1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Zana Farqînî
  4. Zayend û Tewanga Jimarnavan
Zayend û Tewanga Jimarnavan,Zayend,û,Tewanga,Jimarnavan

Zayend û Tewanga Jimarnavan

A+ A-

Di zaravayê kurmancî de, di warê zayend û tewanga jimarnavan de, li gorî herêman tevliheviyek heye. Eger ez bi awayekî giştî bibêjim, bi taybetî der barê mijara tewanga jimarnavan de, du herêm ji hev cihê ne.

Bi awayekî gelemper herêma Behdînan tewangan jimarnavan ji herêmen din cihêtir bi kar tîne. Lê belê çendî ku herêmên kurmancîaxêv ji bilî du sê awerteyan, zayenda jimarnavan mîna hev bi kar tînin jî, der barê zayenda hejmara "yek"ê de gelşek heye.

Her çi qas tewanga hejmara yekê, wek /-ê/ be jî, ku ev tewanga yekejimar a binavkirî (diyariyê) ye, lê di terkîban (ravekan) de ev hejmar wek nêr tê pejirandin û ji bo yekejimariyê veqetandeka /-ê/ tê paşiyê. Em bi berêvkî bi mijara xwe de herin û pêşî li ser mijara zayend û tewanga hejmara "yek"ê rawestin, pişt re jî derbasî mjira der barê jimarnavên din bibin.

Çawan me got, tewanga hejmara "yek"ê em wek /-ê/ dipejirînin, ku ew jî tê dawiya wê. Lê belê gava em vê hejmarê di terkîbê de bi kar tînin, îcar em zayenda wê nêr ji xwe re qebûl dikin, ku Celadet Bedirxan li ser vê fikirê ye û di xebatên xwe de ev yek wisan diyar kiriye. Bi dayîna mînakan em mijara xwe ronî û zelaltir bikin:Ez dê di yekê mehê de bêm.Îroj yekê Gulanê ye.

Di bîst û yekê mehê de hat.Niha em baş bala xwe bidin veqetandeka /-ê/yê ku me ew di mînakan de bi awayê reşkirî daye. Di van her sê hevokên nimûneyî de, bi hejmara yekê terkîb hatine çêkirin û bi veqetandeka /-ê/yê jî xuya dibe ku zayenda vê jimarnavê nêr e. Eger zayenda wê mê bûya, dê veqetandeka /-a/yê bihata paşiya wê. Ev aliyekî vê jimarnavê ye. Niha em bên ser aliyê wê yê din, ku di dema tewangê de ev jimarnav îcar li gorî ku mê be, tewanga mêtiyê ya yekejimar a binavkirî digire. Ji bo mijar têr baş ronî bibe, em çend mînakan ji bo vê rewşê jî bidin.

Di yekê Gulanê de.Sala hezar û yekê.
Ji yekê heta çilî bijimêre.Di van nimûneyan de jî me qertafa tewangê ya mêtiyê ya yekejimar reş kir, da ku bê ber çav. Li vir mirov dikare pirseke wiha bike, li gorî rêzik û qaydeyên gelemper ên rêzimana kurdî şaşiyek, çewtiyek heye. Ev çi ma wisan e û ji ber çi yeşRêzika giştî ev e: Veqetandeka peyva nêr /-ê/, ya mê /-a/ û ji bo gelejimariya her du zayendan jî /-an/ e, ku ev veqetandek jî bi peyvan ve dibûn, bi gotineke din bi wan ve tên nivîsandin. Ev veqetandek jî, veqetandekên binavkirî ne. Îcar ji bo tewangê, rêzika gelemper ev e: Navdêr hevenav bin, serenav bin, ew li gorî mêjer û zayenda xwe ditewin. Bi giştî navdêrên mê bi /-ê/yê, navdêrên nêr bi /-î/yê û gelejimariya her duyan jî bi /-an/ê tên tewandin. Çendî li hin herêman li cihê ku navdêra nêr bi /-î/yê bitewînin, di şûna wê de /a/ an jî /e/ya di peyvê de dikin /ê/ û tewangê di bastûra peyvê de çêdikin. Her wiha hin herêm jî bi her du awayan jî emel nakin, hêdî hêdî tewanga nêrîtiyê ji devoka xwe derdixin.

Li gorî vê rêzikê diviya ku hejmara yek, bi /-î/yê bihata tewandin, ango parkîta tewangê /-î/ bihata paşiya hejmara "yek"ê. Lê wisan nebûye û ji rêzika giştî averê bûye.

Berî ez derbasî mijara der barê jimarnavên din de bibim, min divê ku ez li ser taybetiyeke din a hejmara "yek"ê rawestim. Ev jimarnav, xwedî erk û peywirên cihê ye. Jimarnav e, rengdêr e, cînavk e, cînavka nebinavkirî ye. A ji ber vê rewşa wê, ku cînavkeke nebinavkirî ye, dikeve şûna tiştên nêr û mê jî. Lewma ew peyveke nêtar e. Mînak:Yekî li te pirsî (ê ku pirsiye mêr e).

Yekê gote min (a ku gotiye jin e).
Yeka te yeka min (tişta ku jê behs tê kirin mê ye)
Yekî te yekî min (tiştê ku jê behs tê kirin nêr e)
Yeko yeko (tiştê ku dê bê levakirin nêr e)
A ji ber ku ev hejmara hanê (yek) dikeve şûna cînavka nebinavkirî û nêtar dibe, bûye sedem ku der barê zayenda wê de tevlihevî çêbe. Eger bala we kişandibe, min di nivîsara xwe de zayenda wê wek mê pejirandiye û rîayetî rêzika ku Celadet Bedirxan daniye, kiriye.

Piştî van gotinên li ser jimarnava "yek"ê îcar ez bêm ser jimarnavên me yên din. Hemû kurmancîaxêv ji bilî hejmara "yek"ê û milyon, milyar, trilyon û katrilyonê, zayenda hejmarên din wek nêr dipejirînin û wisan bi kar tînin. Nimûne: Saet di duduyê şevê de.Di sisiyê mehê de.Nehê te jî li ser dehê wî.Bîstê min li te.Ji veqetandeka /-ê/yê ya van nimûneyan xuya dibe ku, zayenda van hejmaran nêr e. Ji bilî hejmara "yek"ê, ji hejmara duduyan heta bi hejmara hezarî zayenda jimarnavan nêr e. Lê der barê zayenda hejmara milyon, milyar, trilyon û wekî katrilyonî de dîsan li gorî herêman dikare cihêrengî hebe. Hin kes wek nêr bin û hin kes jî wekî ku mê bin, van jimarnavan bi kar tînin.

Ka milyonê min bide min (an jî ka milyona min bide min).
Mîryarekî min lê ye (milyareke min lê ye). Ji derî vê rewşê, der barê tewanga van jimarnavan de jî nehevgirtinek heye. Kesên kurmancîaxêv tewanga van jimarnavan jî bi awayekî ji hev cuda, çêdikin. Em dikarin bibêjin ku herêma Behdînan (hinek be jî Culemêrg û Botan) ji herêmên din cihê nêzikî li mijara tewanga jimarnavan dikin. Celadet Bedirxan, di xebatên xwe yên der barê rêzimana kurdî de, tewanga jimarnavan diyar dike û dide xuyakirin ku tewanga jimarnava yek /-ê/, ji duduyan heta bîstan /-an/ û tewanga jimarnavên sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not, sed û hezarî jî /-î/ ye. Zimanzanê me yê hêja, çendî li ser tewanga milyon, milyar û yên din nesekinî be jî, em dêhna xwe didinê ku ew jî bi /-î/yê dikarin bitewin.
Ji duduyan heta bîstan.
Di sala sisiyan de ye.
Piştî hejmara pêncan şeş têHeta destpêka salên şêstîYek hêja ye hezarî, hejar ne hêja ye yekî
Min bi bîst milyonî firoştê.
Herêmên ku li gorî vê rêzikê tewanga jimarnavan çêdikin, der barê hejmara bîstî (bîstan) de ji hev cihê dikevin. Hin herêm bi qertafa tewangê /-an/ û hin jî bi /-î/yê ditewînin.

Niha jî em bên ser qaydeyê herêma behdînan, ew hema bibêje tewanga hemû jimarnavan bi /-ê/yê dikin. Ji bo vê yekê jî em çend mînakan bidin.

Saet ji pêncê kêm bîst û pênc deqe.
Di sala 1996’ê de hatiye dinyayê
Ji milyarê kêm nakeKa ji êkê heta şeşê bihejmêre.

Piştî van agahiyan, ku ew li ser  tespîta rewşa heyî ya di zaravayê kurmancî de ne, ez dixwazim balê bikişînin ser tiştekî din. Wekî li jorê diyar û aşkera bû, çendî ku jimarnav, ji bilî çend awerteyan (îstisnayan), di kurmancî de wekî nêr tên bikaranîn jî, lê belê tewanga wan ne li gorî rêzika giştî ya tewanga navdêrên nêr e. Ji bo bibîrxistinê, min divê ez careke din li ser rawestim û bidim xuyakirin ku rêzika gelemper a di rêzimana me de ev e. Tewanga yekejimariyê ya peyva mê /-ê/, ya nêr /-î/ û ya gelejimariyê jî /-an/ e.  Herêmên ku peyvên nêr bi parkîta /-î/yê natewînin îcar di bastûra (binyata) peyvê de dengê /a/ an jî /e/ diqelêbin dikin /ê/ û wisan tewanga nêrîtiyê ya yekejimariyê çêdikin. An jî wekî tê zanîn, li hin herêman tewanga navdêra nêr ber bi tunebûnê ve çûye, ji xeynî çend peyvan êdî tewang nemaye.

Mînak:
Lawê Osmên (lawê Osmanî, lawê Osman)
Ez diçim bajêr (ez diçim bajarî)
Ez nên dixwim (Ez nanî dixwim, ez nan dixwim)
Nivîskêr gote min (nivîskarî gote min, nivîskar gote min)

Me diyar kiribû ku çendî hejmara "yek" wek jimarnaveke mê hatibe pejirandin jî, heye ji ber ku ew bi erka cînavka nebinavkirî radibe û dikeve rewşa nêtariyê, ev yek bi serê wê de hatibe û bûbe mê, ji ber ku em dikarin bibêjin hemû jimarnavên din nêr in. Eger em "yek" mê qebûl bikin divê ku tewanga wê, li gorî rêzika gelemper a rêzimanî, /-ê/ be, lê em di rewşa terkîbê (ravekê) de wê nêr bi kar tînîn. Mînak: roja yekê mehê, di yekê gulanê de... Li vir rewşeke tevlihev, ango gelemşeyek, arîşeyek heye ku derî rêzika rêzimanî ye. Heke "yek" nêr be, divê ku tewanga wê jî li gorî nêrîtiyê be û bi /-î/yê bê tewandin, lê ew li gorî ku mê be tê tewandin û wekî ku nêr be jî terkîb pê tê çêkirin.Ji bo hejmarên ji duduyan heta 19’an, îcar jimarnav wekî ku pirejimar bin bi tewanga /-an/ê ditewin. Ev jî derî rêzik e, diviya ku bi /-î/yê bitewiyana. Ji hejmara bîstî heta dawiyê îcar bi /-î/yî ditewin. Ev yek li gorî qaydeyê gelemper ê rêzimanê ye. Lê belê, divê ku em bidin daxuyandin ku hin kes hejmara bîstan bi /-an/ê û hin kes jî bi /-î/yê ditewînin.Sergêjî û aloziya der barê tewang û zayenda jimarnavan de, aşkera li ber çavan e. Bê ev rewş ji ber çi wisan qewimiye, ez bixwe niha nizanim û ez jî li bersîva wê digerim. Nemaze rêzika tewanga jimarnavan ji hin aliyan ve derî tewanga navdêran e. Ev yek jî serê mirov diêşîne. Mirov halê hazir nikare formûle bike da ku kesên dixwazin zimanê kurdî hîn bibin, di zûtir demê de jê serwext bibin. Niha tenê çarek li ber wan heye û bi awayê ku Celadet amaje pê kiriye, ji ber bikin û wisan hem di zimanê devkî de û hem jî di yê nivîskî de bi kar bînîn. Em careke din dubare bikin û bidin xuyakirin ku tewanga jimarnavan ne li gorî zayenda jimarnavan e. Ev rewşa heyî ya di jimarnavan de, ji hin aliyan ve derî rêzika gelemper a tewanga di zaravayê me de ye.


Gotinên miftehî :