke mezin e li vê fuarê hatiye kirin û tê kirin. Her çi qas piştî bertekiya çend nivîskaran anons bi kurdî bên kirin jî, afîşên bernameyan bi kurdî bêne daliqandin jî (ku ev bi tenê yên ku bertek nîşan didin ji bo wan tê kirin, ango ev giştî nîn e, hê wekî kesî nêzîk dibin), wekî hişmendî ji dewlet û rayedarên dewletî paşdetir û faşîzantir nêzikahiyê nîşan didin.

Ez di wê baweriyê de me ku hinek ji bêpergaliya me nivîskar û weşangerên kurdan jî hêz digirin.

Yek; nivîskar yekdeng nîn in, komele hinek lawaz dimîne, (ne hinek gelek lawaz û kêm dimîne);

Didu; weşangerên kurd jî hin jê naxwazin nava xwe û "Tirk"an xira bikin... Ji lew re ji hin aliyan ve "girêdayî" ne. Aliyên (boyut) wekî ticarî, têkilî, komeleyî û wekî din...

Organîzator û xwediyê weşanxaneyan û berpirsên komeleyên weşan û nivîskaran yên Tirk gelek jê "kêfa wan pir ji kurdan re tê!!!!"

Rast e, heta ku kurd "duvikên" wan bin, kêfa wan ji kurdan re tê... Ji ber wê dema ku nivîskarên kurd dibêjin "KÜRT YAZARLAR" (nivîskarên kurd) yan jî "KÜRT YAYINCILAR" îmana wan ji serê wan diçe... Dibêjin hûn nikarin tiştek bikin, encax hûn werin bibin endamê komeleyên me û em ê li hember her kesî mafên we biparêzin...

Lê ez berê jî û niha di vê fuarê de jî bûm şahîd ku dema behsa "KÜRT YAYINCILAR" ya bi serê xwe hatiye kirin, dema KÜRT YAZARLAR ya bi serê xwe hatiye kirin wekî ku agir bi wan bikeve çavên wan ji hev vebûye û ew nefreta dijminatiyê, nefreta xwemezindîtinê, nefreta biçûkdîtina kurdan her ji çavê wan bariyaye... Di vê nêrînê de ne demokratî, ne mirovhezî, ne şoreşgerî û ne jî tiştên çê yên di derbarê gelan û wekheviya gelan de heye... Bi tenê axayek çawa li xulamê xwe dinêre, serdestek çawa li bindestê xwe dinêre, zalimek çawa li mazlûm dinêre bi wê rengî dinêrin...

Mixabin rastiya tazî û zelal ev e û îro ev rastî li TUYAP'ê ketiya nava çavên me û em her dibînin û hîs dikin...

Divê ku êdî pozê me bişewite û em bi ber xwe kevin… ma bes nîn e gelo…

Ji ber wê jî divê em li îcazet û fetwayan negerin... Em vê rastiyê bibînin û li gorî wê em tev li fuarê jî bibin, bernameyên xwe jî pêk bînin... Lê em her vê yekê ji bîr nekin...

Hassasiyetên hin derdoran hebin, helbet hassasiyetên kurdan jî divê hebin û hene jî…

Du pêşniyar:

Divê ku êdî Nivîskarên Kurd nîqaş û guftûgoyan li ser vê meseleyê bikin di nava xwe de hin tiştan zelal bikin…

Weşangerên kurd civînek li dar bixin û nigeke zûtir YEKÎTIYA WEŞANGERÊN KURDÎ ava bikin... Bi tenê ji bo fuaran na ji bo bazara kurdî u belavkariyê jî ev divê...

Bi hêviya ku fuar û mihrîcanên ku li dar bikevin zimanê sereke û bingehîn kurdî û kurdewarî be…

Azad ZAL


Gotinên miftehî :