Şêx derkevin pêş!..
Mîna her gavê, leşkerên roma reş salixî hildane ku gerîllayên ARGKê daketine gundekî û leşker davêjin ser wî gundî.
Gundiyan li rasta gun kom dikin û dest bi lêdan, êşkence û heqaretan dikin. Ji wan navên kesên ku alîkarî didine gerîllayan dixwazin, lê tiştekî ji gundiyan hîn nabin, çend gundî bi xwe re dibine qereqolê. Li qereqolê dest bi êşkenceyên giran dikin. Di nav gundiyan de yekî kal jî heye. Ew ji ber êşkencê hew xwe radigire û des pê dike gazî şêxan û qencên Xweda dike:
- Ya Şêx Seyda, ya Şêx Raşid, ya Şêx Evdilqadirê Geylanî hûn li hewara me bên û ji destê van bêbavan xelas bikin.
Dema leşker van navan dibihîze, baz dide içe ba fermandarê qereqolê:
- Qumandarê min yek ji wan li ber xwe neda û navan got, min jî nivîsîn.
Fermandar:
- Wê demê bi lez cemseyan amade bikin, em ê biçine gund.
Leşker diçine gund û gundiyan dîsa li nav gund kom dikin. Fermandarê leşkeran dest pê dike navên ku di lîsteyê de ne dixwîne:
- Şêx Seyda, Şêx Raşid, Şêx Evdilqadirê Geylanî, ev bila gavek derkevin pêş.