1. Tekst

  2. Gotar

  3. Amîda Kurd
  4. ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA BI RÊYA ONLÎNEYÊ (1)
ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA BI RÊYA ONLÎNEYÊ (1),çavdêriya,koma,helbestê,ya,bi,rêya,onlîneyê,1

ÇAVDÊRIYA KOMA HELBESTÊ YA BI RÊYA ONLÎNEYÊ (1)

A+ A-

Sultan Yaray

Piştî çend meha me şevbihirka xwe ya  helbestê li ser înternetê lidar xist. Bêriya Vîrusa Koronayê, wek Koma Helbestê ya Amedê ji pazdeh rojan carekê me pirtûkek dixwend û dinirxandin. Em her carê li cihekî kom dibûn û me şêwra xwe pêk dianî. Nivîskarên pirtûkê jî an bi rêya înternetê an jî bi xwe tevlî  şêwrê dibûn. Di demsalên buhar û havînê de jî me şêwra xwe ji bilî Amedê,  li cihê dîrokî û li bajar an navçeyên din yên welêt li dar dixist.

Mixabin wek gelek kar û xebatên din me jî, ji ber vê vîrusê  çend mehan navber dabûn xebatên xwe yên komê. 

Piştî çend mehan, me şevbihêrka xwe li ser înternetê bi awayekî zindî û berfireh bi zoomê li dar xist. Moderatorya şevê mamoste Hesib Yanliç kir.

Cara yekemîn bû ku

Koma helbestê ya Swedê

Koma helbestê ya Amedê

Enstituya Stokolmê

Enstutuya onlineyê

Bi hev re bernameyeke zindî li ser Zoomê çêkir.

Em bist sî  kesî beşdarî bernameyê bûn. 

Bi qasî ku tê bîra min hevalên ku tevlî şevbihirkê bûn ev in.

Gernas Koçer 

Kamran Simo Hedilî 

Xakî Bîngol

Nurcan Delil 

Adnan Dogan

Hasib Yanliç

Kemal Bakan

Fatih 

Sabrî Vural

Emin Aksu 

Hesen Kibayis

Mirhem Yigit

Sultan Yaray 

Leyla Aynur Aras

Kevok Mizgîn

Roza Metîna

Axîn Welat 

Zagros

Mehmet Sait Arzu

Ozlem Deniz

Kawa îso 

Leyla Şêr

Azad Zal 

Turan Aktepe

Dindar

Arif Selçuk

Ger navên ku me ji bîra kiriye ku em binivisînin hebin jî, ji niha de lêborîna xwe ji wan dixwazim. Bi beşdarbûna van hevalên ku me navên wan li jor nivîsandiye me pirtûka helbestvanê hêja rêzdar Kamran Simo Hedilî ya têoriya helbestê "Helbest Çi Ye:" nirxand. Ji ber ku pirtûk negihîşti bû ber destên me hemûyan, me gelek kesan pirtûk li ser înternetê wek pdf xwend. Beriya ku em derbasî nirxandina pirtûkê bibin me hemûyan silav da hev û li rewşa hev pirsî.

Ez bawer im ne tenê ez em hemû heval bi kelecan bûn. Ji nav van kesên ku tevli şêwrê bûn gelek jê cara yekemîn bû ku bi awayekî zindî derfeta sohbet û hevnasînî dîtibûn. Ev jî kelecana me duqat dikir. 

Piştî nasîn û lihevpirsînê mamoste Hesib helbesta hevala me Leyla Aynur Aras xwend û beriya ku em dest bi nirxandina pirtûkê bikin mamoste Kamran Simo Hedilî,  behsa çîroka xwe ya helbestvaniyê û pirtûka wî ya ku me nirxand kir. Mamoste bal kişand ser zahmetiya nivîsandina helbestê û wiha got, "Min berê gotar  û paşê çîrok, di Rojnameya Azadiya Welat de nivîsand. Lê min çiqas dixwest jî min nikarbû helbest binivîsanda,  min nêzî deh sala helbestên cîhanê û yên kurdî xwendin". 

Piştî mamoste  her hevalekê/î nirxandina xwe û pirsên xwe yên  li ser pirtûkê  kirin. Wî jî di dawiya bernameyê de spasiya beşdarvanan kir. Dil dixwest ku nirxandinên  hemû hevalên ku tevli şêwrê bûne,  yek bi yek binivisînim lê ji ber ku beşdarî pir bû ew ê zêde cîh bigirta. Ji ber wê ez ê ji kesên ku beşdar bibûn bêtir behsa mamoste Kamran Simo Hedilî û pirtûka wî bikim.

Jixwe ku em behsa nirxandina hemî hevalên  ku tevlê bûne bikin ew ê nivîs zêde dirêj bibe û dibe ku kesên ku bixwînin aciz jî bibin. Lê bi kurtasî her heval bi rûkenî û dilgermî rengekî  pir xweş dan bernameyê.

Ji helbestên mamoste jî diyar e ku ew kesekî evîndarê helbestê ye. Lewma jî keda wî sax be ku wî ji bo pêşveçûna helbestên kurdî, teoriye helbestê nivisandiye.

Pirtûk bi qasî ku li ser pdf xuyaye nêzî sed û heştê rûpelî ye. Pirtûk di nav dozdeh beşa de hatiye nivîsandin.Di her beşê de  pirs hatine kirin û paşê jî yek bi yek ew pirs bi berfirehî bersivandine. Ji bo kesên ku bi helbestê re eleqedar dibin ev pirtûk çavkaniyeke gelekî hêja ye.

Di pirtûkê de ya ku ewilî bala meriv dikşîne  peyva mamoste ya ku gotiye"çîroka her kesî heye, lê helbesta her kesî tune ye". Ji bilî vê gotinê gelek peyvên  mamoste yên  têr û tije li ser helbestê di vê pirtûkê de hene.

Ev jî Pêşgotina mamoste  Kamran Simo Hedilî ya li ser pirtûkê ye:

Xwendevanên hêja, bi destûra we, ez dixwazim bi niyazeke Hatiyan (Hîttîyan) dest pê bikim.

“Xwedayê min!

Bi hadinandina aqilê min, dilê min aram bike.

Bi nîşandana bêdawiya demê, leza vê telaşa min hevkêş bike.

Di nav tevlîheviya rojê de, bêdengiya girên heta dawiyê dijîn bide min.

Şidandina di masûlk û rayên min de, bi awazên avên ku di hişê min de dijîn bişo û bibe.

Bibe alîkarê min ku ez hêza bandorker ya xewê bibhîzim.

Min fêrî hunera jiyana zewqên kêlîkî bike.

Ji bo li kulîlkekê binêrim, min fêrî hêdîçûnê bike.

Ji bo seg yan jî pisîkeke xweşik miz bidim, min fêrî rawestandinê bike.

Min fêrî, çûna nav xeyalan bike. Ji pirtûkeke xweşik fêrî çend rêzxwendinê û masîgirtinê bike.

Her roj ji min re çîroka kûsî û kevroşkê bêje.

Bêje û bîne bîra min! Da zanibim ku timî yên zûtir direvin, pêşbirkê bi serkeftinê naqedînin. Û zanibim ku di jiyanê de, gelek tiştên pir girîngtir ji lezgîniyê hene.

Alîkariya min bike ku ez ji şaxên dara mazî ya bi heybet li jorê binêrim. Ez binêrim û bibînim ku mezinbûn û bihêzbûna wê, girêdayî hêdî û bi başî mezinbûna wê ye.

Û Xwedayê min ji hemûyan giringtir jî.

Ji bo guhertina tiştên ez wan biguherim wêrekiyê bide min.

Ji bo pejirandina tiştên ez nikarim wan biguherim sebrê bide min.

Ji bo ferqa di navbera wan de zanibim hiş û zanînê bide min. Û dostên ku min ji koriya evînê û ji derewan biparêzin bide min. Xwedayê min…”

Ev niyaza Hatiyên (Hîtîtiyên) ku berî vêga çar, pênc hazar salî ji çiyayên Zagrosan çûne û li Anatoliyê bûne xwediyê împeretoriya herî mezin ya serdema xwe ye. Hê wî wextî Hatiyan daxwaza sebrê û bêhnfirehiyê ji xwedayê xwe kirine. Daxwaza wêrekiyê kirine ji bo tiştên ku xwestine bikin, kirine.

Ez bawer dikim ku îro jî ji bo nivîsandinê wêrekî, sebir, hiş, zanîn û wext pêwîst in.

Pêşî bêjim! Bi destpêkirina nivîsandina vê pirtûkê, ez nizanim bê çi dê werin pêşiya min. Her wextî nivîskar dixwazin nivîsên hêja binivîsin. Lê nivîsên ku têne nivîsandin gelek caran lawaz û reben dimînin. Bêyî ku mirov zanibe çi têkçûn an serkeftin û çi surprîz li pêşiya mirov in, mirov tiştinan dinivîsin.

Wexta ku nivîskaran zanî nivîsên wan lewaz in, divê rê û rêçikên din biceribînin. Li xwendevanên xwe guhdar bikin û rexneyên wan li ber çavan bigirin.

Ez ê bi zanîna vê rastiyê û bi vê hîsê dest bi nivîsa xwe bikim. Berî ez nivîsên xwe yên vê pirtûkê ji bo çapê amade bikim, min ji gelek rojname, kovar û malparan re nivîsand. Li ser van babetan nivîsandin û berî vê pirtûkê hin pirtûkên min hatin weşandin. Lê heke li xwe mikur werim û ya dilê xwe bêjim bi dayina biryara weşandina vê pirtûkê re tirs kete dilê min.

Kelecanek hat û li ser textê dilê min rûnişt. Bi wê kelecanê ez ê binivîsim û heta ji min were ez ê baş binivîsim da li pêşberî we xwendevanên hêja şerm nekim. Ez ê şîn û şêrîniyên çand û wêjeyê binivîsim û pêşkêşî nirxandin û rexneyên we bikim. Bi hêviya xwendineke xweş û bi hêviya xewn û xeyalên xweş bimînin di xweşiyê de.