1. Tekst

  2. Gotar

  3. Roza Metîna
  4. Çavdêriya Koma Helbestê ya Amedê (3)
Çavdêriya Koma Helbestê ya Amedê (3),çavdêriya,koma,helbestê,ya,amedê,3

Çavdêriya Koma Helbestê ya Amedê (3)

A+ A-

Roza Metîna

Di 9’ê Sibata 2020’an de me wekî Koma Helbestê ya Amedê pirtûka Eyşana Beravî Ya Ba ye ya Baran e nirxand. Bi kelecana nêzîkatiya dema vekirina Komeleya Wêjekarên Kurd li Komeleya Wêjekarên Kurd me nirxandina pirtûkê kir. Moderatortiya bernameyê ji aliyê Ronahî Çelîk ve hat kirin. Ronahî di destpêkê de hinekî bi kelecan bû. Çimkî cara yekem bû ku moderatortiya bernameya Koma Helbestê ya Amedê dikir. Di bîbikên çavên wê de çirûskên kelecanê xwe nîşan dida. Lê kelecanek xweş bû.

 

Vê carê helbestkar beşdarî bernameya me nebûbû. Hevala me Ronahî jê re gotibû lê mixabin gotibû ez nexweş im. Her wiha me ji Weşanxaneya Lîsê ya ku pirtûk çap kiribû  jî ragihand ku bila editorê pirtûkê jî beşdar bibe. Lê mixabin ew jî nehat. 

 

Bi kelecana avakirina Komeleya Wêjekarên Kurd li ber pixêriya ku agirê wê gur dibû me dest bi şêwra xwe kir. Di destpêkê de Ronahî axivî. Piştre me dest bi nirxandina pirtûkê kir. Dema nirxandinê dest pê kir. Bala min ket ser agirê ku gur dibe û hinekî ponijîm. Piştre li xwe mikur hatim û min li hevalan guhdar kir. Hevalên endamên komê yek bi yek fikrên xwe anîn ziman. Tiştên ku derketin pêş ew bû ku di warê honandinê de, di warê redaksiyonê û anîna ziman a hestan de kêmasî di pirtûkê de hebûn. Lê rexneyên ku hatin kirin dihat xwestin ku li rûyê Ayşeyê bên kirin. 

 

Piştî nirxandinê endamên komê û kesên ku ji derveyî komê beşdarî şêwrê bûbûn helbestên pirtûka Ya Ba ye ya Baran e xwendin. Dema helbest dihatin xwendin barana ku li derve dibariya hestekî cuda li dilê mirov zêde dikir. Pelên darê yên kil dibûn û dengê baranê dilê mirov dilerizandin. 

 

Dema xwendina helbestan bi dawî bû me plansaziya bernameya xwe ya du hefte şûnde  kir. Ji bo du hefte şûnde me biryar da ku em pirtûka Rewşen Esmer a bi navê Hêlîna Evînê binirxînin. Piştî plansaziyê me çay xwest û bi her gulpek çayê em di nava sohbete kûr de ber bi germahiyek mezin ve çûn. 

 

Piştî sohbeta xweş û germ me pirtûkên ku ji bo Komeleya Wêjekarên Kurd anîbûn di refan de bi cih kir. Posterên Mestûre Kurdistanî, Ehmedê Xanî, Meryemxan û refên pirtûkan ên li Komeleya Wêjekarên Kurd bêhna mirovan fireh dikirin. Dema me pirtûk bi cih dikir hevala digotin ew ji bo roja vekirina Komeleya Wêjekarên Kurd gelek bi kelecan in. 

 

Ji bo bernameya vekirina Komeleya Wêjekarên Kurd Xwediyê Weşanxaneya Zarokan a Morî, Mem Bawer û pêşkeşvana bernameya televizyonê Fatma Tunç wê behsa mijara çîrokê bikirana.Fatmayê çîrokên gelêrî bigota Mem Bawer jî ew ê behsa çîrok û bandora wê ya li ser wêje û zarokan bikira. Ji ber ku 14’ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê bû loma me got bila Komeleya Wêjekarên Kurd di 14’ê Sibatê de deriyê xwe ji dildarên wêjeyê re veke. Her wiha ew ê vekirina komeleyê bi kilamên dengbêjiyê bi dawî biba. Piştî me li ser piyan hinekî sohbeta vê yekê jî kir em belav bûn. Jixwe sohbeta herî xweş ne ya li ser lingan bû?