1. Tekst

  2. Gotar

  3. Sîdar Jîr
  4. ZİMAN MİROV Û CİVAK
ZİMAN MİROV Û CİVAK,zi̇man,mi̇rov,û,ci̇vak

ZİMAN MİROV Û CİVAK

A+ A-

Sîdar Jîr

Ziman mifteya ramanê ya jiyana rojane ye. Çi di qada civakî de çi di qada aborî, felsefîk û zanistî de qet ferq nake, ziman her dem mifteya têkiliyê ye. Ev têkilî ne tenê bi awayê axaftin û ji hevfêmkirineke ji rêzê her wisa têkliyeke ragihandina ramanî ye. Di hemû serdeman de, ziman di jiyana civakan de di warê bîr û hişê civakan de xwedî risteke girîng e. Têkiliya ziman û civakê/ neteweyê wekî têkiliya dayikekê ya bi pitok re ye. Ne bi awayê ku nijadperest pêşkêş dikin tund û qedexekar û li ser bingeha înkara zimanê hinekên din lê bi awayekî gelekî henûn û mîna rengek ji rengan, ziman hebûna civak û neteweyan e. Di jiyana civakan de hin tişt hene civak bêyî wan nabin civakeke xurt û hilberîner.

Çand, dîrok, mîtolojî, ziman jî yek ji wan hêman û stûnên xurt ên civakî ne. Ziman, her wekî ku di jiyana asayî rojane de wekî amûrekî ragihandinê ye, di heman demê de amûr û hevîrê bingehîn ê avakirina pergala ramanî û jiyana rojane ya civakê ye. Ji feylezofê Çînî Konfuçyûs dipirsin; “Heger te welatek birêve bibira te yê ji ku dest pê bikira?” Bersiva Konfuçyûs gelekî zelal e; “Min ê ji duristkirina ziman dest pê bikira.” Bi dirêjahî bersiva vê pirsê dide û di taliyê de dibêje; “Di jiyana mirov û civakê/neteweyî de tu tişt ji ziman ne girîngtir e.” Bêguman ziman mifteya pergala ramanî ya civakê ye. Fikr û ramanên ku civakan bi rê ve dibin di ser ziman re tên afirandin. Maka jiyana civakî zimanê wê civakê ye. Feylezofê navdar ê alman Heidegger dibêje; “Ziman wekî mala mirov a ku mirov xwe tê de disitirîne.”

Ziman, jîndarek e ku li hemû aliyên cîhanê, heger xweş û watedar were bikaranîn pêşve diçe û bi xwe re civaka xwe jî bi pêş dixe. Lê ku nexweş û xerab were bikaranîn di nava demê de xwe bi xwe kor dibe û bi xwe re civakê jî ji gelek aliyan ve kor dike. Bi awayê herî hêsan ku bi awayê ramanî civakek li paş be, di gelek waran de li paş dimîne. Ziman ku mifteya ramanê ya jiyana rojane ye, bêguman bi korbûna xwe re korbûneke civakî jî ew ê pêk bîne. Lewma jî ji bo ku civak bêhtir şên be, pêşketî û şareza be divê ziman bi awayê herî şahîk were bikaranîn. Yek ji qad û dîsîplînên ku ziman bi hemû şahîkî û spehîtiya xwe lê diherike jî wêje ye. Ji ber ku hest, raman û ahenga hevpar a civakî bi awayê herî hosteyî di berhemên wêjeyî de xwe dide der. Zimanê neteweyan bi awayê herî şahîk û parzûnkirî, danisilî di berhemên wan ên wêjeyî/hunerî de tê bikaranîn. Karê ku Dante, Cizîrî, Şîrazî, Geothe, Shakespeare kiriye ev e û di roja îro de jî yên heman karî dikin her berdewam e.

Karê şahîkkirina hest û ramana civakê, xweşiktirkirina jiyana civakê, ahengsaziya jiyana civakî… Civak û neteweyên ku rê li ber korbûna zimanê xwe vekin, bi hemdê xwe yan jî bê hemdê xwe ji ziman dest pê dike û heta xwe digihîne giyanê mirov û kodên civakê hemûyan pê re kor dike. Ziman ji bo rêlbergirtina vê korbûnê panjehr e. Piştî ku ew korbûn pêk hat, di taliyê de îhtimaleke gelekî xeter heye ku civak û zimanekî “biyan” li hev nebane. Zimanekî biyan dikare bibe jehr ji civakê re. Wê demê jî giyanê civakê bi wê jehrê pûç dibe û di nava demê de mirovên wê civakê yek bi yek dibin wekî alavên mekanîk…


Azadiya Welat


Gotinên miftehî :