1. Tekst

  2. Gotar

  3. Beghyani Shadi Sharin
  4. Zarokên Kurd Ćawan Di Dibistanên Tirkan Da Dibin Aźanên Zimanê Tirkî?
Zarokên Kurd Ćawan Di Dibistanên Tirkan Da Dibin Aźanên Zimanê Tirkî?,zarokên,kurd,awan,di,dibistanên,tirkan,da,dibin,a,anên,zimanê,tirkî

Zarokên Kurd Ćawan Di Dibistanên Tirkan Da Dibin Aźanên Zimanê Tirkî?

A+ A-

Herro bi mîlyonan zarokên kurd terrin dibistanên tirkan.

Ev zarokên hanê hemî roźa xwa di dibistanên tirkan da di nav ćerxa asîmîlasiyona tirkên niźatperest u faśîst ra derbaz dikin.

Bêyî ku haya wan źi vê qewadiya sîstema tirkan hee bibe.

Zarok e, kêfa wî tê gava hînî tiśtekî nuh dibe.

Kêfa wî ya nezan źi niśkê va wî dike ćar baskî, gava em kêfxwaśiya xwa bi tirkiya wî tînin.

Hêdî ew zarok di pêśeroźê da evîndarê zimanê tirkî yê źi dil e.

Śermokê zimanê dayika xwa ya kurd e.

Hêdî zimanê diźminê wî di serê wî da dibe ćîroka îblîsane ya «ziman gerdunî ne, diźminatiya zimanan nabe!».

[Lê di raśtiyê da mêźiyên me kurdan tevda źî bunne qurbana manîpulasiyonên siyaseta zimanê tirkî. Hêdî fikirên ku li gorî berźewendiyên zimanê tirkî hatinne formule kirin, cîhana me ya têgêśtinê kontrol dikin, loma ye ev gotin u fikirên zik birćî u beredayî.].

Li gorî śertên heeyî, carinan bi zoriyê u carinan źî bi nermiyê ziman u kultura tirkan li zarokan tê śîrîn kirin.

Ha bi zordariyê, ha bi nermiyê, ti cihêtî di navbera herdu nêzîkbunan da tun e.

Mêźiyên zarokan hîn pirr teze ne, wekî śîr u kaxiza spî, bê leke ne.

Hîcar em bi destê xwa mêźiyên van zarokên ku li ber śîr in, derdixin u dixin nav destê sîstema tirkan ya bi vîrusên herî kuźer u wan bi xwînsarî didin kuśtin.

Hêdî li ser wan kaxizên spî bi tîp u hevokên herî mezin netewe- u niźatperestiya zimanê tirkan roź bi roź tê daćikandin.

Piśtî salên dur u dirêź yên bi lanet kirî, hindî ew înformasiyonên ku di wan mêźiyên spî da hatinne śund kirin, meriv hew dikane źê paqiź bike.

Źê bibe źî, ewdê hertim lekeyên mezin yên reś u derbeder li paś xwa bihêlin.

Însan berhemeke pêkhatî yên înformasiyonên di mêźiyê xwa da ye.

U li gorî van înformasiyonên di mêźiyê xwa da tevdigerre, hawîrdora xwa li gorî wan înformasiyonan têdigêźe u śîrove dike.

Digel vê tevgerra xwa ya herî bingehîn, ziman di mêźiyê mirov da pergala herî esasî ya ku meriv bi kar tîne, ye.

Her ziman di mêźiyê meriv da tor u pîrikên xwa bi lez ćêdike, daku bikare bibe desthilatê wî śexsî di mêźiyê wî da. Yanî bi hemî lîstikên xwezayî tora xwa tavêźe mêźiyê meriv.

Li gorî wî zimanî girêdankên sînîrî u śaneyî/hucreyî di meźîyê meriv da ćêdike.

Piśtî vê tevgerrê, hêdî meriv li gorî tespîtên noyrobiyoloźiyê berhemeke wî zimanî ya daîm e.

Bêśik birryara meriv ya serhiśî di vî warî da nikane tevgerrên meriv yên esasî kontrol bike. Loma gava em kurd bi kurdî dipeyîvin yekcar źi devê me peyîv u hevokên bi tirkî, erebî u farisî derdikevin.

Źiber ku hêdî em di bin kontrola wî zimanî da ne, ango di bin desthilata sîstema zimanê diźminê xwa da ne.

Diźminê źi atomê xerabtir ne ćek u bombeyên tirkan in, lê zimanê tirkî yê ku heebuna neteweya kurd di mêźiyê milletê kurd da talan u wêran dike, ye.

Pêvaźoyek u vîruseke pirr bê deng e. Meriv bi carekê va źi holê ranake.

Pirr bêhn fireh e. Gava meriv pê dihese źî, hew dikane tiśtekî bi fêde bike.

Loma źî li xwa rewa dîtina desthilata sîstema zimanê diźminê xwa, bê him u gim tune kirina milletê xwa ye.

Herê, em zarokên kurd bi vî hawî herro didin kuśtin di dibistanên tirkan da.

Ew zarokên ku dimirin u tên malê, li malê źî dest bi ceribandina tiśtên hîn buyî dikin, źibo ku źîriya xwa li me bidin nîśandin.

Carinan bi śiklekî pirr zarokî, henekbaz u dilovan dikin vê yekê.

Kêfa me pê tê. Me didin kennandin. Wan li me didin hez kirin.

Em źi dil dibiśirin, wan himbêz dikin, bi paćên dilovan wan pîroź dikin.

Gava em vê dikin źî, em malikê li xwa diśewitînin.

Hingê zarok źiber dilovaniya me ya aqilsivik xwa bêtir li zimanê tirkan germ dikin.

Her peyveke zimanê tirkî, wekî frekuwens di mêziyê xwa da bar dikin, bi derudora xwa ra parve dikin. Źi zarok u kesên din hînî frekuwensên din dibin, yanî hêdî zarok u em mezinên kurd źi hevdu frekuwensên zimanê tirkî kopye dikin, bêyî ku haya me źi xeternakiya vê yekê hee bibe, ha ha cih li frekuwensên zimanê kurdî teng dikin di mêźiyên xwa da.

Ti cihêtî di navbera van frekuwensên zimanî u vîrusên bîyoloźîk da  tun e.

Ango dawiya dawîn encam tunebun e, tenê pergalên ku hatinne bi kar hanîn, cihê ne.

Mîna her nebatî u heywanî, zarok u însan źî li gorî berźewendiyên heeyî xwa orxenîze dikin u tevdigerrin.

Bê guman kesê ku pesna zarokê kurd yê bi zimanê tirkî dide, di meś u ćalakiyên siyasî da li dayikên kurd belavokên bi tirkî dide xwandin, afîś u plakatên bi tirkî dixin destên wan, bivêt-nevêt aźanên sîstema tirkan ya obźektîf in.

Ćênabe ku meriv li hêlekê li diźî sîstemeke niźatperest li ber xwa bide u li hêla din źî li gorî daxwazên îdeoloźiya wê sîstemê u pergalên ku wê sîstemê li ser piyan dihêlin, tevbigerre.

Ev paradokseke pirr mezin e.

Lukseke kurdan ya weha serserî źî nikane hee bibe.