1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Vê cejnê sê caran çavên zarokan ramûsin
Vê cejnê sê caran çavên zarokan ramûsin,vê,cejnê,sê,caran,çavên,zarokan,ramûsin

Vê cejnê sê caran çavên zarokan ramûsin

A+ A-

Ez biqasî hezkirina solên xwe yên ku bişev pê radizam,

Bi qasî hêviya ku wê tav li binê dara hinarê bixe û wê bavê minê ji nimêja îdiyê bê,

Wê ji nimêjê were  û em ê fasuleyên heb bidin ber kevçiyan,

Bi qasî hêviya ku wê amoja min du şekirên qul qulî bi hev re bide min.

Bi qasî ku ez ê di gera nav malan de turikê xwe tije şekir bikim.

Bi qasî hêviya ku ezê destê xalê xwe yê mele maç bikim û ewê jî destê xwe bavêje berî ka xwe û çend qûrişan bide min.

Bi qasî ku wê xuşka min ji bajêr were û wê sê caran çavê min maç bike,

Bi qasî hêviya ku di firavînê de parçeyê herî mezin ê goştê di nalbikiya min keve,

Bi qasî  keyfa ku ez ê îro neçim ber berxikan,

Bi qasî hêviya ku ez herim ber berxikan lê vê carê wê diya min helawa dims û serîkek pivaz nexe  tûrikê min,

Ez bi qasî hezkirina ji solê xwe yê ku ji bo neqetin çend rojan pêxwas digeriyam,

Ez bi qasî  hêviya ku ez ê di payîza dereng de herim nav baxçeyê hinaran û hinereke wek serê bizinê di nav pelên weşiyayî yê rip

û rût de bibînim; Ji we rica dikim.

Bihêlin bila zarok tevî solên xwe razên,

Bila fasuleyên heb bidin ber kevçiyan,

Bila du şekirên qulqulî bi hev re bavêjin devê xwe,

Bila parçeyê herî mezin ê goşt di teyfika wan  keve,

Bila zarok tazî û pêxwas negerin,

Û

Rê bidin bila zarok  tev solên xwe razên, bila tev solên xwe razên ku aştî were.

Dil bidin bila xwîn bisekine, bila xwîn bisekine  ku zarok karibin fasûleyên heb di berbanga sibê de  bidin ber kevçiyan,

Dest bidin hev bila zarok şekirên qul qûlî bixun, bila şekirên qulqulî  bixwen da ku  canê wan ê ciwan bi guleyên sar qulqulî nebe,

Û  çi dibe di vê cejnê de

Sê caran çavên wan ramûsin.