1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Xwe li bêhna kebaban girtine
Xwe li bêhna kebaban girtine,Xwe,li,bêhna,kebaban,girtine

Xwe li bêhna kebaban girtine

A+ A-

Gelek kes van rojan bi navê TRT 6 ê radizên û dîsa bi heman navî ve radibin. Bê guman gavên çareseriyê bêne avêtin dê her kurdek welatparez bibe alîkar. Lê Kurd ne ji bo TVyek ev 30 sal in xwîn dirêjin.   TRT 6 gaveke çareseriye nîne,  li dijî çareseriyê ye. Bi operasyonên qirej û têkçûyî, bi êriş û lêdanan, devletê dît bi Kurdan nikare, îcar dest avête Kurdîtiyê. Sibê hemû sazî û dezgehên dewleta tirk derkevin û bêjin em Kurd in, ez ê ecêb nemînim. Lewra ev tişt bêşexsiyetiya tirkan e û dema bixwaze nava tiştekî vala bike û wek xwe qirej bike, xwe dike binê postê wî tiştî.

Ji aliyekê ve bi ser kurdan ve mirinê vedireşe, ji aliyê din ve jî, bi “Kurdi” TVyek vedike. Ev sosretek mezin e ku bi tenê tirk dikarin bikin. Serokwezirê tirkan Recep Tayyip Erdogan demek berê digot “pirsgirêka kurdan bi TVyekê ve em çareser dikin. We got zimanê kurdî, ha ji we re TRT 6” ev gotin gotineke dewletê yê navdar e ku dema şoreşgerek bihata girtin, di axaftina xwe ya pêşîn de weha digotin: “sosyalîzm eger tişteke baş bûna dê dewletê ew bianiya”.
Îroj jî Erdogan ji bo vekirina TRT 6ê dibêje kurdî tiştekî baş be, dê dewlet bîne û me çi da ber we hûn dê bixwin. Ev jî tê wateya ku îcar dê bi zimanê kurdî çêrî kurdan bikin. Û dê dîsa bi dest û devê kurdan bidine kirin. 

Hîn jî gelek kurd ji bo tîpên kurdî yên mîna WXQ bikar anîne, an di zindanan de ne, an dozên derbarên wan de hatine vekirin didomin. Çawa dibe ji nişka ve ew tîp di TRT 6 de wek tiştek normal be ji bo dewleta hov ew qas bi hêsanî bêne bikaranîn? Gelek kes dê bêjin ev serkeftinek e, lê na xêr, ev lîstokek e.  Dema nikaribe li hember bisekine, îcar dibe xwediyê wî tiştî. Dewlet dîsa wek her carî heman polîtîkaya xwe ya qirêj dimeşîne.

Lewma jî kiryarên dewletê pir ecêb nabînim, lê kesên îroj di TRT 6 de cîh girtine ew li ecêba min diçin. Mirov li pêşeroj û paşeroja van kesan dinêre û dizîvire li gotinen wan ên qirase dinêre, mirov bi rastî jî nizane bigiri an bikene.

Heya naha piyase li ku baş bûye ew kes li gor wê piyaseyê kesayetiya xwe eyar kirine. Bi taybet jî, xiyala gelek ji wan kesan ew e ku bikevin nav burjuvaziya tirkan û ji bo vê jî di nav hewdaneke mezin de ne. Lê sermaya destê wan kurdî bû û bi vê sermayê ve  nekarîbûn xwe nêzî tirkan bikin. Lê niha ev kes ji bo vê yekê bi hev re ketine nav pêşbaziyeke bê eman.

Hinekên mîna Rojîn, Nîlufer Akbal û Ganî Şavata ku bi salan in di tu cihekê de nekarîbûne xwe bi cîh bikin, xwe avetine ser vî kari û ber bextê romê. Wek kewa binê dafikê, gazi kewên azad dikin ku wan jî bidine girtin, lê nabînin ku giyana azad û ya kole di bin heman sîwanî de najîn.

Teksteke bi kurdî nivîsîne û dane destê Rojînê sazî bi sazî, malper bi malper digerînin. Rojîna ku bi bavê xwe re hêrs dibû ku çima bi zimanê kurdî wan mezin kiriye û îroj ji ber vê yekê jî nikare di nav burjuvaziya tirkan de cih bigire. Lê diyar e niha welatparêziya wê pê girtiye û bi wê mêjiyê mirîşkê aqil dide.

Nizanim bihayê vê welatparêziya wê çi ye gelo? Bawer im pareyeke baş girtiye ji bo vê. Her çiqas bi zimanê kurdî stran dibêje jî, xiyala wê ya herî mezin ew bû ku di nav burjuvaziya tirkan de cîh bigire. Lê nekarî. Loma jî xwe bi stranên kurdî ve girt û bi saya serê Tevgera Azadiya Kurd hate van rojan. Piştre kodika ku tê de nan dixwar pîs kir û pişta xwe dayê. Lewra kesên ku heyraniya wan dikir gazî kiribûnê. Rola wê diyar e. Mîna Nîlufer Akbal, kewa bin dafikê ye ew jî.

Ne dixwazin dev ji gelê kurd berdin, ne jî dixwazin dev ji xiyalên xwe yên qirêj berdin. Dev ji gelê kurd berdin, wê demê tu kesek namîne li wan guhdar bike û dê tu taybetiya wan jî ji bo dewletê nemîne. Loma jî, divê kurdîtiye biparêzin. Ji ber vê jî, her yek bûye kurdekî/e “baş” û mîna ku heya îroj wan doza kurd bi rê ve biribe tevdigerin.

Mirov dikare bi gotineke pêşiyan bersiva van kiryaran û van kesan bide: “Me xwe li bêhna kebaban girt, em çûn ku va keran dax dikin.”
Ji bo van kesan îroj bêhna kebaban ji TRT-6 tê lê bila kesek xwe nexapîne, ev bêhna goştê keran e. Bêhna qirêjiyê ye. Kesên ku xwe li wê bêhnê girtine, dê bibînin ku ne wek xiyalên wan in û îcar vegera wan jî dê nebe û dê him ji dêrê û him ji mizgeftê jî bibin.

Cerdevanên çand û hunerê di bin fermana mudurên xwe yên îstixbaratkar de, vekirina kanala xwe bi sirûda netewî ya tirk û bi ala tirk dikin. TRT 6 neha di weşana testê de ye û ji bo balê bikşîne, nirxên ku ji bo kurdan ezîz in derdixin ser ekranan. Denbêjên wek Şakiro, Eyşe Şan iroj bi saya serê van cerdevanên hunerê, bûne amûrên dewletê û têne qirêjkirin, ji bo pûçkirina çareseriya pirsgirêka kurd. Qet gumana min tune ku gelê kurd dê bersiva ve kiryarê bide û ev polîtîka jî, mîna polîtîkayên din ên dewleta hov, têk biçe. Wê demê gelo ew kesên li ber destê îstixbaratkarên kujer kar dikin, dê çawa li ruye kurdan binêrin?

Bîrgul Ozbariş ARDA
2008-12-29
[email protected]


Gotinên miftehî :