1. Tekst

  2. Helbest

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Xelat canek bû dê bêrîka min de
Xelat canek bû dê bêrîka min de,xelat,canek,bû,dê,bêrîka,min,de

Xelat canek bû dê bêrîka min de

A+ A-

Li me hatibû hev jiyan,
Bûbûn rêbir hemû rê,
Doza xelatekê dikirin, ew jî di bêrîkê de canek bû.

Çavên min bişikestina ji mirinê,
yek bi yek,
min şev û rojên birçîbûnê bi ta venedikirin.

Hey bindest ê bêkes ê bêdost ê bi tenê!
Tu zanî bê hevalên min çi jiyan ji xwe kirin û li te kirin,
Ji bo ku li bejna te dihat,
Û heçî li xwe kirin, emanet bûn, malê danînê.

Ne çil roj in birçîbûn
Ne çil şev
Ji dawetên çil roj û çil şevan dirêjtir
û kes pariyê kesî narevîne,
Kes li dora tu sifreyan çarmêkî rûnanin.

Ev birçîbûna revandina mirinê ye, ji devê te,
Revandina mirinê ye ji destê te,
Ev birçîbûna stendina dora mirinê ji te,
Û ji hemû hezkiriyan.
Ji bo mirina te nebîne tu kes
Bila tu axê bavêjî ser çavan.

Ne ji bo kes biaxive li ser gorekê,
Ne ji bo kes biştexilin bi dêrindêzan
Ne ji bo kes hesabê dora gotinê bike
Me lîrand ji xîretê re,
Me halan tenê li xwe hildan.