Xewle ye Xewn ?,xewle,ye,xewn

Xewle ye Xewn ?

A+ A-

                                                          

                                                                                                                                                    

  Di dîmenên kînarên gumanan de beliqî ye
Heyvroneke tehmsar û kevaniyeke hejar

Ji çepilên rojê revandî ye
senfoniyên bayên sibeha porrkurr
Û notayên tenûra vemirî
Di pêlên vîzevîzê de

Bila bihewîne zarokatiya min a henûn
Di dergûş ên pênûsên helbestan de

Îro dilikume di kolanên ruswa de
Kûzekûza cewrikên çavdaxkirî ji ciwaniya min re

 

Û bila çermên nasnameya min 
Ji Morgên xwenên şeliqî rakin
Bila bibihîze navên paytextên zordarîyê
Û navên wan zilamên qelew
yên ku cilên xwedê li xwe kirî


Kevzdarên pêykerên xîretê
Bila tovê biçîne di bêvila kulên me de
Û bila çend demên kemilî bêhal bimîne
Di direşberfa sirûdên pirtûkan de


Ba bila bi dengê şûrê dîrokê biqîrre
zehferanên ku di meytên min û axên de
Di nava xalîçeya Kurdistana min û we de
Wê cotkarekî dengbêj xweş bibêje navên êşên me


Û ez ê kezeba xwe bibirêjim di xelaya mirovahîyê de
Bila bifetise di kuçeyên qehpikan de
Lewndiyên min ên bêxem

Ji bo ku ez bibim xulamekî rasteqîn
Ku bi bêrên agirperest veşêrim
Êşên xwe yén ji karwanê bi xwînê dagirtî


Di dîmenên kînarên gumanan de beliqî ye
Heyvroneke tehmsar û kevaniyeke hejar


Mîtan Şareza


Gotinên miftehî :