Ziman hebûna mirov e,ziman,hebûna,mirov,e

Ziman hebûna mirov e

A+ A-

Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li gelê kurd û li hemû gelên cîhanê pîroz be. Di destpêkê de kurd û hemû gelên ku zimanê wan di bin metirsiya tunebûnê de ye an qedexe ye an derfeta wan a perwerdeyê nîne bêtir xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê xwe bikine zimanê jîyana rojane.

Di Peymana Kevn de dinivîse; Beriya her tiştî gotin hebû. Xwedê got: "bibe” û bû.

Pêşiyên me dibêjin: "Her dar li ser koka xwe şîn dibe."

Ziman sîstemeke ji bo ragihandinê ku ji aliyê mirovan ve tê bikaranîn. Zarok pir bi xwezayî hînê ziman, bikaranîna ziman dibin. Ziman bi rêya axaftin, nivîsîn û îşaretan dikare bê bikaranîn û her kesek navgînek e ji bo ragihandinê.

Ziman, ji aliyê mirovan ve îroj bêyî kêmasî tê axaftin û her kesek di zimanê xwe de zîrek e. Lê hemû aliyên biyolojîk yên şiyana zimanê me di dawî de ji bavê hevbeş tê ku di navbera 150,000 sal û 200,000 sal berê de jîyane. Temenê ziman dikare ji van salan kevintir be lê nikare kêmtir be.

Bi pêvajoya pêşkeftina jîyanê re paralel ziman jî bi pêş dikeve. Bi vê serpêhatiya pêşkeftin û veguherînê re, di heman demê de teşeya ziman jî diguhere. Bi vî rengî, her tim dikarin peyvên nû bikevine nava ziman û hin peyvên kevin an peyvên ku êdî bikêriya xwe wenda kirine, dikarin di nav demeke dirêj de wenda jî bibin.

Ziman dikare bi her nifşekê re bikeve nav guherînekê. Eger kesên ku bi heman zimanî diaxivin bi sedemekê ji hev bi dûr bikevin û ji hev îzole bibin, bi demê re dikare zaravayên nû ji vê rewşê şax bidin. Ji bo zimanekî pir grîng e ku dewrî nifşên nû bibe. Yan na ew ziman dimire. Lewra ji bo jiyîna zimanekî dewrkirina wî zimanî ji nifşên nû re yekane rê ye û rêyek din tuneye. Ji ber vê yekê pir girîng e ku mirov balê bikişîne ser polîtîkayên asîmîlasyonî yên ku li ser gel û komên piçûk û gelên bindest têne pêkanîn.

Mirov kesayetiya xwe û teşeya xwe ji zimanê xwe digire. Lewra gelek tiştên girîng ên jiyana me; wekî wêje, dîrok, ol, çand, folklor, perwerde, bawerî, baweriya bi xwe û têkiliyên rojane, dan û stendina bi kesên li der û dora xwe re, bi rêya ziman pêk tên û bi tenê bi rêya ziman pêkan in. Ji ber vê yekê ye ku mirov bi hêsanî dikare bêje, ziman jîyan û hebûna mirovan e.

Mahabad Felat Arda 2016-02-21 [email protected]


Gotinên miftehî :