Zimanê Akademîk,Zimanê,Akademîk

Zimanê Akademîk

A+ A-

Min bi zanebûn ev nav bi kar anî û wekî sernav ji nivîsara xwe hilbijart. Ji ber ku gelek caran ev sernav wek pirs ji min hat pirskirin û hîn jî tê pirsîn. Wek tê zanîn, zimanê me xwedî zarava û devokên sereke ne.

Di zaravayê kurmancî de jî devokên sereke hene. Mîna botî, silîvî û mehmedî. Îcar kî ji kîjan herêmê be, devoka xwe ji devokên din paqijtir û fesîhtir bi nav dike. Bi gotina kin û kurt, her kes devoka xwe diecibîne û devokên din kêm û xwedî kêmasî dibîne. Ji ber ku Celadet Bedirxan devoka botî ji bo bilêvkirina zaravayê kurmancî wek bingeh dîtiye, ku em jî qet nebe ji aliyê teorîk ve vê dipejirînin, kesên ji vê herêmê devoka xwe wek bingeha zaravayê kurmancî qebûl dikin û rastir dibînin. Nemir Celadet Bedirxan bi xwe di Hawarê de, dide diyarkirin ku ew ne bi devoka botî lê belê bi kurdmancî dinivîse. Ji lew re di şûna "çêbî"ya botiyan de "çêbû" bi kar tîne û bi zanebûn tercîh dike û aşkera dike ku ew bi botîkî nanivîse.

Bi rastî jî Celadet Bedirxan, ji bo rastnivîsê devoka tu herêmê bêkêmasî ranegihandiye. Ji bo wî, ya girîng rêziman e. Bi alîkariya rêzikên rêziman lê xebitiye ku vekîteke tekûz ji kurmancî re peyde bike. Ji lew re, tu herêm nikare bibêje ku ji bo zimanê akademîk devoka aliyê wan esas e. Na, her herêm, her devoka kurmancî xwedî şaşî û kêmasiyên rêzimanî ye. Yek bi tena serê xwe qîma zimanê nivîskî nake. Lewma ji bo pêkanîna zimanekî standard, ji me re rêziman rênîşander e. Pîvan ew e.

Ji ber ku rêziman kilîlka zimên e.Digel van yekan, taybetiyan hin devokên me hene. Hin devok dikare bêhtir nêzî zimanê nivîskî be, hin devok jî dibe ku şaşîyên rêzimanê di wan de zêdetir be. An jî dibe ku li herêmekê bandora zimanê tirkî li ser kurdî zêdetir be. Ev rastiyek e, divê em bibînin.Ez dikarim bi dilekî rihet bibêjim ku tu devok nikare angast ango îdia bike ku ew tekûz û paqij e. Ev hemû devok tevde zimanê me pêk tînin. Bi wan, gencîneya me ya peyvan temam dibe. Bi saya wan ancax em dikarin zimanê xwe yê standard çêkin.Rast e, her devokek, her herêmek xwedî hin taybetiyan e. Ez dixwazim bi vî çavî li van devok û herêmên me binêrim.

Ji bo mînak, fonetîka Serhedê li min xweş tê. Dengê wan dengekî qube ye, dengekî mîkrofonîk e. Guhdar têr dike, dixe bin bandora xwe. Mesela devoka ku li Amed (nemaze rojavayê Dîcleyê), Batman û Mûşê tê bikaranîn, ji min re fesîhtir û fehmbartir e. Devoka ku li Sêrt, şirnex, Cîzîr û derdora van bajaran tê axaftin, ji bo bilêvkirina kurdî bi min jî tercîheke di cih de ye. Herêma Toran ji aliyê gencîneya peyvan ve dewlemend e. Devoka ku li hêla Ruha, semsûr, Mereş û Meletiyê tê qisekirin, xwedî çêj û tehmeke cuda ye.Bi kurtî, ez dikarim yeko yeko li ser herêm û devokan rawestim, ku tev jî ji bo me jêneger in, lê bi xalên sereke min xwest ez van deveran destnîşan bikim.

Tecrûbeyên min ên bi salan ev gotin bi min dan gotin. Ev ramanên min. Dibe ku bi awayekî giştî rast neyên dîtin. Wek gotinên dawî, ez dixwazim van bibêjim. Zimanê me yê devkî ne homojen e. Her devok û her herêm xwedî hin taybetmendiyan in. Tev jî malên zimanê me ne. Em nikarin dev ji yekê jî berdin. Em ji yekê jî naqerin. Welê jî, wilo jî, wisan jî, wer jî, wito jî û hwd. bi min şîrîn û ezîz in. Ji bo zimanê standard, herêmparêzîtî nabe!!!Ji bo pêkanîna zimanê nivîskî, yê standard tek pîvane, rêziman e. Bi riya rêziman divê em zimanê xwe yê nivîskî çê û tekûz bikin. Ancax bi vê yekê em dikarin rengên devokên xwe tevî zimanê xwe yê standard bikin.


Gotinên miftehî :