1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ronî Reşo
  4. ÇEWLIGA HEYWANAN
ÇEWLIGA HEYWANAN,çewliga,heywanan

ÇEWLIGA HEYWANAN

A+ A-

‘’Bila mirov kuştiyê şêra be ne girtiyê roviya be.’’

 

Napoleûn û Çîroka Serxwebûn û Azadiyê 

Huner, hunermend şêwazek wiha diceribîne ku, meriv mitûmatî bibe. Her wiha Goerge Orwell jî yek ji wan hunermend û romanûsan e ku, li pey xwe de berhemên giranbuha û bi qîmet hiştin e. Ew mir û bêguman em ê jî bimirin, lê wer xuyaye dê berhemên wî hîn bijîn. Hunermend, di serdemên xwe de rastî tundî û zextên desthilatdaran tên. Ev zext û zor, dihêle ku romanûs serî li rê û rêbazên afirîner bide. 

Çima ‘’Çewliga Heywanan’’(?) 

Ev bûyerên dawî û a rast, desthilatdariya Başûr a dehan sal in ku li ser gelê başûr bûyî kabûs, hişt ku em jî li gor fikrên xwe tiştekî bibêjin. A rast ez nabêjim, ez tenê di nav vê gotarê de ji bo xwînêran dibim pir. Loma tiştên ku di vê gotarê de dê werin gotin, romanûs hîn di sala 1950 de gotiye. Goerge Orwell gote min binivîse û hûn jî ji kerema xwe bixwînin!

BÛYER

Heywanên di çewligê de, bi serkêşiya barazê pîr, Serokê Mezin li hev dicivin û bi rêxistin dibin. Serokê Mezin, dide xuyakirin ku li ser heywanan zext û zor heye û êdî hatiye heta qirikê. Peyre Serokê Mezin, sirûda ‘’Heywanên îngîlîstanê’’ fêrî hewyanên din yên di çewligê de ne dike. Piştî demekê êdî Serokê Mezin, barazê pîr dimire û  dewsa wî du berazên din digire: Napeloûn û Snowball. 

Ev herdu beraz êdî desthilatdar in û serokê sewalên di çewligê de ne. Rojekê, wexta Beg Jones zext û zor li heywanan dike, liqayî serhildana heywanan tê û ji çewliga xwe direve. Heywan bi yekitiyê serdikevin, berxwedana wan, Beg Jones têk dibe. Pêşî dest bi guherandina navê çewligê dikin. Navê çewligê berê ‘’Çewlika Began’’ bû û heywanan guherandin bi navê ‘’Çewliga Heywanan’’ peyre bi hevre heft xal diyarkirin û di dîwarên çewligê de nivîsandin. Ev heft xal wiha ne:

  • Her kesên ku li ser du nigan dimeşe dijminê me ne.
  • Her kesên ku ser çar piyan dimeşin û yên baskê wan hene heval û hogirê me ne.
  • Dê tu heywan cil û bergan l’xwe nekin.
  • Dê tu heywan li ser cih û nivînan nenive. 
  • Wê tu heywan alkolê venexwe. 
  • Dê tu heywan, heywanekî din nekuje.
  • Hemî heywan wekhev in.

Snowball berazek pir bi aqil e, dixwaze ku heywan dest bi çêkirina aşê bayî bike, lê Napoleûn li dijî vê yekê derdikeve. Her çi qasî ji çêkirina aşê bayî aciz bûbê jî, dawiya dawî vê yekê dipejirîne… Piştî demekê, têkîliyên di neqeba Napoleûn û Snowball xirab dibe û Napoleûn kûçikên ku kirine xulamên xwe, berdide Snowball, êdî Snowball ne di çewligê de ye û serokê wê çewlig û heywanan Napoleûn e. 

Napoleûn, roj bi roj hişktir dibe û li gor kêfa xwe tevdigere. Ger yên li hember Napoleûn derdikeve jî bi kûçikên xwe çavtirsandî dike û carna jî wan darve dike. Napoleûn civîn, hilbijartin û niqaşan ji holê radike û dest bi bazirganiyê dike. Xala ku ‘’Dê tu heywan, heywanekî din nekuje’’ ji dîwêr jê dibe. Xwarina çewligê têra heywanan nake, lê dîsa jî hêkên ku tên kirin û şîrên ku tên dotin difiroşe. 

Napoleûn, êdî wekî mirovan tevdigere û çi xwarinên xweş yên di çewligê de hebe ew û hevalên xwe dixwûn û alkolê jî vedxwûn. Li ser cih û nivînan radizin, bi mirovan (dijmin) re bazirganiyê dikin… 

Rojekê heywanên di çewligê de di pencerê de dinihêrin Napoleûn û hevalên wî. Her wiha di hundurû de mirov jî hene û heywanên ku paceyê de dinihêrîn Napoleûn wiha difikirin:

‘’Di hundirû de her duwanzdeh qîr didin û her duwazndeh dişibîn hev. Êdî hatibû têgihiştin ku di rûyê berazan de çi xuya dike. Ew heywanên ku derve di paceyê de dinerîn rûyên berazan û dimeyzandin rûçkê mirovan, fêhm kiribûn ku di navbera wan rûyan de êdî tu guherîn nemabû.’’

Dawsa ku ew berazên dê azadî û serxwebûn ji bo wan heywanên çewligê de damezrandan, lê ew jî bûn wekî dijminên xwe û ji bo rik û çavnebariyê têk çûn. 

‘’Hemî heywan wekhev in, lê hinek heywan, ji heywanên din pirtir wekhev in.’’  

    


Gotinên miftehî :