XHTML û HTML,xhtml,û,html

XHTML û HTML

A+ A-

Kesên ku nû dest bi vî karî kirine jî navê HTML (ango Zimanê Nîşankirina Deqên Libatî) bihîstine. HTML gelek salan di dîzaynkirina malperan de hate bikaranîn. Zimanê bernamekirinê yê gelemperî (giştî) ye. Di vê mijarê de PHP, ASP, GSP, CSS û hin wekî din jî hene, ku mirov dikare wan wekî "pêvek" bi nav bike. Ev û amûrên wekî wan li ser bingeha HTML kar dikin.

Lê di dawiya salên 2001'ê de, lijneyeke ku standardên webê belî dike (Konsorsiyoma Web a Cîhanê) biryar da ku bikaranîna HTML were rawestindin. Li şûna HTML jî biryar hate girtin ku XHTML cih bigire.

Ev dikare di pêşiyê de tasewasan ji mirov re çêke, çavên mirov bitirsîne. Lê di rastiya xwe de ne pirsgirêkeke mezin e.

XHTML tê wateya "Zimanê Teşedana Deqepirê". Hema hema wekî HTML ye. Cudahiya herî berbiçav a di navbera XHTML û HTML de "rêzkirina gotinan" e. XHTML bi armanca ku malperek ji aliyê hemû gerokan (firefox, opera, avant browser, internet explorer û hin wekî din) ve bi heman teşeyî vebe, di nivîsandina kodan de pîvanên hişk datîne holê.

XHTML, di bingeha xwe de HTML ya paqijkirî ye.

Em ê jî di amadekirina dokumanên perwerdeya webê de li şûna HTML'yê XHTML wekî bingeh bigirin dest.

Ji bo standardên XHTML'yê mirov dikare serî li malpera www.w3.org bide.


CSS

Di dîzayna malperan de kesên profesyonel bê CSS naxebitin. Mirov dikare jê re bêje "Rûpelên Pêlkêlkî yên Şêwekarî". CSS ji bo gelek peywiran tê bikaranîn. Lê di bingeha xwe de armanca wê ew e ku mirov di kontrolkirina rûpelên malperê de riyeke hêsan bi kar bîne.

Mirov li şûna ku di her rûpelekî de logoyê û navê malperê yeko yeko nîşan bide, şêwe û awayên wan saz bike, mirov bi riya CSS'ê carekê tenê pîvana wan nîşan dide û êdî di hemû rûpelên me de logo û navê malperê bi vî rengî tê nîşandan.

An jî mirov di rûpela CSS'yê de carekê tenê dibêje ku bila gotarên vê malperê wiha were nîşandan û hew. Êdî çiqas gotar li malperê bêne zêdekirin jî, şekl û şemalên wan ji aliyê pela CSS'ê ve tê sazkirin û hemû wekî hev têne nîşandan. Bi vî rengî hem hemû dibin standard û tevlihevî çênabe, hem jî mirov mecbûr namîne bi dehan û sedan caran heman tiştî binivîse, dubare bike û giraniya pelên malperê jî pirtir bike. Malper bi vî rengî pir zûtir vedibe. Her wisa êdî ji bo guhartina şekl û şemalan jî mirov tenê pela CSS'ê biguhare bes e.

Dema ku xwendevanên malperekê ji edîtorên malperê re bibêjin "gotarên vê malperê bi puntoya 10 hatine nivîsandin û em di xwendinê de zehmetiyê dikişînin", malpersaz ne mecbûr e bi sedan gotarên xwe yeko yeko bike 11 punto. Pela CSS vedike, dihere ser rêzika mîhengên gotaran û li wir hejmara puntoyê dike 11 û tomar dike. Hemû gotarên kevin û nû, êdî bi 11 puntoyan vedibin.

CSS dikare di nivîsandina rûpelê de jî were bikaranîn. Lê di rastiya xwe de CSS bi armanca ku awayê pêşkêşkirinê ji bingeha malperê veqetîne, hatiye afirandin.

Gotina "awayê pêşkêşkirinê" têkildarî "dîtina malperê" ye.
Gotina "bingeha malperê" jî têkildarî naveroka malperê ye.

XML

Di dîzayna malperan de amûreke din a bingehîn jî XML ye. XML tê wateya "Zimanê Pêşvekirî yê Nîşankirinê". Di bingeha xwe de deqan (nivîs) bi pergaleke etîketan nîşan dike. Ji bo hemû xwendekarên deqan (alav, amûr) dixwînin, deqan tîne asta bikêrhatî ku bikaribe were bikaranîn. XML pergalek prensîb û pîvanan e. Pîvanên wê gelekî hişk in. Hêjahiya wê ji vir tê. Ji ber ku bi saya XML'ê daneyên malpera me dikarin di hemû komputer û pergalên cuda de bêne vekirin, xwendin, dîtin û bikaranîn. Heta ku XML'a me hebe, zehmet e ku malpera me di her komputerekê de bi awayekî din xuya bike.

XML di malperên bazirganî de têkiliya navbera malper û danegehê de hêsantir dike.

Mirov dikare agahiyên berfirehtir ji malpera www.w3.org/xml bistîne.

DHTML

Di malpersaziyê de tiştekî din ku derdikeve pêşberî malpersazan DHTML ye. DHTML bi kinasî HTML ya Dînamîk (çalak) e.

DHTML di bingeha xwe kombinasyonên cuda ên wekî XHTML, CSS û Javascript dihundirîne. Standardek wisa ye ku teknolojiyên cuda digel hev bi kar tîne. Bi saya DHTML'ê mirov dikare malperek ji HTML û XHTML çalaktir ava bike.

Dema mirov bixwaze hinek bireserên li ser malpera mirov bi lebat bin, an jî bikarhêner bikaribin hinek bireseran ji devereke malperê bibin devereke din a malperê, an jî wêneyên têkilhev nû bikin, mirov dikare DHTML'ê bi kar bîne.

Mixabin hinek fermanên DHTML'ê ji aliyê gerokan ve cuda cuda dikare were şîrovekirin. Malpera mirov dikare di hemû gerokan de wekî hev nexuye. Ev tiştekî ne xweş e. Ji bo wisa nebe, mirov di dema dîzayna malperê de divê car bi car malperê bi gerokên navdar veke û binihêre bê ka hîn di hemû gerokan de wekî xwe vedibe, an na!


Gotinên miftehî :