1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Rûken Sarılı
  4. Twîtên Zimanê Kurdî - Yekjimarî û Pirjimarî
Twîtên Zimanê Kurdî - Yekjimarî û Pirjimarî,twîtên,zimanê,kurdî,yekjimarî,û,pirjimarî

Twîtên Zimanê Kurdî - Yekjimarî û Pirjimarî

A+ A-

Mijara Îşev: Yekjimarî û Pirjimarî ye.

Yekjimarî û Pirjimarî

Wekî ku me berê jî gotibû, di zaravayê kurmancî de peyvek bi serê xwe tu car pirjimar nabe.

Di zaravayê me de hêmanên ku yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin, hene.

Ji van nîşeyan jî xuya dibe ku yekjimarî û pirjimarî di sazkirinê de derdikevin holê.

Hêmanên ku yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin, qertaf in.

1-Qertafên Kesane, yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin.

2-Qertafên Zayendê, yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin.

3-Qertafên Tewangê, yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin.

Ji xeynî van qertafan, hêmanên ku yekjimarî û pirjimariyê diyar dikin, hejmar (sayı) bixwe ne.

Bi Qertafên Kesane, diyarkirina yekjimarî û pirjimariyê; (im-î-e-in/me-yî-ye-ne)

Mînak: Ew, zarok e. Ew, zarok in. Pênûs, di destê min de ye. Pênûs, di destê min de ne.

Mînak: Gul, li ser maseyê ye. Gul, li ser maseyê ne. Bajar, gelek mezin e. Bajar, gelek mezin in.

Mînak: Dozger, li dadgehê ye. Dozger, li dadgehê ne. Xwendekar, jîr e. Xwendekar, jîr in.

Mînak: Keçik dilîze. Keçik dilîzin. Mamoste pirtûkê dixwîne. Mamoste pirtûkê dixwînin.

Wekî ku di mînakan de jî tê dîtin, di van hevokan de ne ji qertafên kesane be, em ê tê negihîjin ku yekjimar e yan pirjimar e.

Bi Qertafên Zayendê, diyarkirina yekjimarî û pirjimariyê: (a/mê/yekjimar, ê/nêr/ yekjimar, ên/pirjimar)

Mînak: Keçika delal. Keçikên delal. Dayîka aştiyê. Dayîkên aştiyê. Zaroka şûm. Zarokên şûm.

Mînak: Sêva sor. Sêvên sor. Gula zer. Gulên zer. Pirtûka stûr. Pirtûkên stûr. Kêra tûj. Kêrên tûj.

Mînak: Xortê leheng. Xortên leheng. Birayê min. Birayên min. Zarokê şûm. Zarokên şûm.

Mînak: Zebeşê Amedê. Zebeşên Amedê. Êzingê hişk. Êzingên hişk. Şûrê tûj. Şûrên tûj.

Bi Qertafên Tewangê, diyarkirina yekjimarî û pirjimariyê: ê/yekjimar/mê, î/yekjimar nêr, an/pirjimar)

Mînak: Keçikê, stran got. Keçikan, stran got. Dayîkê, şîv çêkir. Dayîkan, şîv çêkir.

Mînak:Delal, sêvê dixwe. Delal, sêvan dixwe. Ez, gulê bêhn dikim. Ez, gulan bêhn dikim.

Mînak: Lawikî, stran got. Lawikan, stran got. Em, zebeşî dixwin. Em, zebeşan dixwin.

Mînak: Tu, beranî dibî çolê. Tu, beranan dibî çolê. Dîlan, hevalî dibîne. Dîlan, hevalan dibîne.

Bi hejmaran, diyarkirina yekjimarî û pirjimariyê: Dema ku em bixwazin peyvekê yekjimar nîşan bidin, em ê ji hejmara “yek” sûd wergirin (yek > y/ek)

Mînak: Hevalek, sêvek, gulek, keçikek, xortek, dayîkek, şûrek, kêrek, beranek, zebeşek, zarokek...

Bi hejmarên din, diyarkirina yekjimarî û pirjimariyê:

Du heval, pênc sêv, bîst gul,şêst xort, hezar dayîk û hwd.

Mijara îşev qediya. Pirsên we hebin, ez dikarim bibersivînim.