Zarokatiya min,Zarokatiya,min

Zarokatiya min

A+ A-


di nav lêvên keçek ciwan de
li teni?ta Bazîdê
li tirba Xanî Baba.

reqereqa kele?kofan bû zarokatiya min
ku ber êvaran dest pê dikir
destê siban bi xwîna sor xalî dibû
li çîyayên Qertewînê  li Tendûrekê
û li de?ta Mû?ê

zivistanên Serhedê  bû zarokatiya min
rêyên zirav bû wek maran bi fetil
di nav du mêtre berfê de
hêstirên li rûyên bavan dirijiyan
qe?a digirtin.
û gura xwîn dimîst.

?evên dirêj bûn zarokatiya min.
di binê tendûran de
lingên zarokan
bi çîrokên Mîrza Mihemed germ dibûn
xeyalên me di Çemê Miradê da dihat ?û?tin.

li zozanan  konê re? bû zarokatiya min
biharan gul dida  payîzan diçilmisî.
ku firar bi çargavên hespên re?
di tariya ?evê de wenda dibûn
qumando diavêt ser gundan
û heta sibê
agir dibariya ji asîmanan.

xîzanî bû zarokatiya min
di ?evên re? de li asîmanên zelal
stêrk di?imitîn, di ser nezaniya me re
pûrteqalek  zer
dilê me dikir zeviya kulîlkan.
bi me re hevaltî dikir sê roj û sê ?ev

diziya bostanan bû zarokatiya min
lingên piçûk bi gavên mezin
rêya rojekî diçûn ji boy xiyarek
destên piçûk di ser sûran re
diqetand stûyê gulbaxanan
du hinarikên piçûk jî ji singên keçikan.

nêçîra perperokan bû  zarokatiya min
perperokên spî, sor, zer
bayên sibik li devlingên rizî dialiya
em ser devkî li erdê diketin
çokên piçûk diheri?în.
ku çavên re? tijî hêstir dibûn
perperok bi me dikeniyan.

birçîbûn bû zarokatiya min
di dijminatiyê de li gundekî xerîb
dilekî piçûk ji pê?a dîya xwe dûr
diket pi?ta deriyan
her ?ev bê deng digiriya.
siya wî
ji ber tendûrekî nanek didizî.
û du siyên piçûk
germahiya nan parî dikirin
di germa havînê de

bê bavî bû zarokatiya min
li hepisxana Mû?ê
di bin sîya qardiyanan de
me hisretiyê diku?t bi hev re
bi simbêlê hi?k ramûsanek dida min
ramûsaneke hi?k
ji bîna titûnê
dema destê min dixist nav destê xwe
hesinên sar wenda dibûn
disekinî zeman
û zîndan dibû zozan.


 
Atilla Bari?er

Dem: 7 nîsan 2007 ?emî
(© www.amidakurd.com)


Gotinên miftehî :