Xweperestî,xweperestî, egoîzm,ego,yewnanî

Xweperestî

A+ A-

Xweperestî, ango egoizm: Koka nav Ego ye û bi Yunanî ye. Tê wateya ez, an jî zanistiya giyanî, rûhî. Egoîstî jî xweperestî, xwedbînî, ezezî, ezîtî ye. Ev hemû wateyên ego û egoîzmê ne ku di ferhengan de hatine dîyarkirin. Freud, fenomenolojiya Huserl (her tiştên me yên ku meriv bi sehekan têdigihîjê. Zanistiya bûyeran) û hin kes û derdorên din vê bêjeyê kirine mîna term an têgîn. Herweha ji vê bêjeyê gelek termên mîna egoisme, egotisme, egocentirsme hatine çêkirin ango afirandin.

Xweperestî (egoizm): Kesên egoist nikarin li kesekî din bifikirin, bi tenê li berjewendiyên xwe difikirin û pîvana wan a jîyanê "ez" e. Her tiştên ku li gor berjewendiyên wan e, ji bo wan dibe pîvan.

Hedonîzm: Peyvek bi yunanî (hedone: zewq) ye . Li gor felsefeya Hedonîzmê, zewq di jiyanê de başiya bi tenê, ango bingehîn e. Tevger an kiryara herî îdeal bi dûketin an lêgerîn û jiyandina zewqê ye. Li Yunana kevn du bîrdozî an teoriyên hedonîst bi pêş ketine. Yek jê; kesên ku Dibistana Kyrenê dişopînin, ango hedonîstên egoîstin. Bingeha rastîn a hebûna merivan, pêkanîna daxwaziyên ferdî yên wî qasî ne, bêyî ku li kesekî din bifikirin. Ev doktrîna hedonîstên egoîst e. Li gor wan koka zanistiyê di zewq û sehekên wî qasî de veşarî ne. Ji ber vê yekê jî, lê kûr nabin ku, ew zewqa wan a wî qasî di pêşerojê de dikare bibe sedema êşên mezin. Sîstemeke wan a ehlaqî ya nirxî tune, pêwîst jî nabînin. Yê din; Epîkurosî ne, ango hedonîstên aqlane ne. Li gor wan jî, mirov dikare zewqa rastîn, tenê bi eqil bi dest bixe. Li gor iddiaya Epikuros, meriv her tiştî ji bo xwe û zewqa xwe dike.

Narsîstî: Egoîzm dijminê hezkirinê, evînê ye, lewra mirov bi tenê bi xwe ve bi sînorkirî ye. Loma jî meriv dikare bêje ku egoîzm sînorek e, ku meriv bi tenê di nav wê sînorê de ye û loma jî mirov bi tenê evîndarê xwe ye û her tiştî ji bo xwe dixwaze, heq dibîne. Ev jî di rastiya xwe de ne evîn û hezkirin e, lê nexweşîn e, derd û bela ye, ku dikare derdora xwe jî birizîne, mîna rîşa merivxwir.

Egoîzm û tolerans: Kesên xweperest, nikarin kesekî din, an tiştekî ku ne bi dilê wan be, ne li gor berjewendiyên wan be tolere bikin. Peyva Toleransê di ferhenga kesên egoist de tune, lewra her du tişt ji sedî sed dijberî hev in. Bê toleransî û pê ve girêdayî hezar kul û derd û êş û merezên di nav mirovan de ne, bingeha xwe ji egoîzmê digirin.

Daxwazî û pêdivî: Gelek caran, daxwaziyên mirovan, pêdivî û berpirsyaretiyên ku jîyan dispêre mirovan li hevûdu nakin, ango herdu bi hev re nameşin. Divê mirov yek ji wan hilbijêre. Kesên egoîst nikarin rahêjine pêdivî an berpirsyaretiyan, lewre ne li gor berjewendiyên wan ên ferdî ne. Eger carna bê çare bimînin û rahêjinê jî, nikarin baş ragirin an pêk bînin, lewra ne ji dil dikin.

Berjewendiyên civakî û ferdî: Kesekî egoîst, berjewendiyên xwe û yên civakê tu carî têkilî hev nake, lewra dema pêwîst bibîne an ji bo xwe xetere bibîne, pir bi hêsanî dikare berjewendiyên civakî nas neke an bifiroşe. Ew aram û tebata wan tune ku li ser pêşerojê û dema dirêj kûr bibin, da bibînin ku berjewendiyên civakî girîngtir in û ew bi xwe jî parçeyeke wê civakê ne. Egoîzm û kapîtalîzm: Meriv pir bi hêsanî dikare bibêje ku, kapîtalîzm mêjî û xwîna di rahên egoîzmê de diherike ye û yek ji bingehên herî grîng ên kapîtalîzmê egoîzm e. Lewra herdu hevûdu xwedî û geş dikin.

Azadiya Ferdî: Bi sîstema kapîtalîzmê re bi pêş ketiye, ango bi zanebûn hatiye pêşxistin. Lewra di bin navê azadiya ferdî de her çendî hin aliyên erênî derketibine holê jî, bi giranî serfkarî bi pêş ketiye, tiştên maddî bûne nirx û rûmetên herî mezin. Dema weha bûye, tu rêz nemaye li hember mirovahiyê, nirx û rûmetên ku bi ked, xwîn û xwedana hezara salan hatine avakirin û hunandin û bi taybet jî xwezayê! Lewra her tişt, her nirx û rûmet bûye amûra mirovan, ji bo bikaranîn û tetmînkirina hîs û daxwazan, bêy ku li ser encaman hûr û kûr bibin. Azadiya ferdî ya serfkar, giyana afirîneriya mirovan kuştiye.

Egoîzm, kuştina gîyan û pîvanên mirovahî ne ku ji destpêka mirovahiyê ve hatine avakirin û mirovahî li ser wê giyanê û wan pîvanan geş bûye.

Bikaranîn: Kesên egoîst, ji bo zewq û kêfa xwe, ji bo berjewendiyên ferdî, bikaranîna her kesî û her tiştî ji bo xwe mîna maf û meşrû dibînin, bêyî ku ew ji xwe tiştek bidin. Tişt ji xwe dayîn ji wan dûr e. Felsefeya wan, her stendin e. Egoîst, nikarin ji bo kesekî din tu tiştî bikin. An kedek bidin an fedakariyek bikin. Lê li bendê ne û bi gelek dek û dolaban hewl didin ku her kes û her tişt di ber wan de û ji bo wan kedê bidin, fedakariyan bikin.

Derewker in, fenok û xapînok in, bi dek û dolab in. Û di karê xwe de gelek hoste ne, ji ber jiyana wan li ser van tiştan ava bûye. Tiştê sosret ew e ku vê yekê ji bo xwe pir normal û meşrû dibînin, lê ne ji bo kesekî din!.. Mîna ku bi taybet hatibine vê dine û kes û tiştên din ji bo wan hatibin afirandin.

Egoîzma neteweyî: Mînak civaka tirk: Civaka tirk, ji xwe pê ve rûmetê nade tu civakeke din. Naxwaze bipejirîne ku, heq û huqûq, mafên gel û civakên din in û pêdiviya wan jî bi van tiştan hene. Egoîzma neteweyî di civaka tirk de pir pêş ketiye. Ewqas ku dema hêzek bikaribe wê xweperestiyê ji nav wê civakê derbixe, dê civak ji hev belav bibe û ew bi xwe jî vê yekê dibînin û dizanin. Lê nayê wê wateya ku dê li ser kavilên wan tiştek xerabtir ava bibe, dijberî wê, dê ji bo wî gelî û mirovahiyê jî hîn baştir bibe. Lewra egoîzma netewî bela serê mirovahiyê ye jî. Ji ber; ev mentalîte ji nijadperestî û faşîzmê re jî dibe bingeh. Egoîzm serkêş û rêberê civak, hemû sazî û dezgeh, sîyaset, çapemenî, perwerde û hemû aliyên din ên civaka tirk e. Xweperestiyê di nav xwîn û giyana wan de cihê xwe çêkiriye. Nikarin bibine bira ji bo tu kesî û gelî, lê eger ew gel an kes xwe înkar bikin û bibine tirk, wê demê cî ji wan re çê dibe. Ji ber giraniya kesên ku neha ji xwe re dibêjine tirk, rewşa wan a rastî ev e. Li ser înkariya xwe bi xwe, nasnameya tirkîtiyê wergirtine û nijadperestên herî tûj jî, ev malê berhevkirinê, hilçinînê dewşorme ne!..

Egoîzma rasyonel (eqlî): Xwedîbûna ehlaqeke rasyonel e. Meriv dive xwediyê nirxên wisa be ku jiyaneke mirovahî bikaribe li ser bê avakirin. Meriv bizanibe ku bi gorîkirin an pêlêkirina mirovan tu başî çênabe. Meriv bi keda xwe bi dest bixe, bêyî ku kesekî din feda bike û xwe fedayê berjewendiyê kesekî din bike. Çi ferdî, çi civakî be, çi maddî û çi jî manewî be, hemû têkiliyên însanî divê li ser pejirandina prensîba, mubadelê bê avakirin. Mubadele: Meriv dive bêyî viyan û daxwaziya mirovan an bi zordestî an bi rêyek din têkil nebe û ji wê têkiliyê hêviya berjewendiyên yek alî an tetmînbûneke yekalî neke. Her danûstendin, di her aliyê jiyanê de, divê bi dil, vîyan û beramber be. Her aliyên wê têkiliyê divê bi dil û vîyana xwe têkil bibin û mina hev jê fêde ango sûd werbigirin.

2005-06-07