1. Tekst

  2. Gotar

  3. Eliyê Xemxur
  4. Xema Şaşiyên Şaredaran
Xema Şaşiyên Şaredaran,xema,şaşiyên,şaredaran

Xema Şaşiyên Şaredaran

A+ A-

Amîda Kurd dema nivîsên min diweşîne, dixe beşa "pêkeniyan". Ev tenê bes e ji bo ez xema Amîda Kurd jî bixwim. Nivîskarên Amîda Kurd hemû ji 12'ê şevê û pê ve wekî min diaxivin. Lê dema roj bilind dibe, axaftina wan û gotinên wan ên di Amîda Kurd de dibin wekî hev.

Ji 12'ê şevê û pê ve wekî min diaxivin, ji ber ku wisa bawer dikin ku ji wê saetê û pê ve kesekî şiyar tune û dê dengê wan neçe kesî. Ya rast û herî rast, rewşenbîr gerek gotina xwe ji kesî veneşêre. Rewşenbîrê ku bêje "huşşş! guhê dîwaran heye", nikare rastiyan ji gel re vebêje.

Îcar dema ez dinivîsim jî, Amîda Kurd dixe beşa "pêkeniyan". Ez nizanim ji ber ku ez qeşmeriyan dikim, an ji ber ku ez behsa rewşa wan a cihê pêkeniyê dikim.

Şaşiyên Amîda li cihekî, şaşiyên şaredarên kurd ji qewlê başûriyan ve "cihê daxê" ye. Yanî ji qewlê Diyarbekiriyan (ne Amedî) ve "ji derdê wan hêja ye mirov xwe dax bike". Ji qewlê Dêrikiyan ve "mirov dixwaze kirasê xwe biçirîne".

Heyra hilbijartina şaredariyan ji 5 salan carekê çêdibe. Di van pênc salan de her şaredarek encax dikare xwe bi 5 projeyan derxe pêş. Hûn dizanin, min li Zanîngeha Giresunê, li beşa "Rêveberiyên Herêmî" (ne) xwendiye.

Di vê beşê de nîşanî mirov didin ku rêveberiyên herêmî çawa tên kirin û divê çawa bên kirin. Hûn jî dizanin, tirk wekî melê ne, dibêjin "bi gotina min bikin, li fihêlên min nenihêrin. Ya rast jî, gotin ji fihêlan paqijtir dimînin. Ji ber ku fihêl bi ajoyên heywanan (em behsa meynûnan tenê nakin) re jî têkildar in.

Di van perwerdeyên rêveberiyên herêmî de, tê gotin ku "şaredarek, divê sala xwe ya yekem bide têkiliyên bi gel re, 4 salên mayî ji bide projeyan."

Ka em binihêrin bê şaredarên kurd çi dikin.
Osman Baydemîr: Dema xwe ya berfireh dide randevuyan. Di van randevuyan de, ji cihê xwe radibe û tê li cem mirov rûdine. Heta sohbet xelas dibe, behsa rahmetiyê bavê mirov dike, bê çawa li Medreseyê rihet nedisekinî. Tew hela ku behsa rehmetî û azana wî ya şaş dike, ez tenê li ber dubare an jî hezarbareya çîrokê nakevim, ez li ber gelek tiştên din jî dikevim û hew radibim. Osman Baydemîr di van 10 salan de projeyek ku ez eniya wî maç bikim, pêk neanî û ez ê jî eniya yekî din maç bikim.

Abdullah Demirbaş: Kom bi kom mêvanan vedihewîne. Kî bêje "ez dixwazim bi tenê biaxivim", bersiva "dewlet li me guhdar dike, hema bila ev mêvan jî li me guhdar bikin" distînin. Ên ku tên dibêjin "min tu di xewna xwe de dîtiye", ên ku tên vedixwînin daweta kur an jî qîza xwe, ên ku tên alîkariya 100 TL dixwazin, hinek qûm, perekêt, beşt, çîmento dixwazin û hin wekî din. Ji serê sibehê heta êvarê, ev deh sal in wisa derbas dibe. Projeyek Abdullah Demirbaş jî çênebû ku ez eniya wî maç bikim.

Yuksel Baran: Navê wê yê din "bêderfetî" ye. Hûn çi jê bixwazin "derfet tune ye". Sal û nîvek wê ma, tu dest ji mezinan berde, hîn ji bo zarokan jî tiştek nekiriye. Roma bi salan li vî welatî ma, gelek kevir li riyan raxistin, ku îro "bêderfet" jê re dibêje "kilitli taş". Lê Roma çû, ew rê jî neman, li şûna xwe tenê çandek hişt, ew jî zeytûnên xirxalî ne, ku wekî zeytûnên Dêrikê jî tên naskirin. Şerab diqede saqî dimîne, hemû reng diçilmisin heqî dimîne, hemû tişt winda dibin çand baqî dimîne başkaaaan! Kanî çanda me, ji qehlê te ve "çenda me"?

Selim Kurbanoglu: Mirovekî zirav î dirêj e. Hingî dixwaze ji her kesî bilindtir be, timî ber bi jor ve diçe, dirêj dibe. Dema xwe ya herî pir bi sohbetan derbas dike. Timî dibêje "cihê mêvanan li ser seran e." Kî tê, venagerîne. Yekî me li gund jî wisa hebû, ez naxwazim behs bikim. Ez jê re dibêjim "ez hatime mijarek girîng biaxivin", dibêje "dem pir e, em ê biaxivin."  Ez eniya wî jî maç nakim, bila bimîne.

Dema projeyek girîng hebe, dibêjin "were em ê li xwarinê biaxivin." Ji ber ku di bin hişê wan de, an jî berjêrî hişê wan de cihê lê rûdinin ne cihê axaftinên girîng e. Jixwe deriyên wan çima timî vekiriye? Li gor min vekirîmayina deriyan ew e ku tiştekî girîng nayê axaftin. Tişta ji her kesî re vekirî be siyasî ye, gulover e û di ser re ye.

Îcar mirov bi hev re diçe xwarinê, ji bo axaftineke girîng, binihêrin çi dibe:

Xemxur: Başkan mijarek pir girîng heye, dê navê mirovî bi tîpên zêrîn were nivîsîn.
Garson: Başkan hûn ê çi bixwin?
Başkan: Tîpên zêrîn?
Garson: Her tişt heye başkan, zêrîn e.
Xemxur: Erê başkan, hemû kurdên cîhanê û Rojhilata Navîn dê teqdîr bikin.
Garson: Xwarina me tê teqdîrkirin, rast e, me nav li dinyayê daye.
Başkan: Em çi bixwin? Çi heye?
Garson: Firin Guvêç, Tandir, Şiş Kebap, Cîger, Tavûq Qanat...

Tinge tinga kevçiyan... Rehmetiyê Sebrî Botanî sax bûya dê bigota 

"zinge zinga zengilê min,
vaye deng jê nema,
dengê kevçiyên welatê min,
ji xwarinxanan deng veda."

Wekî encam. Li 98 şaredariyên me dema herî pir bi vexwarina çay û qehweyan derbas dibe. Ne em metroyek ax rizgar dikin û ne em li ser tişta heyî armancekê datînin. Qaqober[1] diçe.

Mesele ji vê gelekî firehtir e, lê guhê dîwaran heye, ji qehê Ehmedê Xanî ve, "evqas jî li kar e".

[1] Yên ku wateya "çeqober" dizanin, dikarin di wateya "qaqober" jî bigihêjin. Ma hema her tiştî ez ê bêjim?


Gotinên miftehî :