XWEZÎ,xwezî

XWEZÎ

A+ A-

- Xwezî Şivan bi tenê stranên xwe gotibûya. 

- Xwezî Kemal Burkay bi tenê helbest nivîsîbûna û yekî bi xêra xwe jêre psîkek kirîbûya. 

- Xwezî wêjevanên me di heman demê de ne zimanzan, dîrokzan û hertiştzan bûya. 

- Xwezî Serok Ocalan helbest nenivîsîbuya. Lê Xwedê li ruyê me keniya bi tenê helbestek nivîsî. 

- Xwezî Mesûd Barzanî teqawid bibûya. 

- Xwezî Talabanî ewqasî elok nexwaraya. 

- Xwezî Kazim Oz hema ji xwe re masîvanî bi tenê kiribûya. 

- Xwezî Aydin Orak jî hema ji xwe re li kêleka Kazim rûnişta. 

- Xwezî Alîhaydar Kaytan jî hema bi tenê helbest nivîsîbûya. 

- Xwezî xebatkarên televizyonên kurdî bikaribûna navê Kurdistanê rast bilêvkirina. 

- Xwezî DÎHA´yê hema qet dest bi weşana kurdî nekiribûny. 

- Xwezî Hasîp Kaplan hema ker û kor û lal bûya. 

- Xwezî Aysel Tugluk ne kurd bûya û me jî qet wê nasnekiribûna. 

- Xwezî Osman Baydemîr caran jî hema "çok açix we net" nebûya. 

- Xwezî Leyla, Zana bûya. 

- Xwezî Sebahat Tuncer hema bi tenê "Arxaaş" bimaya. 

- Xwezî me fam bikira ka Aynûr Doxan di stranên xwe de çi dibêje. 

- Xwezî Cegerxwîn ne ji Mêrdînê bûya û hemî Mêrdînî jî bi wê psikolojiyê nebûna "helbestvan". 

- Xwezî hinekan bizaniya ku tiştên dinivîsin, ne helbest û ne tu tişt in jî. 

- Xwezî Zubeyr Aydar li gundê xwe mabûya. 

- Xwezî Siri Sakik manken bûya. 

- Xwezî Pervîn Buldan bi kurdî neaxiviya. 

- Xwezî farqînî ji duduyan zêdetir negihiştina hev. 

- Xwezî me bizaniya ka Seyda Perînçek çima ewqasî diqîre. 

- Xwezî Bahoz Erdal qet bi tirkî neaxiviya û hema qet fêr jî nebûya. 

- Xwezî şaredariya Amedê li ser pozê Gulîstanê jî xebat û projeyek amade bikira. 

- Xwezî Amedî hema rojek be jî "kendime" tiştekî nekiribûna. 

- Xwezî Cahît Mervan rojek (Saat Amedde 21î vurunca) berepaşkî bi ser sêla xwe ve biketa. 

- Xwezî rewşenbîrên me jî hebûna. 

- Xwezî Rêzan Tovjîn bibûna Matrix û li ser telefonê jî ez hebûma. 

- Xwezî qibleya Selîm Sadak diyar bûya. 

- Xwezî Şehrîban biçûna Stenbolê. 

- Xwezî kurdên ku çûne TRT 6ê tev bişeliqiyana. 

- Xwezî bavê hinekan prezervatîf bikaranîbûna.


Mahabad Felat Arda 2013-11-29

Têbinî: Hûn bixwazin dikarin li binî xweziyên xwe zêde bikin.


Gotinên miftehî :