Yekîtî,yekîtî

Yekîtî

A+ A-


Di xwestina yekîtîya di navbera kurdan da çandî hunerî,aborî û eşîrîye.Jiber ku çanda kurdan gelek dewlemende divê mirov cara ewil bi civakê re hertim bê ba hev û liser yekîtîyê bi civaka xwera bide û bistîne.Divê hemû hesûdî û dirindeyên nava civaka kurd da, bên paqişkirin jibo jîyanek hevbeş xebatên berfireh bên meşandin.Her wiha hevbeşiya dinav kurdan de dıbe hêza yekîtîyê. Girîngîya sazîyan di yekîtîyê da geleke. Divê sazî û dezgehên kurd ên başûr bakûr,Rojhilat û rojava hertim digelhevbin û karekî hevbeş bihevra bimeşînin.Di warê kovar rojname pirtûk û nivîskarî wênesazî û di her warê çanda civakî da têkevin nav hewldanan hîmê yekîtîya dinavbera hemû beşên kurdistan da bidin jîyankirin û gel qewm û lêzimên ku jihev bûne çar par bigehînin hev da ku çanda xwe bihevra jîyanbikin. Tişta yekîtîyê esas digre yek dil û mejû ye. Binhêrin yekîtîya dinav hêz û hizbên kurdan de tenê bûye wek xewnekî.Jiber van sedeman roj bi roj mirov valahîyan hîs dike û neyar û dagirkerên erdnigarîya kudan dibin Daiş û ji valahîya tevgerên kurdan sûd digrin û dixwazin nirxên gelê kurd ên bi sedan salan birûxînin.Di şerê koban û Şengalê de kurdan hêzek mezin derxistin pêş li hemberê daîşê û di çapemenîya cîhanê da ji hêza kurdan hat axaftin, niviskar,rojname û kovarên here navdar ên cîhanê lehengîya keç û xortên kurdan nivîsîn û li tv û manşetên xwe bi rojan qala lehengîya kurdan kirin.Wê demê divê hizb komele rêxistin û hemû hêza kurdan bibe wekî goşt û neynûk bihevra bipije. Gava em li reng û dîmenê tevgera kurdan dinhêrin destkeftîyek mezin heye û divê hêz û rêxistinên kurdan bêhtir nirxê bidin wan destkeftîyên ku bi xwîna hezaran lehengên kurdisatan hatîya avdan. Min di nîvîsa xwe da qala çapemenî û nivîsên nivîskarên navdar kir.Lê belê hin rojname û tv yên liser navê kurdayetîyê weşandikin hêjî li hember hevgera azadî dijberîya xwe didomînin û hîn jî hinek nivîskarên kurd hene hêjî pênûsa xwe jibo dijberîyê bikartînin ev şermek mezine. Ez naxwazim liser wan tv û malperan hin tiştan bêjim.Guman heye ku di demek kin de kurd yekîtîya xwe avabikin û bila navê yekîtîyê ji xewnên zarok,kal pir,ciwan û hemû civakê derkeve û bila civak a kurd êdî bi xeyalên azadî û înşakirina welatek demoqratîk ve razên û rabin.Her bimînin di xêr û xweşîyê da.


Gotinên miftehî :