1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Azad Zal
  4. Zîndeweriya Zimanê Kurdî
Zîndeweriya Zimanê Kurdî,Zîndeweriya,Zimanê,Kurdî

Zîndeweriya Zimanê Kurdî

A+ A-

Mirov kare bibêje ku bingeha zimên peyv e.
Wekî her zimanî zimanê kurdî jî li ser bingeha peyvan ava bûye. 
Di zimanê kurdî de peyv bi heşt tewran ji hev tê veqetandin. Ango peyv wekî heşt beş ji hev têne veqetandin. Ji van beşan yek bi yek re tofên peyvan (cureyên peyvan) tê gotin. 

Tofên Peyvan ev in: 
1- Navdêr (dar, pirtûk, artêş, Kurdistan, mase, qarûş, sêl…)
2- Rengdêr (xweş, baş, reş, çi, mezin, qirêj, bilind, spî…)
3- Cînav (tu, ew, hûn, em…)
4- Lêker (çûyîn, hatin, birin, dîtin, xwarin, pêkanîn, rijandin…)
5- Hoker (zû, niha, wira…)
6- Daçek (ser, bin, ji, ji … re, di … de)
7- Gihanek (û, ango, an, ya jî, lê…)
8- Baneşan (lo, ey, o…)

Di axaftinê de peyvên ku bêne ser ziman; di nivîsînê de bêjeyên ku bêne nivisandin; di têgihîştinê de têgînên ku bêne têgihîştin di van heşt tofên peyvan de bi cih dibin.
Hinek bêje hene li gorî bicihkirina di hevokê de ji yekê bêtir di çend tofan de karin cih bigirin.
Ji ber vê yekê jî dema mirov hînê bêjeyekê bibe (ev ji bo yên ku zimanê zikmakî yê kurdî ji bîr kiribin ya jî nizanibin û şûn de hîn bibin tê gotin) pêwist e mirov hemî wateyên wê bêjeyê hîn bibe. Ne ji bo hînbûnê tenê, dema mirov di axaftinê de bêjeyekê anî ziman bi her awayî wateyên wê divê di bîra mirov de be. Ji lew re ziman zindî ye. Her bêjeyek di zimên de diafire û bi bikaranîna wê bêjeyê re her tim wateyekê nû tê ser. Di peyvnasiya bêjeyan de wateya yekem, ya duwem, ya sêwem û her wiha tê rêzkirin. Tofên peyvan di nava xwe de li gorî têkilî û pêwendiya nava wan û cihgirtina di nava zimên de di nava xwe de têne senifandin. Evana bi vî awayî ji hev têne veqetandin. Ango tofên peyvan di nava xwe de wekî 3 komî ji hev têne veqetandin.
i- Navdêr û yên pêwendîdarên wê. Navdêr, rengdêr, cînav di vê beşê de ne.
ii- Lêker û yên pêwendîdarên wê: Lêker û hoker di vê beşê de ne.
iii- Yên ku ji ziman re zemîn dihonin, bingehê avadikin, pêwendîdariyê çêdikin: Daçek, Gihanek, Baneşan. 

2- Rewşên tofên peyvan ên bikaranînê û yên rêzimanî 

Peyv, bêje ya jî têgih dema ku têne bikaranîn, ango dema barê zindeweriyê li wan bar dibe rewş bi rewş diguherin. Guherîna wan li gorî bikaranînê tewr bi tewr e û li gorî wê rewşa wan jî diguhere.Van rewşên hana bi vî rengî têne veqetandin:

i- Zayend (nêrza û mêza) 
ii- Tewang (tewandî û netewandî)
iii- Jimar (yekjimar û pirjimar)
iv- Rade (radedar û neradedar)
v- Rûkarî (jimarbar û nejimarbar)
vi- Rûberî (şênber û razber)
vii- Xweşkirin
viii- Reşkirin
ix- Biçûkkirin
x- Bangewazî

Van rewşên ku di bikaranîna peyvê de dertênê meydanê di bingeha xwe de giyana ziman in. Her yek aliyekî ziman diderbirîne. Ziman bi van rewşên bikaranîna peyvê dibe heyînek bipergalkirî. Ev pergal giyana ziman e. 
Zayend xwezayiya ziman e; tewang hunera ziman e; jimar matematîka ziman e; rade perspektîf ango nîgara ziman e; rûkarî û rûberî nakokiya ziman in; xweşkirin û reşkirin û biçûkkirin û bangawazî hestên ziman in.
Van rewşan, van taybetmendiyan ango van aliyên ziman tev di nava hev de ne û di pêkanîna ziman de tev bi hev re ne. Yek bi ya din heye; yek egera a dinê ye. Dînamîzma ziman, zîndeweriya ziman bi vana tevan diyar dibe. Ji ber wê jî di hîmê her zimanî de ev taybetmendî hene. Yên ku hinek ji van taybetmendiyan ji xwe kêm kirine ew aliyekî xwe wendakirine. Di zimanê kurdî de ev tev hene. Di nava pergaleke durist de ev tev bi hev re guncaw in.

i- Zayend û zayenda kurdî: Zayend taybetmendiyeke xwezayî ya ziman e. Xweza li ser diyalektîkê (dualî) tev digere û pêş de diçe. Ji ber ku jêderka ziman xweza ye û bi xwezaya civakê ya  dualî ve girêdayî ye reng û dengê ziman jî li gorî wê diyar dibe. Di xwezayê de nêrza û mêzayî du aliyên nûbûn û pêşketinê ne. Ev di hemû giyaneweran de bi wî rengî ye. Di nava ajalan de mê û nêr; di nava mirovan de jin û mêr bingehên diyalektîkê ne. Ziman jî giyandêriya xwe ji civakê û pê re jî ji xwezayê digire. 
Ziman di bingeha xwe de xwezayî ye. Pergala ziman li ser diyalektîka xwezayî ye û rengê xwe ji civakê digire. 
Civakên ku xwezayî ne, pêwendîdariya wan bi xwezayê re her xurttir e zimanê wan jî bi zayend e. Ango zimanên bizayend taybetmendiya civaka xwe jî didin nîşandan. Nîşaneya wê civaka ku zimanê wê bizayend e ew e ku hê ji xwezayê, ji rastiya xwezayê dûr neketine.  Zimanê kurdî zimaneke bi zayend e. Ev jî nîşaneya civaka xwezayî ya kurd nîşan dide. Di zimanê kurdî de her peyv bi awayekî di bin barê zayendê de ye. Zayenda kurdî bi du awayan e; yek jê zayenda xwezayî ya din jî zayenda rêzimanî ye. Zayenda rêzimanî bingeha xwe ji zayenda xwezayî digire û di pergala ziman de gihiştiye xweseriya xwe. 
Di kurdî de peyv bi awayê xwerûtiya xwe zayendê li ser xwe nîşan nade, lê tê de veşartiye. Di bikaranînê de barê zayendê digire ser xwe. (Di beşên tofên peyvan de yek bi yek ew ê bêne berdest.) 
Zayend xwezaya ziman e. 

ii- Tewang û di zimanê kurdî de tewang: Tewang wekî peyv ji “tewandin”ê tê der. Di rastiya xwe de dema tişt bi awayekî pê bê lîstin û hinek guhertin tê de bê çêkirin ew tişt ditewe. Wekî mînak; şiva ter ditewe. Mirov dikare şiveke ter bigire her du seriyan bigihîjîne hev jî naşikê, lê ditewe; dîsa lihevbadana tiştan jî wekî tewangê tê binavkirin. Her wiha dema tiştek diguhere û digihîje xemla xwe tê gotin ‘ew tişt tawa xwe girt.’ 
Di ziman de jî dema ku peyv di xwezaya xwe de bê ku guherînên şkestiyar, ji halê xwe yê xwezayî cuda bibe biguhere, kin bibe, dirêj bibe, deng lê zêde bibin ya jî deng jê kêm bibin peyv ditewe; peyv bê kinkirin, bê dirêjkirin, deng lê bê zêdikirin, deng jê bê kêmkirin peyv tê dewandin.
Ji ber taybetmendiya bi vî rengî ya ziman ziman dibe zimanekî tewangbar, ku taybetmendiyeke bi vî rengî di xwe de nederbirîne ew ziman nabe tewanbar. 
Peyv bi serê xwe di rewşa xwe ya xwerû ango ferhengî de tewang li ser xuya nake. Payv natewe, lê dema ku tê bikaranîn ditewe. Ev jî tewang e. Wiha reng e tewang bi çend awayan pêk tê. Ku peyv ji derve de deng bigire û guherîn tê de çêbibe ev tewanga derawa ye, ku peyv ji hundir ve biguhere û guherîn bi kêmbûn ya jî pevkelîna dengan  çêbibe ev tewanga hundirîn e.
Zimanê kurdî ji ber ku taybetmendiyeke bi vî rengî di pergala wî de heye ew zimanekî tewangbar e. Di zimanê kurdî de hem tewanga derawa, hem jî tewanga hundirîn heye. Ji ber ku ev taybetmendî heye dema ku bi kurdî bê axaftin tewang neyê bikaranîn, ya jî çewt bê bikaranîn ziman di nava xwe de xira dibe. Bi dirustî bikaranîna tewangê huner e. Çewt tewang bê bikaranîn peyv dişkê û ziman ji hîmê xwe dertê û pê re giyana ziman vedireşe derve. Ji ber vê tewang hunera ziman e. 

iii- Jimar: Ziman berhemeke civakî ye û li ser pergaleke jimarî ye. Di ziman de her tişt bi jimar e. Xweza verûdeyna xwe di hiş û mêjiyê civakê de bi rengê jimarî tê der û ev jî di ziman de saz dibe û bipergal dibe. Ev jî matematîka ziman e. Yek û pir, yekeyek, yek û cot, cotecot, sêyesê, dehedeh, sedesed û hwd. Têgehiştina jimarê di ziman de bi rengê pergala matematîkê ye. Yekjimarî û pirjimarî li ser guherîna peyvê ristedar in. Her wiha pergala dehî û carînên dehî ristedar e. Di kurdî de ristedariya jimarê her heye.   

iv- Rade: Di ziman de rade nîgar ango perspektîf e. Peyv bi rewşa radeyê  diyar e yan jî nediyar e. Aîdiyeta peyvan bi hev ve, pêwendîdariya peyvan a bi hev re diyardeyî û nediyardeyiya wan bi radeyê tê der. Ji ber vê yekê rade nîgara ziman e. Wekî dualî radedarî û neradedarî ji vê rewşê diyar dibe. 

v- Rûkarî: Di xwezayê de heyîn her heyîn e. Lê di têgihîştina civakî de, ango di hişmendiya gel de hinek heyîn yekeyên wan di pergala mîkro de ne û nayên ber jimarê, hin heyîn jî hene di pergala makro de ne û têne ber jimarê. Ji ber vê rûkarî wekî jimarbar û nejimarbar diyar dibe. Di pergala ziman de ev rewş jî ristedar e. Ji ber vê rewşê nakokiya (dubendî) di nava xwe de guncaw tîne der. “Av” peyveke nejimarbar e, “tas” peyveke jimarbar e. “Tasek av” dubendiya di nava xwe de biguncaw e. 

vi- Rûberî: Di xwezayê de heyîn bi du awayan e. Yek jê heyîna xwezayî ye, ya din jî heyîna hişmendî ye. Her du heyîn ji hev têne der. Di ziman de peyv û têgînên ku van her du heyînan diderbirînin wekî şênberî û razberî hene. Peyvên razber û peyvên şênber ji vê rastiyê têne der. Wekî mînak peyva “dil” her du heyînan jî di rewşên cuda cuda de diderbirîne. Dilê min diêşê, dilê min şewitî. 

vii- Xweşkirin: Hestên mirovî ku li peyvan bar bibin û li gorî wê di yekeyên ziman de ango di peyvan de guhertin çê bikin ev aliyên hestiyar ên ziman in. Ji aliyê başî û xweşiyê ve, ji aliyê pozîtîf ve barkirina hestan rewşa xweşkirinê tîne der.  

viii- Reşkirin: Hestên mirovî ku li peyvan bar bibin û li gorî wê di yekeyên ziman de ango di peyvan de guhertin çê bikin ev aliyên hestiyar ên ziman in. Ji aliyê nebaşî û nexweşiyê ve, ji aliyê negatîf ve barkirina hestan rewşa reşkirinê tîne der.  

ix- Biçûkkirin: Di xwezayê de heyîn her di ser hev re hene, hinek biçûk hinek mezin in. Dema ku bi hinek guherînan peyv rewşa biçûkî bigire ev rewşa biçûkkirinê tîne der. Ev jî aliyekî hestewar ê ziman e.  

x- Bangewazî: Dîsa barê bangewaziyê li peyvê bê barkirin û bi vî awayî peyv biguhere wê demê rewşa bangewaziyê tê der. Rewşa bangewaziyê hestewariya ziman a herî prîmîtîf, pêşîn e.  

Ji ber ku ziman pergalekî xwezayî û civakî ye ev her deh rewş jî li gorî wê her yek di nava xwe de bi awayekî pergalkirî ye û tev bi hev re guncaw in. Tev bi hev re di heman demê de dibe ku di heman peyvê de pêk bênê. Ev rewş di bikaranîna peyvê de ango di pergala ziman de tev di nava hev de, tev bi hev re û tev ji hev cuda ne.

Azad ZAL
[email protected]


Gotinên miftehî :