1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. Yîma Ango Cemşîd û Tofan
Yîma Ango Cemşîd û Tofan,yîma,ango,cemşîd,û,tofan

Yîma Ango Cemşîd û Tofan

A+ A-

Aryaniyên kevnare bawer dikirin ku Yîma, kralê wan ê herî kevn ê yekem e. Di derheqê Yîma de mîtolojiyên cuda cuda hene. Bingeha vê mîtolojiyê jî, ji Vedînand û tekstên Zerdestiyê, yê kevn hatiye girtin. Di demek pir kevn de, mirov pir xerab bûbûn, derew, xerabî, dirûtî û dijberî li hember hev dikirin. Bi hev re ?er û ku?tin dikirin û Xweda ji bîr kiribûn. Ba?î, pakîtî û mirovatî nemabû. Loma jî Xweda hewl da ku tofanek bi ser wan ve bi?îne. Li herêma Aryan merivek gelek ba? hebû nave wî YÎMA bû. Wî tucarî xerabî, mêrkujî û li hember Xweda dijberî nedikir. Her çiqas dixwest xelkê hi?yar jî bike, lê kesî guhdariya wî nedikir. Rojek Yima bi kar û barê xwe ve mijûl bû, ji jor dengek hatê: "Yîma, kurê Vîvaghat, slav li cenabê te! Di nêzîk de ez ê tofanek bi?înim bi ser mirovan ve û dê kes nemîne, dê jîyan bi dawî bibe û ji bo neslek ba? ji nû ve çêbibe û êdî xerabî neyêne kirin. Divê tu tûnelek di bin erdê de bikolî, ji her ajelek nêr û mê di tûnelê de bi cih bikî û tuxumên hemû nebatan jî, di wir de bi cîh bikî ku ji bo pi?tî tofanê dîsa jîyan bê li dar xistin". Roja din Yîma gazî hemû der û dora xwe dike û buyerê ji wan re dibêje, lê kesek guhdariya wî nake û yarî û henekên xwe pê dikin. Dibêjin: "Yima dîn û har bûye ji me re çîrokan dibêje". Yîma neçar dimîne û li alîkariye digere. Çend roj û çend ?ev bi rê ve diçe, lê rast li tu kesekî ku jê bawer bike nayê. Rojek di rê de rast li xaniyekî biçûk û bostek tê. Yîma li derî dixe, xortek xwe? derî lê vedike û wî vedixwîne hundir. Hundir vala ye, tenê cîhek ji bo razanê heye û keçikek bedew jî li wir e. Keçik jina wî xortî ye. Xuya ye ku ev malbat gelek jar e (feqîr e) lê gelek merd û mêvanperwer in. Ji Yîma re nan û ?îr tînin, didine ber, cihê razanê didinê û hezkirinê nî?anê wî didin. Yîma, bûyerê ji wan re ji serî heta binî dibêje. Her du jî ji Yîma bawer dikin û hewl didin ku alîkariya wî bikin. Roja din dest bi kolana tunelê dikin. Tunel digihîje binê girekê, di binê gir de cihek gelek fireh vedidin, ji bo hemû ajel tê de bi cih bibin. Ji çiya û beriyê, ji hemû ajelan ?êr, piling, hesp, teyr, kew, kebok û hwd. yek nêr yek jî mê tînin di binê gir de bi cîh dikin. Tuxumê hemû nebatan berhev dikin û wan jî di wir de dihemînin. Yîma, xort û jina xort jî dikevine tûnelê û derî û ?ivakan digirin. Dinya re? û tarî dibe. Berf dest pê dike. Berf dibare û ba lê dixe û berfê dike cemed. Çem û kanî de?t û berî dar û ber hemû di bin cemedê de dimînin, yek mirovek ji tofanê xelas nabe, hemû dimirin. Tofan çil meh berdewam dike û tu çirûskek ji jîyanê namîne. Lê binê gir germ e, xwarin û vexarin gelek in. Tofan li ser Yîma û hevalên wî tu bandorek nake. Rojek fîkîna bayê tê birîn. Yîma diçe ber ?ivakê li derve dinihêre ku berf nabare û ba sekiniye. Berf dihele û av diherike. Roj derketiye û esman ?în dike. Pi?tî çend rojan berf tenê li serê çiyayên bilin sipî dike û erd re? e êdî. Yîma û hevalên wî ji tunelê derdikevin, tuxumê nebatan di axê de diçikînin. Pi?tî çend mehan dibe bihar, her der ?ên dibe, gul û sosin sor û sipî û zer dikin. Xweza ji nû ve diafire. Hemû ajelan derdixin derve û wan berî nav mergan didin. Ew roj her kes bi kêf û ?ahî ye. Yîma û hevalên wî, ji Xweda re spasiyên xwe pê?kê? dikin. Navê wê roja xwe? dikine NEWROZ. Ji wê rojê û vir de Aryanî her sal Newrozê pîroz dikin.Xweda bi kiryarên Yîma kêfxwe? dibe û wî bi hezar sal temen bi xelat dike. Zanyariya hesinkariyê didê û Yîma rêberiyê ji gelê xwe re dike. Comerdî, mirovatî û hevalbendiyê di nav civakê de bi cî dike.

Can Şeker 16 gulan 2006


Gotinên miftehî :