Zeviya nivîsê,zeviya,nivîsê,nivîskarî,girîng,gotin,fikir

Zeviya nivîsê

A+ A-

Nivîskarî demek pir girîng e. Dema dest diherin ser nivîsandinê û mejî xwe ji bo gotineke bi sebr amade dike.
Tu dinivîsî û difikirî, her ku tu difikîrî tu di ber re jî dinivîsî. Her ku tu dinivîsî di ber re jî difikirî.
Carinan hêj di hevoka yekem de yî û hizra hevoka pêşî û heta benda jêrîn dikî.
Nivîs avantajekê bide te jî, yekê ji te distîne. Tu wekî axaftina jiyanê nikarî çewtiyan bikî. Lê heke te di nivîsê de çewtiyek kiribe jî mezin e, ne wekî çewtiyeke axaftina rojane ye.

Ne ev tenê ne pirsgirêkên nivîsê.
Wêrekî jî divê ji bo nivîsê. Ne ku behsa wêrekiya pêşkêşkirina nivîsekê dikim; helbet ew jî heye û divê mirov biwêribe nivîsê dayne ber hinekan. Ji ber ku her xwendinek nirxandinek e jî, bêdeng an jî bi deng.
Lê ji bilî vê, li welatekî wekî welatê me ku serdestên me piralî ne, mirov nikare her tiştî binivîse. Wêrekî jê re lazim e.

Wêrekiya zêde ji ehmeqî ye. Ehmeqî jî hesabnekirina rewş û mercê ye, bêbernametî ye.
Ehmeqî û qehremanî jî di vir de dibin cîranê hev.
Heke te kir û tu têk çû, tu ma ehmeq. Heke te kir û tu bi ser ket, tu bû qehreman.

A baş ew e mirov karê xwe bi baqilî bike. Lê aqilê herkesî jî li gor wî ye.
Carinan jî nivîsên ku mirov nenivîsandine li serê mirov dibin derd. Wekî nûçeya Grûba Vate ya li ser TRT Şeş hatibû belavkirin. Min xwend, hem Amîda Kurd hem jî gelek  deverên din weşandibûn, lê ji ber ku nûçeya çavkaniyê ne rast bû, gelekan çewt weşandibû.  Ya rast bi derengî be jî û li gor min ne sûcê Amîda Kurd be jî (nûçeya DIHA bû), ez jî wekî nivîskarekî Amîda Kurd ji Grûba Vate lêborînê dixwazim.

Roşan Lezgîn li ser van çewtiyan nivîsî. Min ew jî xwend û maf didim wî jî.

Xalek din jî nivîsa Îkram Balekanî ya li ser Rojînê bû. Di nivîsa xwe de hevokek zêhe bêar û bêpîvan bi kar anîbû. Min ji wan kesên ku çûne TRT 6 re gotibû “ŞoooŞ” lê dîsa jî min behsa jêra doxînê nekiribû.

Azadiya Welat jî bi weşandina wê gotarê (an jî wê hevokê) tiştekî pir bêar kir. Divê mirov xwe bi mirovên qirêj re berba neke.

Jiyan tiştekî wisa bi temen e, derbas dibe û diqede. Li pey mirov tenê demeke bihurtî dimîne. Divê miorv li pey xwe kêmasiyên wisa nehêle. Gotin ji bo vê deqîqeyê, nivîs ji bo pêşerojê ne. Van tiştan û tişên li jor min gotin divê mirov ji hev dûr bigire û herdu mijara zeviyên cuda ne.