WISA NENÊR,wisa,nenêr

WISA NENÊR

A+ A-

Wisa nenêre çavwelatê min

Di çavên xwe yên xumamî de

Têkçûyîna qewmekî nîşanî min nede

Neke ku ez rabim bi cilê ser canê xwe kevim

Her ku çavên te yên xumamî li min dinêrin

29 seriyên jêkirî

Her ku li çavên te yên şil dinerim

Du çemên har ên ku tîna welatekî naşkênin dibînim

Wisa nenêre dibêjim

Wê niha şervanek deng bide ji bin kevirekî

Dê biqelişîne perdeya xîreta min

Wisa nenêre

Ne ku ez ditirsim ji nêrînên te

Ditirsim xwe tê de bibînim

Bibînim ku lal, bêhal, bêcîh û war im

Niha, di vê kêliyê de,

Gotina dawiya peyvekê me

Wisa westiyayî wisa li paşmayî,

Wisa nenêre çavwelatê min

Kulîlkên çilmisandî nîşanî min nede di wan çavên xwe de,

Nebêje roj li wan dernayê

Nebêje dê nebişkivin

Bigre çavên xwe çavwelatê min

Bila ji rondikên te yên ku naherikin

Tijje bibe gola hêviyên min.


Gotinên miftehî :