1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. Çiyayê Andokê
Çiyayê Andokê,çiyayê,andokê

Çiyayê Andokê

Çiyayê Andokê, yek ji çiyayên bakurê Kurdistanê ye û dikeve nav erdnîgariya navçeya Pasûra Amedê

A+ A-

Andok, çiyayekî serbixwe ye û cihekî stratejîk e. Taybetmendiya çiya ew e, serdestî hemû çiyayên derdorê ye û bi bilindahî û heybetiya xwe hewceyî dîtinê ye. Çiya, sal donzdeh me weke bûkek xemilandî bi berfê pêçandî ye.

Li derdora çiyayê Andokê, bi dehan şêngeh û gelî hene weke evîndarî heybetiya wî bibin li derdorê civiyan e.

Ji aliyê bakurê çiyê ve, ji herêma Şênê bigir heta Geliyê Memika û Kaniya Kewan bi dîtina çûkekî çiya xuya dike.

Bi navê, Geliyê Hişk, Keran, Malê Elîfê, Darebî, Welika, Xweşika, Zovang, Zeviya Çalê, Geliyê Sikrê, Geliyê Dêrê, Badînek, Goreş, Guhermê, Lîçika Boşika hwd bi dehan gelî û mezre li derdora Andokê hene.

Serçaviya ava çemê Pasûrê ji çiyayê Berbihîv û Goreşê dertê. Her wiha tevî rûbarokên Andokê çemên wek Laçika, Pîrêj û Misûrê jî dikevin ser vê avê û li jêrê Pasûrê li ser duavê bi geliyê Godernê re dibin yek û diherikin di ser Farqîn û Êlihê de tevlî çemê Dîcleyê dibin heta Cizîrê diçe..

Çiyayê Andokê, ji aliyê Sasonê ve bi çiyayê Mereto, ji aliyê Mûşê ve bi Gaza Kopê, ji aliyê Bedlîsê ve Serê Spî (Kizilxaç) û ji aliyê Çewlikê ve bi Dorşînê ve sînordar e.

Li lûtkeya çiyê, ziyareta Şêx Mihemed heye. Ev ziyaret her sal di 28'ê meha Tîrmehê de ji aliyê şêniyên herêmê û derdorê ve tê ziyaretkirin. Di vê rojê de ziyaretiyê biçin vê derê bi lîstikên çandî yê wek keviravêtinê, bazdanê, sêgavê, beza hespan û hwd dilîzin û hêvî û daxwazên xwe radestî ziyaretê dikin.

Xelkê herêmê dema bikevin nav tengezariyan berê xwe bi ziyaretê ve dikin û dia û nifirên xwe dikin. Di heman demê de bi navê vê ziyaretê sond dixwin.

Ji bilî vê zîyaretê, li herêma Andokê, bi navê ziyareta Laçika û ziyareta gaza Dawdêrawal jî du ziyaret hene.

Li herêma Andokê, darên sewl, dehl, hewr û guzan gelek in. Gûzê herêmê qaşiltenikin û bi navûdeng in.

Çiyayê Andokê, bi pincarê xwe jî navdar e. Pincarên wek Cax, xîtik, gulik, mendik, kereng û gûriz zêdetir têne xwarin. Bi taybet pincarê caxê ji bo hin nexweşiyan şîfa ye.

Li çiyayê Andokê, ajalên wek hirç, wehş, gur, rûvî û hwd hene.

Di navbera salên 1914-1916'an de, dema Ûriz herêmê dagir dikin, Kurdên herêmê direvin xwe dispêrin çiyayê Andokê. Leşkerên Ûriz dixwazin ji bo kuştina Kurdan bi çiya ve hilkişin jor lê Kurd bi kevirên çiyayê Andokê li dijî wan parastina xwe dikin û hînt û keviran bi ser wan de berdidin hemû leşkerên Ûriz di bin aşîta keviran de dimirin.

Mordem Zel
13/07/2019
Amed


Gotinên miftehî :