1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. ÇEND GOTIN LI SER REWŞA BAŞÛR
ÇEND GOTIN LI SER REWŞA BAŞÛR,çend,gotin,li,ser,rewşa,başûr

ÇEND GOTIN LI SER REWŞA BAŞÛR

A+ A-

 

 Hesen Harranî

Niha ezê hinek tişt binivîsim lê bila ev wekî cudakarî neyê famkirin û bila kesek jî wekî ku ez cudakarîyê di nava gelê û herêmên welat de  dikim nenirxînin.

 

Li ser rewşa Başûrê Kurdistan dixwazim ji mînakên dîrokê hinek anektodan  tomar bikim.

Taybetmendîyek vê herêma welatê me heye.   Ev taybetmendî tevlîhevbûna mêjû, şibandina her erkî, meylkirina hêzperestî û cihguherîya berjewendîyê ye.

Ez berîya ku derbasî mijarê bibim dixwazim vê xalê hinek vekim hîna ez werim ser mijara vê gotarê.

Gelê meyê Başûr di dîroka xwe de her  dem desthelatîyên herêmî ava kirine lê tu carî bi dendika navenda xwe desthelatîyek gewre ya navendî ava nekirine. Gelek caran girêdayî mîrîtîyên Deylemî û Erdelanî wek hêzekî bi navenda Rewandizê derketine pêş lê ev ne bi tenê bi hêza xwe bûye.

Bi erdnîgarî û firehbûna herêmê jî timî xwedî derfet û mercên xurtbûne ku bibine mêzînkarekî qewetên herêmê.

 

Ji dema Somerîyan heya vê demê ev rewşa mêzînkar û navgînî neguherîye. Bi serê xwe nebûne hêz lê tim bûne guherkar an jî biserketdêrên  alîyan.

Em yek bi yek mînakên vê rewşê yên dîrokî bidin.

 

1. Di dema Somerîyan  de ev herêm bi hejmara niştecihên xwe û bi xwedîbûna derfet û hêza navxweyî bûne hêlekî mêzîna serwerî û serkirdeyîye hêza navendî ya Somerîyan.

Carinan xwe dane alîyê birayên xwe Hurîyan û tengavî li Somerîyan kirine. Bi vê nêzîkatîya xwe bûne pesendên gelek guhertin û têketina nava Somerîyan. Ziman û çanda Somerîyan nîvenîv veguhertine ser dara Hurî.

Niha jî di lêkolîn û dîtinên arkeolojîk de rastî gelek şopên van bûyer û guhertinan tên.

 

 

2. Di dema Asûrî û Akadîyan de jî heman rewş domîyaye. Dîsa navendîber ne ev herêm bûne. Navendîkar û hilpekînvanên hêza Kurdî dûrî vê herêmê her tim navenda Erdelanî an jî ji nav birayên wan yên Bakurê rojavayî yanî hêla Botan û Jor bûye û mêl û daxwaz daye ser vê herêmê. Ev herêm bi hêla aborî û civakî de parçeyek ji Asûr û Aqadîyan bû lê her dema ku birayên wan yên jor -Bakur ku ev ji Amed heya Şarîzûr digire- hêz girtine û bûne wek hêvî ew dem cih guhertine bûne alîgirên birayên xwe. Û pestî li Aqadî û Asûrîyan kirine bûne desthelatdar.

 

3. Di serdema Îslamîyetê de jî heman lebat û tevger xuya dike.

Kurd di bin desthelatdarîya Sasanîyan de eciqîne û bi awayekî sîstematîk rojane zilm û aza dibînin. Ola wan ya Zerdeştî bi reforma Manî ku xwestibû xwe nûh bike bi desthelatîya Sasanîyan keyê wan Şapûr derbeyek mezin xwar û êdî tu carî firsend û mercên xwenûhkirinê nedît bêçare mabû.

Di van mercên bêçar û bê derfet de di bin zilm û zora Sasanîyan û kevinbûn û konebûna wan ya rizî de hatina ortêşên fethê yên Îslamî ji xwe re wek rizgarî dibînin û alîkarîya xwe bi deh hazaran şervan dabeşî artêşên îslamî dikin û vê alîkarîya xwe bi vî rengî pesend dikin.

 Yanî dîsa dibin aparatekî desthelatdarî û serwerîya hêzekî ji dervahatî.

 

4. Di serdema Osmanî û bi paşverûtî û zilimkarîya Ebasîyan de ev herênm dîsa bi zilm û talanên serkarîyan rûberû dimîne. Dîsa bêyî ku ew bixwe ji xwe re bibe navendek û jibo azadî û rizgarîya xwe hêzek çêbike cardin çav li rê dimîne. Çav li rê dimîne da ku dîsa ji derva de hêzekî rizgarvan ji wan re derkeve.

Ev hêz wekî her deman çawa derketîye dîsa derdikeve. Ev hêza dewleta Osmanîye. Herêm bi fen û fûtan ji destê serwerîya Erep û Farisan derdikeve dibe parçeyek ji Osmanîyan.

 

5. Dema me ya îroyîn de dîsa ev rewş didome . Yan jî dubare dibe.

Di vir de dixwazim kevanekî vekim.

Ji xeynî dema Somerî û Hurîyan heya dema Mîtanîyan vê herêmê tu caran nebûne alîgrên qewmê xwe.

Her tim bi birayên xwe re bi pevçûn bûne û dema hêzekî derve hatîye li kêleka wan cih girtine.

Di serwerîya Hurî û Mîtanîyan de çi şert û mercên cuda hebûne ku bûne alîkarên birayên xwe ez baş nizanim lê heya niha tişta min di xwendina xwe ya ser dîrokê dîtîye zêdebûn û pesendbûna  hêzên Kurdî bûne. Yanî hêla Kurd bêhtirîn xurtbûne û ev herêm neçar maye ku li gel birayên xwe cih girtine.

 

Em werin vê dema rojane.

Îro di Kurdistanê de du navendên sereke yên hêzbûn û serkirdebûna civakê hene. Van herdû hêzan yek bingehê xweyî dîrokî û xasbûna xwe ya civakî heye. Ev navendhêza PKK yî ye.

 

Ya din jî kevneşopîyek gelek dirêj dide pey xwe. Ev kevneşopî motîfên eşîrî û jîncivakîya kevnar e. Baş xerab, xurt lewaz, şaş rast. Xwedî vê rewşê ye.  Bingehê wî yê xasî nîne, girêdana wî ya bi dîroka xwerû bi dîroka xwe ve nîne. Ji dîrokê de li ser mêzînên berjewendî û hêzê hatiye avakirin. Girêdanên wî ne dîrokîne nêzîkatî û hêvîyên rojane ne. Ev jî kevneşopîya hevkarî û eşîrtî ya Kurd a kevnare ku di KDP de îfada xwe dibîne.

Ev damar di hebûna dîroka Kurd se gelek kûr û dûr e. Ev damar ji hêla dijminên Kurdan ve pêl bi pêl, qor bi qor hatiye riatin û durûtin û wek kirasê dînan li hinek Kurdan kirine. Ev damarekî jehrîye û hest û raman dîtin û hêvîyên mirovan lewitandîye û nahêle ku Kurd bi serbixweyî bifikire û meslehetê xwe bi vîn û ramana xwe bi rêk û pêk bike.

Mixabin ev damar ji her rengê jîn û ramana dijminan tiştek girtîye. Ev damar ji xeynî bêçaretî û bê hêvîbûnê tu tiştekî bexşî miletê Kurd nake.

Ev damar bi hemî reng û motîfên bawerî û jîtanî hatiye xemilandin.

Ev damar ev têgihiştin nahêle ku Kurd bibe xwedî hêvî û hêzekî xwerû û Kurdayetî.

 

Îro di mêzîna hêza cîhanî de rewşa Îran û Iraq û Tirkîyê tim bi leq û lerz e. Di vê leq û lerzê de her ku valahîyek çê dibe hêzên Kurd ji xwe re cihekî û hêzekî çêdikin. Li Başûr destkeftiyek defaqto ya  cîhanî di salên ‘90 î de çêbûn û li wir bi alîkarî û derfetên EMRÎKÎ bûn serwer. Binêrin bi hêza xwe nebûn bi lewazbûna Saddam û destik dayîna Emrîka çêbû.

 Rewş dubareye.

 Rizgarvan ji dervene. Hêz di hundir de çênebûne. Bi qewetekî herî pêkanîner re peywir hatîye dayîn.

Hemî armanc û hêvî li ser berjewendîyên eşîrtî û malbatî hatîye pesendkirin. Ji xeynî wî tu pêşerojek ji mirovan re wees nakin.

 

Ev rewş di mêzîna cîhanî de ne xwedî temekî dirêj e. Temenê wî kurt e.

Îro ger şertekî bê girtin bêjin di nabeyna Tirk û Iraqê de şerek derkeve wê Başûrî li kêleka kî cih bigirin ezê bê ramîn bêjim li kêleka Tirk an.

( Min dema vê gotarê amade dikir topbarana Tirkîyê li ser baregeha leşkerên Iraqê çêbûbû. Ev baregeh li Zaxo ye)

Lewre hewceyê hizrê nake rewş dîyare û li ber çavan e.

Îro tiştê di navbera Kurdan de dijî û diqewime jî ev e. Rewşa Başûr temenê xwe temam kirîyê û li ber guherteyekî nûye. Lê ev guhetin bi rîskekî mezin dagirtîye. . Ger şert û mercên cîhanî dest bidin wê bi Tirkîyê re Kurdên din biperçiqînin û wekî wîlayetekî tevlî Tirkîyê bibin. Dubare wilayeta Mosilê ye. Lê wê ev car nav wîlayeta Erbîlê be.

Wê nav Kurd û Kurdî be lê pişavtin û guhertine etnîkî di mînaka Bakur de wê bi lez û bez bibe. Hedef piştî pêncî salan şûn de Bakur bi temamî asîmîle bibe û Başûrjî bigihê rewşa niha ya Bakur.

 

Baş e,  gelo ev proje wê pêk were ecêba?

Bêyî daxwaza min ez dibêjim ev îhtmal xurt e. Lê ev der rojhilata navîn e. Tu nizanî ka sibê dema rabî çi qewimîbe. Li cihê ku hêvî qet xuya nake hêvî derdikeve holê. Ji ber vê yekî surprîz bêhtir di merîyetê de xwe nîşan didin. Ji ber vê yekê hêla ku herî zêde surprîz xwe didin nîşandan enîya tevgera azadî ya Kurd a PKK ê ye.

Di enîya PKK ê de jibo Kurdan û Başûr gelo guhertin û pêşketinekî ku pêkwere û mirov şaş bihêle çibibe ez nizanim. Lê ew jî ne dîyare. Ger  mûcîzeyek wilo çêbibe û şert û mercên cîhanî jî ji vê yekê re dest bide wê çima nebe? Lê mixabin ev hêvî û nîşaneyan di mercên îroyîn de kêm xuta dikin.

Başûr bi vê kevneşopîya xwe ya mêzînguhêr zihîn û mêjûxwendina gelê Başûr jî guhertîye. Ne bawerim ku Başûr jibo Kurdistanek yekgirtî hêvî bide. Lewre di dîrokê de tu mînakekî vê yekê nîne.

Lê heger PKK û hêzên Kurdî yên din mûcîzeyek çêbikin û serkirdetîya Başûr  bi dawî bikin belkî riya Kurdistanek yekgirtî vebibe. Lê ev jî belkî bingehekî xurt ava bike lê wê ji Kurdan jî gelek tişt bibe.