1. Tekst

  2. Gotar

  3. Nîjad Arda
  4. Veguherîna Cîvaka Çandî Rewşa Wêje û Hunera Kurd
Veguherîna Cîvaka Çandî Rewşa Wêje û Hunera Kurd,veguherîna,cîvaka,çandî,rewşa,wêje,û,hunera,kurd

Veguherîna Cîvaka Çandî Rewşa Wêje û Hunera Kurd

A+ A-

Li hemû dinyayê însan tevî civakên xwe li gor rêzikên dîalektîk guherînên xwe didomînin. Guherîn dixwaze bi xwazahî an jî bi destekarî be, ango bi darê zorê be jî her guherîn e. Pêk tê û civak her carê xwe ji nû ve dikemilînin. Li welatên azad ev guherîn piranî bi veguhêrana dînamîkên siyasî-aborî re heman demê pêk tên. Ji şoreşa Fransiz û bi vir ve, guherînên herêmî di demeke kin de formeke global werdigirin û bûyerên ku li welatekî dest pê dikin li welatên din jî dibin destpêka tevlîhevî an jî şoreşên civakî. Çand, huner û wêje jî, bi vê yekê re ji qalikên xwe yên teng ên herêmî rizgar dibin û li qada gerdûnî cihê xwe digirin, dibin parçeyek ji çanda dinyayê pê re jî civaka xwe bi xwe re bilind dikin.

Her dem, tevlîheviyên mezin, bi xwe re formên nû tînin, modernîte wek şîfreya guherîneke bê dawî ye. Tu kes, kom an jî civak nikare xwe ji van guherînan dûr bigire, yan jî xwe ji pêlên wan biparêze. Bi taybetî sedsala 20’an, di warê pêşveçûn û tevlîheviyên derasayî de bû sedsalek ku bedêlî gelek sedsalên dîroka mirovahiyê ye. Du şerên cîhanî, bi hezaran şerên nav welatan, an jî xwe bi xwe yî, hilweşîna bajaran bi çekên atomî-kîmyewî, bi dehan jenosîd an jî komkujî, avabûna sîstemeke sosyalîst, pêşveçûnên teknîkî, bişivin û jiholêrabûna feodalîteyê, avabûna civakên pîşesazî û wêdeyê wî. Rengguherîna kolonyalîzmê, avakirin û danavakirina welatên nû, bi hezaran peyman, hevgirtin û rêxistin, pêşveçûna çandeke demokratîk, rabûna tixûban, ber bi dawiya sedsalê terabûna sîstema sosyalîst û berfirehbûna kapîtalîzmê ya global, rûxandina xwezayê, kokbiriya bi hezaran jîndarên ku her yek xelekek ji ekosîstema xwezayê bûn. Û bi milyonan bûyer ku, bi nivîsînê dawî li wan nayên. Niha jî, sedsaleke nû û destpêka hezarsaleke nû, ku jê re dibêjin “Milenium”.

Bi van hemû guherînan re, çanda mirovahiyê jî formên nû wergirt û xwe nû kir. Carina beriya qewimînan bi riya hunerî rêberiya civakan kir, rê nîşan da, carina jî çavdêriyê kir û wêjeya wê afirand.

Li civakên pêşketî, dijberiyên li nav çînan lênêzikbûna çand û hunerê jî, ji hev cihê kir. Li aliyekî burjuvazî, tevî çanda xwe ya bilind! Li aliyê din jî komên din ên civakê û çanda wan a cihêreng. Li civatên bi vî rengî, her komek dikare xwedî formeke çanda cihê be, li aliyê din; ji bo kontrol û birêxistina girseyên gel, ji aliyê burjuvazî ve, belavkirina formên çandê yê populîst û dejenere. Divê ji bo welatên pêşketî rewşa şêniyên niştecih jî di bin xalekê de bê nirxandin û şîrovekirin. Bi van hemû rengan re, çandeke “underground”, ango binax jî bingeheke bi serê xwe danî di dîroka çandî ya gerdûnî de.

Rojava dema xwe ya kaotîk, bi şer û pevçûn be jî bi ronesansê xemiland, bi alîkariya şoreşa burjûvazî jî, çandeke nû ya demokratîk li nav civakên xwe belav kir û rêyeke nû li ber mirovahiyê vekir.

Lê berî ku burjuvazî bigihêje vê çanda demokratîk, bi kirinên, xwe, bi pest û pêkutiyên li ser çîna karkeran, bû sedema pêşketina çandeke dijberî xwe. Çanda çînên bindest li hemû dinyayê di destpêkê de ramanên utopîk, bi demê re jî îdeolojiyek xurt afirand. Derî li şoreşeke mezin vekir. Piştî şerê yekemîn ê cîhanê li Rûsyayê û çend komarên pê ve girêdayî, piştî şerê duyemîn jî li gelek welatên din bû rejîmeke nû ya çîna karkeran. Demeke nû, çandeke nû derxiste holê. Li dinyayeke ku ji du qutban pêk dihat, rista çandê ya li ser civakê jî ji hev cuda bû. Mirovahî bi humanîzmê hesiya, li aliyê din jî dijberiyên li nav herdu sîsteman, gelek welat û civakên biçûk jî ji hev xistin û ew pelçiqand in. Wek avabûna sîstema sosyalîst, terabûna wê jî guherînên mezin çêkirin li nav hemû welatên dinyayê. Weke hemû civakan, civaka Kurd jî bandoreke mezin ji van guherînan wergirt.

Di sedsala bîstan de, pêşketina mîmariyê, avabûna bajarên mezin, ango metropolan jî rengê guhêrana civakê tespît kirin. Neyê jibîrkirin ku pêşketina çanda mirovahiyê bi bajarvaniyê ve girêdayî ye. Bajarîbûn xala herî pêwist î çandê ye.

Bê guman ev tespîtên ku min li jorê kirin, ji bîr û zanîna xwendevanên Amîda ne dûr in. Min xweste ku, ji bo em dikaribin li ser sedemên paşmayîna aliyên çanda civaka xwe rawestin, ev xalên ku hatine bilêv kirin, li bîra xwendevanên xwe nû bikim.

Niha êdî dora nirxandina civaka me û çanda me ya qedîm e. Heta ku ji destê min tê, ez ê bi zimanekî vekirî fikrên xwe yî li ser vî awayî bilêv bikim. Bê guman, mijar gelek fireh e û dibe ku ez nikaribim di nav sînorên çend gotaran de li ser hemû xalên mijarê bi kûrahî rawestim, dîsa jî, dikarim hêvî bikim ku wê bala xwendevanan bikişe ser vê problema girîng û derî li nîqaşeke kûr veke, da ku pisporên vî karî jî tevlî nîqaşê bibin û fikrên xwe yên hêja bêjin.