1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Seydo Aydogan
  4. Xwendineke Rastbîn Li Ser Hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê HDP û Selahattîn Demîrtaş
Xwendineke Rastbîn Li Ser Hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê HDP û Selahattîn Demîrtaş,xwendineke,rastbîn,li,ser,hilbijartinên,serokkomariya,tirkiyeyê,hdp,û,selahattîn,demîrtaş

Xwendineke Rastbîn Li Ser Hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê HDP û Selahattîn Demîrtaş

A+ A-

Îbrahîm Seydo Aydogan

Li Tirkiyeyê ev sê meh bûn ku rojev li ser hilbijartinên serokkomariyê bû. Lê, her kesî zanîbû ku Recep Tayyip Erdogan yê serokwezîrê Tirkiyeyê û serokê AKP'ê, dê di tûra yekem de bihataya hilbijartin. Anket û sondajên berî hilbijartinan jî kêm zêde heman encam didan. Her çend di anketan de rêjeya Erdoganî % 54-55 dihat nîşandayin jî, divê mirov bizane ku hesabê vê cudahiya hilbijartinan û anketan tim heye. Ya girîng ne ev bû, li ser wê bû ku heger anket şaş bûna dê çi bibûya. Hemû hesab li ser surprîzekê dihat kirin, surprîza ku tûreke duyem jî were kirin. Hingê her tişt dê li bin guhê hev biketaya.

Di rewşeke weha de dengên Kurdan û yên bloka Kemalîst-Neteweperestan karîbû dor li Erdoganê favorî asê bikiraya, her weha îcar dê hesabê dengê Kurdan bi awayekî ciddî bihataya kirin û belkî bazarine mezin di tûra duyem de pêk bihataya; lê belê weha nebû. Ev hilbijartin, di dîroka Tirkiyeyê de, bû yekem hilbijartin ku serokkomar ji aliyê gelî ve dihat hilbijartin; her weha, bû yekem hilbijartin ku encama wê ji aliyê her kesî ve ji berê de û bi zelalî dihat zanîn û lewma jî qet heyecan tê de nebû. Ji aliyê Kurdan ve jî hin ders hene ku divê ji van hilbijartinan were derxistin. Lewre cara yekem bû ku namzetê dîndaran, yê kemalîstan û yê Kurdan dihatin ber hev ku her sê hêzên ku li Tirkiyeyê hesabê wan tê kirin ev in. Anketên ku rêjeya namzetê Kurd Selahattin Demîrta$ weke % 7 û % 8 dida, nikarîbû rêjeya wî rast nîşan bidaya, lewre anket bi pirraniya caran di nava eşantiyoneke nifûsê de tên kirin; hin deverên ku ew anket lê tên kirin, û atmosfera li ser siyasîbûna Kurdan dikare bibe sebeb ku yan xelkê kurd tev li anketan nebe, yan jî ji ber adeta devra qedexe û zextên salên 90'î, nasnameya xwe ya siyasî veşêre.

Hesabê Kurdan yê çewt li ser wan dengan bû ku diviya ji Tirkan bi xwe bihatana. Projeya "Tirkiyeyîkirina BDP" ya bi "rêya HDP'ê ve" li ser wî esasî bû ku BDP'ê êdî xwe ji tevgereke etnîk veguhertaya ser tevgereke Tirkiyeyî. Bi vî awayî di nava xelkê de xeyaleke % 15'an zêdetir dihat kirin. Bêguman, gellek Kurdên welatparêz kêfa xwe ji vê projeyê re nedianî û bi şik lê dinerî, lê belê, ji ber ku namzetê tevgera kurdî bû, xelkê kurd guh nedida hesabên stratejîk û "taktîkî" û vê carê jî pişta tevgera xwe girt. Rewşa Rojavayê, êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û bi dû re jî bi ser Şengalê ve, trajediya ku xelkê me yê Êzidî li çiyayê Şengalê ketinê, bi taybetî jî Şerrê Şengal û Maxmûrê yê li dijî DAIŞ'ê ku PKK û PDK û YNK û Goran û PDK-Î bi hev re di heman çeperan de dimeşand û hêviya yekîtiya Kurdan jê peyda bûbû, hissiyatên kurdîniyê jî bilind kirin. Ev hemû berî hilbijartinan bûn û Kurdan ji bo xatirê "pêvajoyê" xwe ji hin tiştan re kerr dikir.

Lewma, divê mirov xwendineke rastbîn li ser van hilbijartinan bike. Dengên statîk ku heta nuha HADEP-DTP-BDP stendine, di warê herêmî de mane û tu caran bi ser % 7'an neketiye. Heger mirov dengên Kurdên derveyî herêmê (mînak: Manisa, Aydin, Adana, Antalya, Bursa, Izmir, Stenbol û hwd) bihesibîne, rêjeya % 9.7 rêjeyeke normal e û gellek kesan dê berî hilbijartinan jî kêm zêde texmîn kiribe.

Di nava xelkê de dihat hêvîkirin ku Demîrtaş bi hêsanî bi ser % 10'an ve bixe, û gellek kesan mîna me bihîstiye ku behsa % 15 û hetta % 20'an jî dihat kirin. Bêguman, ya dil % 20 an 25 e, lê mirov rastiya xwe bizane jî baştir e.

Yên mîna me rastbîn, ji berê de zanîbû ku Demirtaş ancax xwe nêzîkî % 10'an bike, lê ew ê nikaribe bi ser bixîne, lewre dengên Kurdan diyar in. Texmîna me bi xwe di navbera % 8 û % 9'an de bû. Me berê jî gotiye ku heger bi ser % 10'an bixe, dengeyên siyasî yên nava Tirkiyeyê dê biguherin.

Ji xwe di encamê de Demîrtaş rêjeyeke weha derxist ku ew jî kêm zede ji berê de dihat texmînkirin. Cudahiya di navbera texmîna me û ya encama hilbijartinê de ji ber wê bû ku me zanîbû ku yeko yeko rayên Kurdan yên bajarên tirkan jî dê alî Demirtaş bikiraya, lê kesî nizanîbû bê çend rayên wan hebûn. Weke mînak, heta nuha heger Kurdekî bi tenê jî li Bursayê hebûya, wî dê nikarîbûya dengê xwe bidaya namzetên kurd; lê vê carê me dît ku li Bursaya ku bi neteweperestiya xwe ve tê naskirin 64.484 deng ji Demirtaş re hatine (nêzî 2 milyon deng li wî bajarî hene). Herweha balkêş e ku ji Duzceyê li qezayeke bi navê Beykoyê 18 deng ji bo Demirtaş derketine ku li wira nêzî 2000 kesan dengê xwe daye. Her kes dikare texmîn bike ku qey du sê malbatên kurd li wî gundî dimînin. Heger na, zehmet e ku li gundekî Duzceyê ray ji Demirtaş re werin, lewre çepgirên tirk yên ku dikarin dengê xwe bidin Demirtaş bêtir li bajarên mezin dijîn. Elbet li seranserê Tirkiyeyê hin çepgiran jî dê dengên xwe dabin Demirtaş; lê her çend kes nikare rêjeya wan tam bizane jî, ji hilbijartinên berê diyar bûye ku di 2009 û 2011'an de hejmara dengên ku EMEP û ODP û TKP'ê stendine, li ser hev, bi zorê digihîjt 200.000'î ku ev hejmar kêm zêde hin agahiyan dide mirov.

Erê, Selahattin Demirtaş dengên BDP'ê ji 6.5'an anî 9.7'an; lê, divê mirov rêyê li ber nirxandin û xwendinên xelet bigire. Em aşkere ji hevdu re bibêjin, da ku em ne xwe û ne jî hevdu bixapînin: Dengên ku li Rojavayê Tirkiyeyê hatine ji Demirtaş re, dengên Kurdan in; ji ber ku li bajarên tirk jî gellek kurd hene ku heta nuha nikarîbûn dengên xwe bidana namzetên tevgera kurdî. Lewma jî heta nuha rêje û hejmara dengên Kurdên derve nedihat zanîn. Ev yekem hilbijartin bû ku dê hejmara dengê Kurdên welatparêz bihataya zanîn. Kara me ev e. Bi van hilbijartinên serokkomariyê ve, êdî em dizanin ku weke mînak li Adana û Elezîzê ji % 10 dengên Kurdan hene û li gundekî Duzceyê 18 dengên wan hene; li Stenbolê jî % 9 e, li Izmîrê nêzî % 8'an e, li Enqerê % 3.5 e û hwd.

Heger mirov li hilbijartinên berî vê binere, mirov dikare bi hêsanî vê rêjeya nuh jî fahm bike ku nirxandina me jî piştrast dike.

1995- HADEP % 4 (1.171.623 deng) 1999- HADEP % 4 (1.482.194 deng) 2002- DEHAP % 6 (1.933.680 deng) 2007: Kurd bi namzetên serbixwe ve ketin hilbijartinan û 20 parlamenter derxistin. 2009: DTP % 5. 70 (hilbijartinên şaredariyan, 2.277.777 deng)

2011: Kurd dîsa bi namzetên serbixwe ve ketin hilbijartinan û vê carê 36 parlementer derxistin. (Vê carê li hin bajaran zêdetir namzet rakirin, lewre di hilbijartinên berî vê de hêza xwe baştir dîtin)

2014 BDP-HDP (hilbijartinên şaredariyan) % 6.65 (2.967.250 deng)

Selahattin DEMIRTAŞ 2014--- 3.901.858 deng wergirtine. (% 9.71)

BDP heta nuha ji xwe li 10 bajarên Kurdan partiya yekem bû, di hilbijartina serokkomariyê de bajarê xwe yê 11'an jî bi dest ve xist. Milyonek rayên Demirtaş zêde hatine. (Lê, li Bitlîsê kêm bûne, li Misirc-Kurtalanê kêm bûne, wek mînak; yên ku zêde bûne xwendineke din in, yên ku kêm bûne me alaqedar dikin). Beşek zêde ji wan dengan yên wan Kurdan in ku li bajarên weha bi cîh bûne ku di hilbijartinên şaredariyan yên 2014'an de BDP-HDP'ê namzet li wira nîşan nedabû, weke Eskişehir ku nuha 12.441 deng jê hatine ji Demirtaş re. Xelkên me yên wan deveran heta nuha di statîstîkan de xuya nedibûn. Êdî em dizanin bê çend dengên me li kîderê hene.

Di navbera hilbijartinên 2009'an de ku kurd weke partî tev lê bûnê û encama hilbijartinên serokkomariya 2014'an de bi tenê cudahiyek heye. Hejmara dengên 2009'an, ya dengên herêmê ye, lokal e; lê belê dengên Demirtaş ji her bajarî dikare were û Kurdên ku li seranserê Tirkiyeyê belav bûne dê bikarin dengê xwe bidin hesibandin.

Heger mirov rayên çepgiran weke di navbera 200 û 250 hezaran de bihesibîne, mirov dikare bi hêsanî bibîne ku BDP be jî û DTP be jî û HDP be jî, dengên Kurdan weke xwe ye û zêde neguheriye.

Hin hevalên me dikarin bibêjin qey hejmara dengan ji 2009'an heta 2014'an zêde bûye; ji xwe zêde bûye. Li seranserê Tirkiyeyê, sala 2009'an 48 milyon kesan deng daye, lê sala 2014'an 52 608 398 kesan deng daye. Elbet, bivê nevê, kurd jî zarokan çêdikin û demografiya wan ji ya Tirkan zêdetir bilind dibe. Hejmara bilindbûyî, li gora demografiyê ye û asayî ye.

Heger hesabê van hemûyan were kirin... dikare li xêra me hemûyan be... Lewre di her hilbijartinê de berxwedana YPG'ê ya Rojavayê û trajediya zarokên çiyayê Şengalê û berxwedana artêşa kurd ya yekgirtî li Maxmûr û Şengalê çênabe. Rojekê krediya kurdîniyê dikare xilas bibe û kurd êdî bêtir guh bidin deklarasyonên siyasiyan yên mîna "Me fikra Kurdistana azad avêt ser sergo". Me işareta wê di hilbijartinên 2014'an yên şaredariyan de dîtin: Dengên bajarê Amedê yên ku % 65 bûn, daketin % 53'an û li seranserê herêmê heman rewş bû... DTP piştî hilbijartinên 2007'an daxuyaniyeke "xwerexneyî" belav kiribû, lê belê li ser soza xwe nesekinî...

Bi hêviya ku birêvebirên HDP û BDP û KCD'ê li xwe vegerin û careke din jî wê daxuyaniya xwe ya 2007'an ya piştî hilbijartinan bixwînin ku bêhna aqilekî siyasî yê gellekî maqûl jê dihat.

Dengê nerazîbûnê dikare di hilbijartinên pê$ de serê partiya Kurdan biêşîne. Heger xwendineke kurdîtir neke, belkî bi dû re ne li xêra me be.

10'ê tebaxa 2014'an