Wateya DMOZ'ê,wateya,dmoz

Wateya DMOZ'ê

A+ A-

DMOZ bi îngilîzî “Open Directory Project” e. Bi kurdî “Projeya Peldanka Azad” e. Peldank jî bi tirkî “klasor” e, bi kurdî em wekî cihê danîna pelan bi nav dikin û jê re dibêjin “peldank”. Çawa ku “xwelîdank”, “derzîdank” û hin wekî din heye.

Di înternetê de niha ji 30 milyonî pirtir malper hene.  Malper, an jî pel, rûpel. Hinek malper hene pir bi kalîte ne, hinek jî hene hebûn û tunebûna wan ne girîng e. DMOZ jî bo ferqa navbera van her du malperan heye.

DMOZ malperan disinifîne.

Malperên ku hatine vekirin û serî li DMOZ'ê didin, ji alî mirovên dilxwaz ên xebatkar ve tên hilbijartin. Ev malper li gor weşana xwe tên kategorîzekirin, ango sinifandin. Mînak çand, huner, wêje, dîrok, firotin, şîrket, ol, bazirganî, perwerde û hin wekî din.

Bi milyonan kes her roj ji bo malpereke bi kalîte bibînin, dikevin peldanka DMOZ'ê û li gor kategoriyan malperan hildibijêrin.

Ji mirovên din jî ji DMOZ'ê sûdê wergirin, Google jî DMOZ'ê esas digire. Gelek kes gilî dikin ku çima malpera wan di lêgerînên Google xuya nake. Ya rast, ji bo malpera wan di lêgerînên Google de xuya bike, divê DMOZ malpera wan binirxîne û piştî ku asta kalîteya malperê bilind dît, tomar bike. Google jî, malperên ku DMOZ'ê tomar nekiribe zû bi zû dernaxe asteke bilind.

Xebatkarên DMOZ'ê dilxwaz in. Hemû edîtorên bê meaş û berdêl in. Dema malpereke tomar dikin jî ji xwediyê malperê pereyan wernagirin. Bi vî rengî xwediyê malperê çiqasî dewlemend an jî feqîr be, malper ne li gor bihayê xwe, lê li gor kalîteya xwe tê qebûlkirin an jî red kirin.

Bi hezaran kesên dilxwaz vê projeya “azad” ango “vekirî” bi hev re pêşve dibin.
Ji bo gotara

Ji bo gotara Der barê DMOZ'ê de vir bitkîne.


Gotinên miftehî :