Zarokên me ji kurdiya me fam nakin !
Wekî ku tu derdê me li dinyayê nemabe û ez derketibim gera derdan.
Min ji xwe re derdekî nû dît û dixwazim ji we re jî bikim derd.
De were û neke derd.
Kurê
te her roja ku mezin dibe, tu xeyala wê rojê dikî ku li ber rûnî û jê
re pirtûkên zarokan bixwînî. Tu hemû pirtûkên kurdî yên zarokan berhev
dikî, bi hêviya wê rojê datînî ser hev û her roj toza ser wan paqij
dikî. Li wêneyên wan dinihêrî wekî zarokekî ku tu xeyal dikî.
Kurê te mezin dibe. Tu li ber rûdinî û pirtûkekê dixwînî. Lê ew tu tiştekî jê fam nake.
Li malê her tişt bi kurdî ye. Lê zarokê te ji pirtûka kurdî fam nake.
Yek, du, sê, çar... Tu hemû pirtûkan diceribînî. Lê ew ji wan çîrokan, ji wan helbestan, ji wan hevokan fam nake.
Me mezinan li çavên hev nihêrî:
-- Ez jî ji gelek gotin û bêjeyên van çîrokan fam nakim.
Nav ne girîng in... Min hemû pirtûkên zarokan anîne mal. Yên Swêd, Stenbol, Amed. Lêwik ji hemûyan fam nekir.
Ka
pîra Eyşê, ka Mele Na'met, ka xwişka Hezbiye ku li ber me rûdiniştin û
ji me re çîrok digotin, heta çavên me li stêrkan di xew re diçûn.
Niha tirsa Ehmed Huseynî ketiye dilê min jî. Gelo bi rastî dê nifşê nû wisa ji kurdî dûr bikeve ?
Em çi dikin ?
Me kurdiyek çawa derxist holê?
Ev lîstika me kîjanî bû, bi çi armancê bû?
Me ev kurdî ji kê re çêkir û hîn em ji kê re çêdikin?
Min
Kurd 1 vekir. Bernameya ku Aydogan tê de dilîze. Lawik wisa jê aciz bû
ku nayê gotin. Bername ji bo mezinan e, ji bo ew ên bi sebir ku dixwazin
kurdî hîn bibin.
-- Bavo, bavo ez TRT Çocuk dixwazim.
Lawik ji zimanê TRT Çocuk baş fam nake, lê li ber rûdine. Ez jî li ber rûniştim.
Bi rastî jî heyecan heye. Spîker wekî ku xwê tê de be li cihê xwe nasekine. Nahêle bala zarokan ji ser wî/ê here. Wisa heyecanekê ava dike ku mirov dixwaze li şûna wî bilîze.
Xêzefîlm
bi bernameyên komputerê çêkirine, xêzên ewqas acemî ne ku tu huner tê
de tune. Lê camêran di dengdana wan de ewqas serkeftî ne ku ew xêzikên
rezalet bûna xêzefîlmên pir bi heyecan.
Em jî bi pey çi ketine.
Kurdiya me ev kurdî be, em hînî zarokên xwe bikin dê çi be, em hîn nekin dê çi be!?
Gerek em xwe ji gotin, hevok û qalibên çêkirî û ne kurdî dûr bixin û bi lez vegerin ser kurdiya yabo û yadê.
Zarokên
mirov ji nû ve çêbûna mirov in. Mirov wan çêtir mezin neke, wekî mirov
şensa xwe ya duyemîn a jidayikbûnê winda bike. Mirovê ku vê şensê bi cih
nîn e, tê çima şensek din bidê û wî têxî cinetê an cehnimê ?! Berde
bila bibe ax û here!
Armanca min bi vê nivîsê ne ew e ku
şûjin û derziyan di hinekan rakim. Ne dema wê ye jî. Tiştekî wisa dê çî
min têr bike! Tenê dixwazim bala wergêr û çîroknûsan bikişînim ser vê,
ku di nivîsandina xwe de xwe têxin şûna zarokan. Berî weşandina pirtûkekê, ji 4-5 zarokan re bixwînin.
Bi hêviya ku dengê me here cihên lazim, bimînin di xweşiyê de.