1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. ÇEND GOTİN Lİ SER MİJARA ”HOLE HOLE”
ÇEND GOTİN Lİ SER MİJARA ”HOLE  HOLE”,çend,goti̇n,li̇,ser,mi̇jara,hole,hole

ÇEND GOTİN Lİ SER MİJARA ”HOLE HOLE”

A+ A-

 

 Îbrahîm Osman

Hole hole.

Qerîna li dijî pêsîrtengiyê ye.

Halan e.

Banga hawarê ye.

Serî dan û sir nedan e.

Sirûda Berxwedanê ye.

Banga hevgirtinê ye.

Hewildana xweparastinê ye.

Sonda tolhildanê ye.

Helwesta ji bawerî û îmanê ye.

 

Di destpêkê de ya ez bibêjim;  ez bixwe ne teolog im. Ne tixtor û profesorê olê me. Ez ne şêxekî dunav im. Ne Koçek, Mîr û Qewal im. Ne mirovekî bi tok, xerqe û kulik im. Lê ne jî bi çavên girtî her tiştî bê lêpirsîn erê dikim. Na.

 

A min mereq û lêgerîn e.

Ma jiyan ne siyariyeke li ser pişta hespê boz a naskirin û lêpirsînê ye? Ez jî wê dikim.

 

A min jî, mereqa naskirin, famkirin û têgihîştinê ye. Ji ber vê mereqa xwe min pirsîbû ku;

”Kok, kod, bingeh û maneya” Hole Hole, Hol Hola Sultan Êziyê Sore” çiye? 

Hole Hole çiye?

Sultan Êziyê Sor kî ye?”

 

Çend rêzdarên qedirgiran, bi şîroveyên xwe yên hêja bal kişandin ser hinek xalên bingehîn ên girîng. Ez li vê derê  careke din malavaya wan rêzdaran dikim ku mijar hinekî zelal û ronî kirin.

 

Encamên ku ez gihîştimê ev in:

 

Peyv û dûrişmeya “Hole Hole, yan hol hola filankes,” di dema pêsîrtengiyê de, bi mebest û armanca halan di xwe dayinê, serî rakirinê, hevgirtinê, hevsorkirinê û liv û bizava li dijî êrîşan xweparastinê bi dengê bilind da ku dost û neyar bibihîzin hatiye ziman.

 

Binêrin,  îro li seranserê Ewropa`yê holîganên gogê, ji bo lîstikvanan li gogê sor bikin, li stadiyoman tev bi hev re bi dengê bilind ”OLÊ Olê.” diqîrin.

 

Lê ya rast, HOL HOLA TAWISÎ MELEK E” ne ya Sultan Êzî ye. Hinekan bi zanebûn bi kodên vê dûrişmeyê lîstine û li gorî xwe teşe danê. Ji ber ku ola Êzî ola Tawisî Melek e. Mîtolojiya vê olê li dora Tawisî Melek û serweriya wî ya rêveberiya cîhanê hatiye hûnandin. Eger tu Tawisî Melek ji nava Êzdatiyê derxînî û yekî din têxî ciyê wî, tiştek ji Êzdiyatiyê namîne.

 

Loma di van qurn û serdemên dawî de, ciyê Tawisî Melek û Sultan Êzî bi hev guherîne. Beriya her tiştî divê bê zanîn ku Tawisî Melek, nav li ser e melek e. Lê bîna Sultanan ji Sultan Êzî tê. Eger Sultan Êzî Xwedê be, çima Sor e? Kê rûyê wî dîtiye heta ku pênase bike?

Ê sor Sultan Beyazît e. Di zargotina Êzdiyan a piştî serdema Şêx Adî de, dibêjin Sultan Êzî li Stenbolê li ser bahrê bê sing û werîs kon vegirtine. Ev kîjan Sultan Êzî ye ku çûye Stenbolê?

Sultan Êziyê Sor bi çi munasebetê û ji  bo kîjan karî çûbê Stenbolê?

 

Beyî ku ez mijarê belawela bikim, dixwazim mînaka serpêhatiyeke xwe bi we re parvekim. Di sala 2004 an de li Şengalê ez çûm gundê Solax. Li mala mezinê eşîra Şerkiyan bûm mêvan. Mazûvanê min şand pey şêxê xwe Şêx Silêman. Piştî qasekî şêx hat. Mazûvanê min got;”Şêx, ka wî qewlê xwe yê ku bi Tirkî ye û tu dayim ji me re dibêjî, bibêje bira Îbrahîm ji me re wergerîne Kurdî.” Şêx qewlê xwe xwend.

 

Min guhdarî kir. Ji min re gotin de ka wergerîne Kurdî. Min got, malavano yek gotineke bi tirkî di nav eva ku hûn dibêjinê qewl e de nîne. Ma ez ê şildim bildimê çawa wergerînim Kurdî? Mat man.

Pirs ev e: Çima qewil ji me re bi Tirkî hatiye û kê aniye?

Xûçka minî mezin, hê bi Qere Çerî sond dixwe bêyî ku tiştekî di derbarê Qere Çerî de bizanibe. De êdî hesabî li ba we ye.

 

Yeke di jî. Min feqîrên Êzdiyan yên bi kulik û xerqe dîtine ku bi hawakî fedyok û tirsok gotine:”Yêzîd Bin Mihawî ji me bû.

 

Ev çend mînakên li jor didin diyarkirin, ku çawa xurêl û zîwan li nav zeviyên me şîn bûne. Rastîyên me ji me hatine dizîn, hatine pûçkirin û berovajîkîrin û cardin bi me dane xwarin. Ev şerê li dijî kokê ye..

 

Her çiqasî li gorî hinek bawermendên Êzdî,

 “Sultan Êzî” navek ji navê Xwedê be jî, ez bi vê qanih nabim. Li gorî daneyên ku îro derdikevin holê, rehên ola Êzdî xwe digihînin berya 12 hezar salan. Peyva Sultan di çanda Êzdiyan a resen de nîne. Qet şik nîne ku ev gotin piştî derketina îslamê û hatina Şêx Adî ya nava Êzdiyan, têkilî çanda me bûye.

 

Hol, liv, bizav û tevgêr e. Heyamê berê bênder bi dewaran dihate hûrkirin. Dewar li ser bênderê digerandin û ji vê re digotin gêre yan jî hol. Wekî din holik û hol hene. Lê bi qenata min dibe ku peyva Hol ketiye dewsa peyva ol. Ma nabe ku bibêjin” Ol Ola Tawisî Melek e?

 

Belê, OLE OLE OLA TAWISÎ MELEK E.

 

15.04.2021