1. Tekst

  2. Gotar

  3. M. Çiya Mazî
  4. Xemgînî jî pere nake êdî
Xemgînî jî pere nake êdî,xemgînî,jî,pere,nake,êdî

Xemgînî jî pere nake êdî

A+ A-

Îro ( roja 21.08.2016) ku ez sibehê rabûm bêhntengiya min a ji doh de dom dikir. Bawerim ew xewnên min dîtin jî, yên gupe gupa dilê min bilind dikirin û ji xew şiyarbûnên min î bi şev jî hemî ji ber wê bû. Vê sibehê bi vê fikrê re mijûl dibûm: gelo mirov dikare li ber tevkujiya Dîlokê nekeve û ji xwe re qulpekê zeft bike û pê biştaxile bêyî xemgîniyê? Belkî jî gellek kes ji xwînsariya wan a çêbûnê, bûneweriyê pir li ber tiştan nakevin û pir xemgîn nabin. Lê mirov dîsa dipirse, kîjan bûyer? Heta kîjan bûyer biqewimin ew sînorê xemgîniyê dê li peravê wan jî biqewime. Mirov gellek carî xwe bi çi û çawa ji xemgîniyê, ji berketina bûyeran xelas dikin? Ji bo çi mirov gellek carî ji dêleva liberketinê bi bûyerên bi êş û erjang bêhnteng dibe? Hilbet psikanalist, filozof bi van tiştana re mijûl bûne û bersiv jî dîtine. Wan li alîkî datînim û ji xwe re li bersivan digerim. Aha mirovên di şer de yek ji bersiva vê yekê ne dibêjim. Û carekê jî dibêjim li cîh rûniştin e esil ya mirov pir diêşîne, mirov xemgîn û diponijîne. Tevger, liv lebat û çalakî ye ya mirov ji xemgîniya bûyeran dûr dixe. Ku mirov di nêzî bûyerê be mirov dikare bi alîkariyan bi tevgerên têkildarî bûyerê re mijûl bibe û hinekî bedensivik bibe. Lê ku mirov dûr be jî dîsa liv û libat û çalakî tiştine mirov bi hiş xwe ve tîne dibêjim.

Bi vê bersivê re min hinekî xwe ji bêhntengiyê bi dûr xist û berê xwe da çalakiya Taksîmê ya ji bo Dîlokê. Çûyina min a vê çalakiyê wekî  a  ji bo Cizîrê bû, bêkêfî li qirrikê bû. Ma hindik e; 50 mirov, jê 20 zêde zarok, jin û mêr hatin qetilkirin li Dîlokê Entaba navdar, bi teqandina bombeyek ku dibêjin li dora bedena zarokekî 12 salî hatibû pêçan. Ma hindik e ku di nava mirovên kurd, ji Sêrtê, ku bi kêf dîlan dikirin û roja hineyê, di nava xwîna sor de hatin dakirin. Ma hindik e ku fikra mirov nîjada mirov û mirovatiya mirov û xeyala mirov yek be û bi derbekê re herin û ewqas li ber çavan.

Ku mirov di wextê wisa de li mirovan û tevgera wan dinêre, mirov dibêje qey hemû aniha dijminatiyê bi mirov dikin. Herkes bi karê xwe, îşê xwe re mijûl in. Jiyan berdewam e. Hetta gelek kes, kurd, tirk filan bêvan di kêfê de, di tatola ku çiqas pere qezenc kirine û dê bikin an jî li ger û seyranên xwe ne. Hilbet dê wisa be, jiyan ev e. Ma mirov hemî bi miriyan re namirin. An jî divê mirov wisa jî bifikire ku mirov heta xala dawiyê jî di ber xwe didin, di ber jiyanê didin. Wisa ye jî. Ku wisa be, wê demê hestiyarî û bêhntengiya pir domdar ne hewce ye. Hilbet dê mirov bigirîn jî mirov dê bikin hawar jî. Ma hindik e ev bobelat? Ev cûre xemgînî jî ji giyan û hestê mirovan in. Lê ne pir û ne domdar. Ku mirov zû bi zû bi ser xwe de neyê nabe. Yan na, ma mirovên ku şer dikin û li ber wan hevalên wan î herî jê hez dikin tên kuştin û qet li xwe ho venadin û şerê xwe berdewam dikin? Qet nayê bîra wan ku bi hev re li malekê razane, bi hev re cixare û çay vexwarine, bi deh caran bi sedcaran henek kirine keniyane, giriyane. Lê dîsa xema xwe xuya nakin û dibêjin “ji ber ku divê mirov li ser piyan bisekine, heke ne wisa be xeyala jiyanê nabe rastî, armanca dil naçe serî”. Tam di dema destpêka civîna daxwiyaniyê de gihaştim qada Galatasarayê. Derbasbûna qadê jî ne wekî berê bû. Tu carî ji bo tu mitîng an daxwiyaniyan li Galatasaray bariyer nehatibûn danîn ji alî polisan ve. Tenê her çar rêyên dihatin qadê bi toma û polisan digirtin. Lê îjar hem bi polîsan van rêyana hatibû girtin him jî bi bariyeran û yek bi yek mirov sax dikirin û derbas dikirin. Û berê, tenê bi destên xwe çente diheciqandin û digotin derbas bin. Lê îjar heta li lênûska min a biçûk, li nav û berga pirtûkên min jî nêrîn. Heta li qutiya barçavkê bi xwe jî û heta ku destê wî li hesinê qayişê ket got ev çi ye, min got qayiş e. Erê qayîş bû law qayiş ma tu çi dixwazî.

Di qadê de jî hewaya ewrê reş xuya bû. Afişên yek cûreyî ku li ser hinek dirûşmên wekî “bila aştî bê, em kujeran nas dikin, em tevkujiya Dîlokê şermezer dikin, bijî biratiya gelan û w.d” hemî bi tipên reş û li ser kaxezên A3 hatibûn nivîsandin. Û hemî bi heman font û cûreyî hatibûn nivîsandin. Di qadê de qet di destê kesî de al, flama, afişên rengîn, destmal û wekî wan tunebû. Zêde kes bi hevdû re nedipeyîvîn. Yên hatibûn ne nas bûn ji min ve. Berê min çend nas an nêzîkî xwe didîtin di daxuyaniyan de, nizanim min qet neditin îjar. Pir negeriyam bi rastî lê bi piranî yên çepgir û rewşenbîrên ji her gelî ku min di medyayê de û hinekî ku min ew di civînan de didîtin hatibûn, hilbet piranî kurd bûn, xuya bû. Nêzî 2000 kesî hebû bawerim. Ji bo daxwuyaniyeke Galatasaray belkî ne hindik bûn, baş bû du hezar kes. Lê bêdengî li dar bû. Bi dengê megafonê re çepikan dest pê kir. Belkî peyva herkesî qediyaye loma ku çepikan dest pê kir wekî lehiyekê bû û ji her demê bêhtir dom kir. Belkî deqîqeyekê li çepikan hat xistin, vê yekê bala min kişand. Mirov hemî li wir, li wê qada Galatasaraya Stenbolê rûniştin û durûşme hatin berzjkirin. Dema ku gotin “qatîl İşid û hevkar Akp”, polisan bi hişyariyekê bangî girseyê kir. Organîzasyona daxwiyaniyê jî êdî nehiştin ev diruşme bê berzkirin. Tenê du-sê duruşme hebûn. “ çewsandin me natirsîne, bi berxwedanê em dê bi ser kevin û bi beşdariyeke hindik, bijî berxwedana gelan.” Bi awayekî hindik û lokal çend durişmên “Tolhildan” û “PKK” hatin berzkirin, belkî ji ber hişyariyê be.

Piştî daxwiyanîya xwestina aştiyê, şermezarkirina komkujiya Dîlokê û ravekirina hemû tevkujiyên ji alî Işîdê hatine kirin bi lêv bû û piştî çend duruşmeyên din, gotin daxwiyanî qediya. Bi qasî min dît û daxwiyaniyên ku li Stenbolê beşdar bûme, daxwiyaniya herî xwedî demek kin, bêdeng û bê reng bû, mirov bêhnteng û bi nefret bûn, bi xof bûn.

Belkî bi çepikan me hezar an du hezar mirovan hinekî peyam belav kir û got divê mirov li ser piyan be. Rengê me ala me nediyar be û em pir nîqaş nekin jî bi hezaran mirov wekî hev difikirin û em şermezer dikin, em we nas dikin.

Di dawiyê de min bi çav jî dît ku gellek kes wekî min in, giyanê wan di eyarê wan de hilnayên û xeman di hundurê xwe de diheciqînin. Mafê xwe yî hestiyarî û ponijîna belasebep binpê dikin û dixwazin xeman dahf bidin da ku li ser piyan bisekinin.

21.08.2016


Gotinên miftehî :