1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Xwezî Slîkonên Min Hebûna
Xwezî Slîkonên Min Hebûna,Xwezî,Slîkonên,Min,Hebûna

Xwezî Slîkonên Min Hebûna

A+ A-

Mamoste di dibistanê de ji xwendekaran re behsa dewlemendiyên binerd kiriye. Di dawuya waneyê de ji zarokan pirsiye:

- "Kî ji we dixwaze bibe xwediyê kîjan madenê?"

Pêşî David bersiv daye:

- "Ez dixwazim bibim xwedî madeneke platînê. Min ê ji xwe re jê siwareke Porsche çêkira."

Piştre Mike bersiv daye:

- "Min dixwest madena min a zêr hebûya. Min ê pê siwareyek modela dawî ya Cadilac bistanda."

Herî dawî Joe yê biçûk bersiv daye:

- "Min jî dixwest madena min a slîkonê hebe. Ji ber ku du slîkonên xwişka min hene, siwareyên wisa têne ber deriyê me ku hûn nikarin xeyal jî bikin."

Werger: rt


Gotinên miftehî :