Ziman,ziman

Ziman

A+ A-

Em dibêjin jiyan qada xwe derkirinê ye. Divê têkiliya jiyan û Xwezayê xweşaheng be.

Lê ku serdestê Xwezayê têkeve rêya şaş; ji holêrakirin û tunekirinê, tunehesabkirina çand û zimên bike armanc, a wê çaxê wê asasê xwe hilweşîne, dinamêtê bixe bin asasê xwe û hebûna xwe. Dê sedem û armanca hebûna xwe ji holê rake. Lewra hebûn ne yek reng e, ne homojen e.

Ku bixwaze bibe yekreng û ji bo vê jî pirrengiyê, pirrçandiyê înkar bike, tune bihesibîne wê mêzênê, teraziya jiyanê xera bike. Dê bimezixîne û her ku bimezixîne jî wê xwe biqedîne, xwe tunebike. Ku li gorî diyalektîka çand û zimên tevger nebe, mirov nagihê pengava bilindtirîn a jorî vê. Yanî serdestî bi çar û çûr û bi xerckirina bêtertîb, bêpergal nameşe. Dibe ku veguhere xwetunekirinê. Ku işaret û şopên vê jî hene; bombeyên kîmyewî, çekên kîmyewî, yên lazerî, qulbûna tebeqeya ozonê, hilweşîna Xwezayê, xerabûna mêzêna derûdorê, şerên bi çekên giran î bêwate, zêdebûna nexweşiyên curbecur…

Şertê ku mirov bike serdestê Xwezayê yan jî efendiyê wê; çalakîbûna wê/î ye. Yanî bi kedê, tevgerê, lebatê, hêzê, hezkirinê, hestan, raman û çalakiyan diafirîne; mîna cotkirin, bendavakirin, avahisazî, evîn û hwd. Ev tevgeran dikevin xizmeta jiyanê; ewlehiyê, tenduristiyê, xweşhaliyê…diafirînin. Ku ev dibin sedema berdewamkirina jiyanê. Ji bo ku mirov karibe tevbigere û têkeve nav hewldan û lewbaziyê jî, divê azad be. Ji Xwezayê azad, ji şert û mercan azad… Bila şaş neyê fêhmkirin, behsa ku bila mirov, derveyî Xwezayê, derveyî şert û derfetan bijî û karibe bijî nayê kirin. Tişta ku behsa wê tê kirin; divê mirov karibe azad bifikire, azad be, ne hêsirê şert û mercan be, karibe bibêje “ez ê biguherim û biguherînim”. Serdestê Xwezayê û şertan be û hilbet dikaribe guhertina hertiştî bide ber xwe. Behsa destpêke nayê kirin, behsa gavên wêdetir, wêdetir… tê kirin. An na teknolojî -tevî kemanî û zirarên xwe- ewqasî pêş ve nediçû. A va em dîsa hatin girêka, girêdana çand û zimên. Ziman û çanda ku wê ziman biafirîne encex dikare mirov azad bike. Bêheq em nabêjin; “Şoreşa ku mirov kiriye mirov, şoreşa zimên e. Ziman mirov ji ajaltiyê filitandiye û berê wê/î daye mirovbûnê.” Ziman ramana kûrbûyî hildiberîne, herwiha rewşên ku jiyanê hêsan bike derdixe holê. Çareseriyê, çareseriya ku dê asteng çawa ji holê rabin radixe ber çavcan. Têkiliya dest û ziman hiş xiste dewreyê. Û diyalektîka aqil, ziman û dest bû hêza jiyanê ya tevbigerî, pêşvebirî û lezgînî. Tê wê wateyê ku serbest û azad bikaranîna ziman û çandê ancax azadîbûnê pêkbîne û bi wateyeke din azadîbûn; serbest bikaranîna zimên e; zimanê dayê yê bav û kalan, zimanê hebûnê… Vê bikaranîna serbest û azad nirxan hildiberîne, zaneyiyê hildiberîne, aqil kûr û tûj dike û jîriyê pêş de dibe. Astengên li hember jiyanê ancax wisa ji holê bêne rakirin. Em ducar bikin; azadîbûn, girêdayî pêşveçûyina azadiya zimên û çandê ye. Û pêşveçûyina çandeyî bingehê jiyanê ye, asasê wê ye.

Êdî aşkere û mejbûrî ye ku em bibêjin; kîjan ziman, kijan çand asas e?

Bê şik zimanê dayê, çanda netewî û gelerî ku, ku mirov bikaribe xwe di qada jiyanê de serbest û azad bîne ziman û xwe pêkbîne asas e. Û dîsa çanda civakî ya ku di qada jiyanê de ked azad têhilberîn û azad hildiberîne, pêş ve dibe û qada ku kedxwarî tê de tunebe asas û bingeha jiyanê ye. Astengkirina vê, astengkirina jiyanê ye, xitimandina jiyanê ye. Ev nayê wê wateyê ku mirov bi tenê bi zimanê dayika xwe, bi zimanê xwe yê asasî digihê û pêş ve diçe… Lê ev asas e û divêtiyeke jêneger e. Di pêvajoyên pêş de ev rewş diguhere, dibe ku biguhere. Dîsa jî ku mirov di xwezaya xwe ya azad û asayî de negihêje, nesitewe û pêş ve neçe; bipirsgirêk digihêje, qels dibe, neliheve, kêm dimîne. Jiyana ku mirov pêşîn tê de şêwe digire, hawirdora ku cara pêşîn tê de Xwezayê fêhmdike û têdigihêje û zimanê ku di vê hawirdorê de ew stiraye girîng e, jiyanî ye û destpêka pêvajoya azadbûnê ye. Em nikarin bibêjin ziman û çand herêmî yan jî xweser e, ev jî heye û rast e, lê wisa dest pê dike. Paşê lî tevayî û li gerdûnê vedibe, xwe lê belav dike; tehm, çêj û dewlemendîya xwe tevlî çanda gerdûnî dike. Ku ev xwevekirin tekûz be, gihaştîna lihev, pêvajoya azad û hişmend saz dibe. Ku ev diyalektîk nexebite, bê astengkirin, pirsgirêk derdikeve, dibe pirsgirêk. Yanî zimanê ku mirov diafirîne û ew xwe pê tîne zimên û çanda hawirdora ku ew tê de ye ji aliyekî ve divê gerdûnî be. Jixwe aliyê gerdûnî yê çanda her gelî, ya xweser heye. Ji ber vê, divê berê çanda gelerî li rûmetên gerdûnî be, yan na wê teng bimîne, kevneparêz be, li ber pêşveçûnê asteng be. Ku mirov bala xwe bidiyê, rûmetên mirovî gerdûnî ne. Aliyên hevpar yên têkiliyên mirovan ne kêm in.

Lewra berê ziman û çandê divê li gerdûnîbûnê be jî…

Feratê DENGIZÎ


Gotinên miftehî :