TÛTÎ (papaxan),tûtî,papaxan

TÛTÎ (papaxan)

A+ A-

Rojekî ji rojên dewra berê, yekî Ewropî, yekî tirk û yê din Kurd, sê mêrên delodîn digihîjin hevûdu û dest bi dizî û cerd û talanê dikin...
Lê; hûn jî aqûbet û paşeroja mêrê xerab dizanin, çendikî şûn de her sê jî tên girtin û dikevin girtîgeha reş û tarî... Ewên temenên xwe yên mayî di zindanê de tî û birçî pûç bikirana; ne ji sê tûtî(papaxan) yên rengîn ên padîşa bûna... Padîşa ,
ji bo perwerdehiya axaftinê û hindekariya zanist û marîfetê;
dişîne zindanê
sê tûtîyên giranbiha yên meqbûl û muhteber
her sê jî yadîgarê padişayê Hindîstanê ...
Her mehkumkî tûtîkî û mehekî... Divê ew wan sê mehan de bidin axaftinê wekî benî Ademekî... Bi azadîyê û bi kîsikek zêr wê bê xelatkirin; mehkumê herî serkeftî... *** Yê ewropî; nanê xwe naxwe, dide tûtî; cilên xwe yên hevrîşim(îpek) xera dike, dibire didirû û lê dike. Mîsk û ember li can bedena wî dide, pûrt şe dike, çav bi kil dike... Tûtyê wî di zindanê de kêf dike... *** Ê Tirk jî xwe qurbana binê pepikê tûtiyê xwe dike; nanê xwe dike du kerî , pê re parve dike, doşega xwe didê; bi xwe radizê li erdê; tûtiyê wî yê bi siûd dest şûştî û ling şûştî ye; tu dibê qey li bihuştê(cinnet) ye... Kurdê me yê şivan, tim û tim azad, bi serê xwe jiyiye li çol û çiyan;
nedîtiye di umrê xwe de heps û zindan;
lewma pir bi hêrs û bihnteng û bi mahde û bi mirûz e;
serde jî tu tiştek fehm nakiriye ji gotinên gardiyan;
ji ber ku ew pê re axiviye bi zimanê dagirkeran! Bixwe xwe difikire dibêje;

    " bi serê şêx û meşayixan; ev tûtî an mît e, an ajan!!!”

Tûtî ji awirên wî derdixe; têdigihîje ku ne delaliyê malê ye; çi bike rebeno, xwe kerr dike, diquncilîne; xwe dide kuncikê jêrîn û li benda şîvê dimîne... Dibe êvar, mêrikê kurd xwarina xwe bi têra dilê xwe û bi tena serê xwe dixwe, binê firaqa xwe bi nanê jiber mayî qela dike... Berê xwe dide tûtî û pesnê xwarina xwe dide ; pê re tinazê xwe dike; dîsa dilê wî rehet nabe hezar çêr û kufuriyan dide serhev; tûtî dîn û har dibe; lê rê û dirb nabîne ku jê xelas bibe... Tî û birçî bi çêr û kufuriyan derbas dibin; du roj, sê roj, çar roj... Roja pêncan; tûtî dibîne wê bimire ji birçîna; tê ziman û xwarin dixwaze ji kurdê me yê şivan... Dibê je :

    “ – Xalo, ez qurbana binê lingê te, bila goşt ji te re; bide min cend lib ji wî birincî"

Kurdê me lê digere mahneyan;
dibêje roj ev roj e; ezê ji vî marisî bistînim
heyfa bav û kalan.
Di serde diqîre dibêje :
“ – Weleh ez gûkî jî nadim te; heta tu ji min re nebêjî kilamek bi kurmancî!” Meh diqede, padîşa wezîrê xwe dişîne zindanê; dibêje tuyê her sê tûtiyan azmûn(îmtihan) bikî; yê xweş diaxive kifşe bikî; mamosteyê yê serkeftî bi azadî û bi kîsikekî zêr xelat bikî... Wezîr dora pêşî diçe hucreya girtiyê Ewropî. Çawa mifte dike kilîtê; derî dike teq û req;
tûtiyê yê Ewropî dikeve bin çengê xwediyê xwe û xwe ditelîne, vedişêre, da ku kes wî nebîne û nebe û ji xwediyê wî bi dûr nexe...
Wezîr û gardiyan û camêrê Ewropî dibin yek; gazî dikin;
lava û rica dikin;
tûtî ji cihê xwe dernakeve, devê xwe venake û naaxife...
Ewropî ji zindanê dernakeve... Wezîr icar diçe hucreya mehkumê tirk û dike tûtiyê wî azmûn bike... Dibîne, tûtî xurt bûye, pirî bez girtiye, qelew bûye tu dibê qey kurbeşk e(porsûk) nikare ji cihê xwe bilive... Dike nake ji devê wî jî tu kelam û gotinek dernakeve; ji ber ku ew jî wek yê Ewropi ji halê xwe pirî kêfxweş e, naxwaze rewşa tê de ye kes biguherîne... Mêrikê Tirk jî di girtîgehê de dimîne û dimîne... Îcar dor; dora tûtiyê ku “camêrê kurd lê xwedîtî û mamostetî dike” de ye... Wezîr tê ber deriyê hucreyê û çawa ku mifte di dest de dike şingînî;
ji bo “tûtiyê me yê ji birçîna li ber mirinê ye” ev yek dibe mizgînî... Çawa derî vedibe; tûtî fir dide wek gulle dipeke bi herdû lingên wezîr ve dizeliqe;
devê xwe dike saqa gîzmeyên wezîr û bi herdû çavan digirî û dibêje:

    -Hewar xalo, ez qurban;

    xêra Xwedê bidî min kerîkî nan. Ez ji birçîna kuştim; vî mêrîkî bê dîn û bê îman!

Belê ji birçîna tûtiyê girtiyê Kurd wek bilbil diaxive û bi nezantî dibe sedema azadî û dewlemendiya wî. Ji vê meselokê divê em derînin û bistînin çend ders û îbretan... Gelo çi ji tirkan, çi ji ereban çi ji farisan; kîjan ji wan dagirkeran, bi qasî xwediyê tûtiyekî be jî qedrê me kurda dizane, li me xwedîtî dike? Qe yek, tu car! Îcar çima hinek guh sistên me ewqas ketine bin çengê wan û xwe bi wan ve şidandine? Belê rast e; dagirkeran em birçî hîştin û kirin em bi zimanê wan ji wan bixwazin nan. Lê belê sûcê me jî heye; em nikarin bi zikê xwe; namînin bi nan;
ji bona ku ew bidin me pîvazan;
bi zimanê wan dinivîsin helbest û romanan;
heyran tu dibêjî qey nizane bi Kurdî;
Ji Xwedayê jorîn re duayan dişînin bi zimanê dagirkeran! Divê em bazara xwe; dayîn û stendina xwe weez û niyaz û duayên xwe bi kurdî bikin. Karsazên me kar bidin ên kurdî- nas. Divê heqdestên pale û karker û nivîskarên Kurdîaxêvan
zêdetir be ji yên tirkîaxêv û erebîaxêv û farisîaxêvan... Ger em hevûdu birçî bihêlin,
hinek ji me ji bo kerîkî nan bibişifin;
bihelin wek tûtiyên qafêsan...


Gotinên miftehî :