ÇAND Û HUNER,çand,û,huner

ÇAND Û HUNER

Dildar Welat:Ez di hemû tengaviyên jiyanê de, destên xwe davêjim gerdena helbestê

A+ A-

 

Roza Metîna

 

AMED-Helbestkar Dildar Welat anî ziman ku wî dema helbest nivîsandiye ji şoreşa evînên nîvîmayî feyz girtiye û wiha got:"Helbest gerdûneke takekesî ye. Bihuşteke bê pênase û azad ya xwedîyê helbestê ye. Serweta min  helbest e, bi helbestê ez xwezaya xeyalên xwe germ dikim û li ber barana peyvên wê, zevîyên ramanên dil av didim. Heta ku bi helbestê neşêwirim, nikarim behsa eşqê bikim, nikarim behsa welat, azadî, war û yarê bikim...! Ez di hemû tengavîyên jîyanê de, destên xwe davêjim gerdena helbestê; Ji bo xwezayê  av û ax û tav tê çi wateyê, ji bo mirovan  nan û av tê çi wateyê, ji bo min jî  helbest tê wê wateyê."

 

Dildar Welat tevî hemû zor û zehmetiyên ku jiyaye û tevî astengiya di warê çavên xwe de dikşîne bi ezîmeke mezin bi zimanê Kurdî dest bi nivîsandina helbestê kir. Dildar pirtûka helbestê ya yekem bi navê 'Ronya' çap kir. Dildar derbarê çapkirina pirtûka xwe ya yekem a bi navê 'Ronya' hestên xwe parve kir. Dildar got:"Tiştên ku mirov nikarin bi rêya roman, çîrok, serpêhatî û hwd. de bîne ser zimanê pênûsê û û li rûyê rûpêlên sipî raxe, ancax bi helbestê mirov dikare hîs û hizir û hesretan di yek wêneyî de bê mirin bike. Helbest per û bask in, lê herkes nikare pê bifire! Ew helbesta ku xwedîyê xwe çênekiribe, ew helbesta ku xwedîyê xwe di dojeha peyvan de neşewitîn

e, ew helbesta bi zimanê xwedîyê xwe nizanibe û û neaxifve, ew ne helbest e. Û yê bixwaze bi wê helbestê re bilind bifire jî, lê wê nizim bikeve."

 

'Min ji şoreşa evînên nîvîmayî feyz digirt'

 

Dildar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser feyzgirtinê û nivîsandina helbestê û wiha got:"Min ji rêwîtîya temenekî tarî;Ji serboriyên cîhana xeyalên min ser û bin dikir û ji şoreşa evînên nîvîmayî feyz digirt. Diketim nava lêgerên cur bi cur  û bi hizir û ramanên bê sînor min xwe nedigirt li ber pêlên derya hest û xeyalên kûr. Koçberî xizanî, welat û evîn, qewimînên ku qet ez ê nikaribim nav li wan bikim; kela dilê min bêhtir difûrand û min ber bi nivîsandinê dehif dida.Zarok bûm, hima çi biketa destên min, min rîtim lêdida û gotin dianîn ba hev û hestên xwe pê distra.Dema min nû gav avêt ciwanîyê, ji xwe rêhevalên min yên herî sadiq, lênûsk û pênûs bûn.Beramberî tarîtîyê jî, min di 15'ê Nîsana 2004'an de biryara helbestnivîsandinê da û dest bi nivîsandina helbestê kir."

 

'Piştî min Kurdiya xwe pêş xist min dest bi nivîsandina helbestên bi Kurdî kir'

 

Dildar behsa helbesta xwe ya destpê kir û wiha dewam kir:"Min bi mijarên cuda gelek helbest bi zimanê tirkî nivîsandin! Bi dilekî rehet dikarim bêjim helbestên xweş bûn û dihatin ecibandin, lê ji ber min nedixwest belav bibin, min girîngî nedida wan û ji xeynî sê, çar heban, hemu wenda bûne. Piştî ku min di warê Kurdî de xwe bêtir pêş xist, min dest bi nivîsandina hestan a bi Kurdî kir. Min di Tebaxa 2007'an de yekem helbesta bi zimanê Kurdî nivîsî û mijara wê  'di şexsê hunermenda nemir Delîla de, cangorîyên welat bû'."

 

'Ez di hemû tengaviyên jîyanê de, destên xwe davêjim gerdena helbestê'

 

Dildar bal kişand ser wateya helbestê û wiha got:"Helbest gerdûneke takekesî ye. Bihuşteke bê pênase û azad ya xwedîyê helbestê ye. Serweta min  helbest e, bi helbestê ez xwezaya xeyalên xwe germ dikim û li ber barana peyvên wê, zevîyên ramanên dil av didim. Heta ku bi helbestê neşêwirim, nikarim behsa eşqê bikim, nikarim behsa welat, azadî, war û yarê bikim...! Ez di hemû tengavîyên jîyanê de, destên xwe davêjim gerdena helbestê; Ji bo xwezayê  av û ax û tav tê çi wateyê, ji bo mirovan  nan û av tê çi wateyê, ji bo min jî  helbest tê wê wateyê."

 

'Helbest per û bask in, lê herkes nikare pê bifire!'

 

Dildar anî ziman ku ew helbestê wekî serkaniya wêjeyê dibînî û wiha got:"Tiştên ku mirov nikarin bi rêya roman, çîrok, serpêhatî û hwd. de bîne ser zimanê pênûsê û û li rûyê rûpêlên sipî raxe, ancax bi helbestê mirov dikare hîs û hizir û hesretan di yek wêneyî de bê mirin bike. Helbest per û bask in, lê herkes nikare pê bifire! Ew helbesta ku xwedîyê xwe çênekiribe, ew helbesta ku xwedîyê xwe di dojeha peyvan de neşewitîne, ew helbesta bi zimanê xwedîyê xwe nizanibe û û neaxifve, ew ne helbest e. Û yê bixwaze bi wê helbestê re bilind bifire jî, lê wê nizim bikeve."

 

'Civaka me herî zêde derd û kulên xwe bi helbestê dirêje'

 

Didar di heman demê de bal kişand ser bandora helbestê ya li ser civakê û wiha pê de çû:"Bi hezar salan e civaka me  tehde û ezîyet, xizanî, koçberî, bêtifaqî, bêwelatî, bêedaletî û bindestî dîtîye;

Civaka Kurd gelekî zehmetkêş, ewqas jî berxwedêr û hestîyar e. Heke civakên din carekê hestîyar dibin, civaka Kurd herî kêm dû carî dibe. Lewra jî bandora helbestê li ser civaka Kurd di asteke jor û girîng de ye.

Di roja me ya îro de jî mirov dibîne ku civaka me herî zêde derd û kulên xwe bi helbestê dirêje û di bin bandora  helbestê de peyamên xwe didin cîhanê û jîyanê."

 

'Tevî hemû astengiyan hewil didim hemû helbestkarên kurd nas bikim û bixwînim'

 

Dildar bal kişand ser helbestkarên Kurd û wiha dewam kir:"Weke her wêjehezekî Kurd, min jî Seydayê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyra li gor ku derfet destûr bi dest ketiye xwendine.Lê di van salên dawî de min gelek helbestkarên ku di helbesta nûjen de gelekî jîr û serkeftî ne xwendin û pir sûdewer bûn ji bo min;Heke çend mînakên hûn bixwazin ez bidim jî ev in : Kawa Nemir, Selîm Temo, Berkem Bereh, Rênas Jîyan, Ehmed Hûseynî, Abdullah Pêşew, Kadir Çelik  û hwd. Lê ji ber ku ez di warê çavên xwe de astengiyê dikşînim gelek caran di warê xwendinê de pirsgirêkan dijîm. Tevî hemû astengiyan hewil didim hemû helbestkarên kurd nas bikim û bixwînim."

 

'Divê xwedî li Zimanê Kurdî bê derketin'

 

Dildar anî ziman ku ew xwe bi sîûd hês dike ku bi Kurdî dizane û wiha got:"Ez pir şanaz im ku min ji zarokatîya xwe heta niha jî eşqa zimanê dayikê Kurdiya qedîm di hûndirê xwe de mezin kiriye û îro berhemeke min jî bi zimanê dayika min heye.Mirov bi çi zimanî binivîse û berhem biafirîne, dikeve xizmeta wî zimanî;Mixabin hîn gelek nivîskarên Kurd bi zimanê serdestên welatê xwe dinivîsin! Ev Kurdîya ku ewqas qedîm û ewqas berdêl ji bo wê hatîye dayîn û hîn jî tên dayin, divê bê şert û merc, bê hincet û bê tavîz  lê xwedî bê derketin.3 faktorên girîng ên jîndarîya ziman mîsoger dikin hene. Ev jî perwerde, axaftin û wêje ne.

Di wêjeyê de girîngîya zimanê dayikê gelek e, lê ez ê tenê mînakekê bidim: mesela, Almanîyekî / an jî Fransîyekî ku bixwaze Romana rêzdar, Demirtaş Leylan ji tirkî bixwîne, wê danasîna kîjan zimanî bê kirin û sûd ji kîjan zimanî re be?Aha ev mînak bi tenê têrê dike ku ez û weke min hemû Kurd xizmeta vî zimanê qedîm bike heya mirinê."

 

'Ez ê hewil bidim ku berhemên nû çap bikim'

 

Dildar behsa xebatên xwe yên wekî din kir û wiha dewam kir:"Min di payiza sala par de dest bi nivîsandina bîranînên ji zarokatiya xwe ku heta vê demê tên, kirîye û ez ê hewil bidim di demên pêş de  weke berhemeke bîranîn an kûrteserpêhatî bidim çapkirin, heke derfetan destûr da. Di hedefa min de komkirina çîrokên rasteqîn yên ku hestên min şahedîya wan kirine, û nivîsandina xewnên min yên bûne rastî heye;Ji xwe 1 hevpar, ez di hewildana nivîsandina 3 Romanan de me. Ev jî wê bi bêhna fireh be û dê li demê belav bikim. Ez ê hewil bidim ku berhemên nû çap bikim."

 

'Di wêjeyê de yek ji armancên min a sereke, naskirin û xwendina helbesta cîhanê bû'

 

Dildar herî dawî bal kişand ser helbestkarên cîhanê û wiha dawî lê anî:"Min di van salên dawî de derfet dît ku helbestkarên cîhanê jî bixwînim. Min ji nivîskarê Rus'î yê navdar Fiyoder Dostoyevski dest pê kir û bandorek girîng û erênî li ser min çêkir.Ez bi xwendina Konstantinos Kavafis. Richard Rive. Charles Bukowski. Gabriel Garcia Marquez. Pablo Neruda. Victor Hugo û HWD berdewam dikim. Jixwe di wêjeyê de  yek ji armancên min ya sereke, naskirin û xwendina helbesta cîhanê bû."

 


Gotinên miftehî :