1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Rûken Sarılı
  4. Twîtên Zimanê Kurdî - Bikaranîna Qertafên Kesane
Twîtên Zimanê Kurdî - Bikaranîna Qertafên Kesane,twîtên,zimanê,kurdî,bikaranîna,qertafên,kesane

Twîtên Zimanê Kurdî - Bikaranîna Qertafên Kesane

A+ A-

Mijara Îşev; Bikaranîna Qertafên Kesane ye.

Qertafên Kesane (kişi ekleri)

Qertafên kesane, ji lêkera bûnê pêk tên.

Ev qertaf, ji bo kes an tiştan tên bikaranîn.

Di zimên de hêmana ku cihê navên kes û tiştan digire, cînavkên kesane ne.

Ji ber vê yekê, hîndarî li ser cînavkên kesane pêk bê, dê çêtir bê fêmkirin.

Cînavkên Kesane (kişi zamirleri) du kom bûn.

1-Koma xwerû: Ez, tu, ew, em, hûn, ew

2-Koma tewandî: Min, te, wî, wê, me, we,wan

Di cînavkên kesane de qertafên kesane, tenê ji bo koma xwerû tên bikaranîn.

Wekî mînak: Dema ku em bibêjin “Ez pirtûkê dixwînim.” “Min pirtûk xwend.”

Yan jî em bibêjin; “dîxwînim” “xwend” diyar dibe ku koma tewandî qertafan nagire.

Du kom qertafên kesane hebûn;

Em ê niha bikaranîna wan a bi cînavkan re bibînin.

Ez+im/me, Tu+î/yî, Ew+e/ye

Em+in/ne, Hûn+in/ne, Ew+in/ne

Koma ku piştî dengdaran tê bikaranîn; im, î, e, in, in, in

Mînak: Ez xwendekar im. Tu xwendekar î. Ew, xwendekar e.

Mînak: Em, xwendekar in. Hûn, xwendekar in. Ew, xwendekar in.

Di van cînavkan de du heb “ew” hene.

Yek jê yekjimar, a din pirjimar e.

Lê em di bikaranînê de tenê dikarin bi qertafên kesane, yekjimarî û pirjimariya wan bibînin.

Mînak: Ew, kulîlk e. (yekjimar) Ew, kulîlk in. (pirjimar)

Mînak: Ew gul e. Ew gul in, Ew hat. Ew hatin. Ew dibêje. Ew dibêjin. Ew delal e. Ew delal in.

Mînak: Ew, gund e. Ew gund in, Ew leheng e. Ew leheng in. Ew mezin e. Ew mezin in.

Nîşeyeke Girîng: Qertafên kesane, ji xeynî lêkeran (fiil) bi tu peyvê ve nayên nivîsandin.

Mînak: Ez dibînim, tu dibînî, ew dibîne, em dibînin, hûn dibînin, ew dibînin.

Mînak: Ez diçim, tu diçî, ew diçe, em diçin, hûn diçin, ew diçin.

Mînak: Ez dixwazim, tu dixwazî, ew dixwaze, em dixwazin, hûn dixwazin, ew dixwazin.

Dema ku peyv ne lêker be, bi tu awayî qertafên kesane pê ve nayên nivîsandin.

Koma ku piştî dengdêran tên bikaranîn; me, yî, ye, ne, ne, ne.

Mînak: Ez mamoste me. Tu mamoste yî. Ew mamoste ye.

Mînak: Em mamoste ne. Hûn mamoste ne. Ew mamoste ne.

Mînak: Ez zana me, tu zana yî, ew zana ye, em zana ne, hûn zana ne, ew zana ne.

Mijara îşev qediya. Ez li benda pirsên hevalan im.

Ji bo tevlîbûn û alîkariya hemû hevalan, gelek spas!